|
Kurdistan
PKK
agirbesta yekalî ragihand;
Gelo Hêzên Dervey PKK Helwesten xwe yên Berê
ya Neberpirsyarî Bidomînin?
ANALÎZ-TAYBET
/
HAWARDENGÛBAS
02
Kewçêr,2006 weþandin:01:12:43 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan--PKK
agirbest îlan kir.Xûya bû ku êrîþên PKK û kuþtina serbazên Tirk kerî tiþtek
nedihat û tenê zordestîye Tirkan li bakûrê Kurdistanê zêde dibû.Divê Kurd bi
taybetî hêzên dervey PKK di vê konaxê de tecribeya 7 salên dawîn binirxînin.
PKK roja
þemîyê agirbesta yek alî ragihand.Daxûyanîya PKK wisa bû "Herêma Rojhilata
Navîn di qonaxeke girîng re derbas dibe.
Bûyerên
diqewimin her roja derbas dibe nîþan didin ku helwestên antî demokratîk û
netewparêzî fakturên bingehînin li herêmê rê nadin çareseriyê û rê li ber
þer vedikin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên li herêmê riyek bi tenê ya rast
heye. Ew jî sîstema hemdem a demokratîk e. Bi vê sîstemê hemû cihêrengiyên
netewî û dînî ji hev re rêz digirin û bi hurmet in, pirsgirêkên xwe jî bi
riya diyaloga demokratîk çareser dikin.
Di serî
de bangawaziya Amerîkayê ya di salvegera 15'ê Tebaxê de, Komara Federal a
Iraqê, Hukûmeta Herêmî ya Baþûrê Kurdistanê, hin hêz û saziyên navnetewî
tevî derdorên demokratîk ji bo agirbestê yan jî sîlehdanînê bang kirine. Li
Tirkiyeyê jî di serî de DTP, nivîskar, rewþenbîr, hunermend û derdorên bi
berpirsiyarî radibin ji bo agirbestê bang kirine. Ji van hemû bangawaziyan
hin bi riya çapemeniyê hatine kirin û hin jî bi rêyên dîplomatîk gihîþtine
aliyê me.Biryar hatiye dayîn, ji 1'ê Îlonê û pê ve pêvajoya agirbestê were
îlankirin. Agirbestê, li gorî gavên were avêtin û rêveçûna pêvajoyê, wê
dewam bike."
Dewleta Tirk Serketina xwe îlan kir
Piþtî
daxûyanîya PKK Dewleta Tirk,medyaya Tirkî û gellek derdorên cûda serfirazîya
Dewleta Tirk îlan kirin.Bi giþtî daxûyanîya PKK li Tirkîye kêm deng veda.Li
gor þîroveyên heyî ya Tirkan jî "PKK hate têk birin ji ber vê yekê PKK neçar
ma û çek berda".Piranîya gelê Tirk jî wisa difikire,ji ber ku medyaya Tirkî
wisa radigihîne.Bi vî avahî di bin navê PKK de gelê Kurd wek têk çûyî tê
nîþan dan.Ango Dewleta Tirk xwestekên xwe pêk anî.
Cûdahî û girîngîya sekinîna dengê çekan
Lê wisa
xuyeye ku vê agirbest ji agirbestên din cûdatir e û bandora hêzên Kurdistana
azad û DYE mezin e.Bi çekan têkoþîneke rizgarîyê li bakûrê Kurdistanê pêk tê
nayê alîyekî niha tevî PKK rexistinek li bakûr ku þerê çekdarî dixwaze nîne.
Bê gûman
rewastine çekan wê derdorên berjewendîxwaz,bi taybetî çete û arteþa Tirk bê
hêz bihêle.Di cîhê ku karê arteþ tune be bi avayekî xwezayî hêza arteþ jî di
nava jiyana demokratîk de kêm dibe.Her wiha di konaxeke bê þer de Kurd
dikarin di her waran de hêsantir tevbigerin û dîyaloga navbera xwe derdora
PKK jî tevde pêþbixînin.
Xûya bû
ku êrîþên PKK û kuþtina serbazên Tirk kerî tiþtek nedihat û tenê zordestîye
Tirkan li bakûrê Kurdistanê zêde dikir û Tirk bo rûxandina Dewleta Federe ya
Kurdistan hincêtan derdixist holê.
Hêzên dervey PKK di 7 salên dawîn de bi berbirsyarî tevnegerîyan û qonaxê
baþ bikar ne anîn
Divê
Kurd bi taybetî hêzên dervey PKK di vê konaxê de tecribeya 7 salên
dawîn binirxînin.
Di dema
þerê PKK û Tirkîye de gelek rexistinên dervey PKK bawerîya wan bi PKK hebe
jî vî þerî wek þerê pevþêwrî bibînin jî daxwaza hemû rexstinên Kurd têkoþîna
demokratîk bû.Di sala 1999'an de þerê PKK û Dewleta Tirk sekinî.
Ango
xwesteka gelek hezên Kurd pêk hatibû.Lê belê di nava 7 salê de hema hema tu
tiþt nehate kirin.Partî û rexistinên dervey PKK -bê gûman ne hemû- di
nava wan 7 salên dawî de tenê rexne kirin.Listikên dewleta Tirk û PKK eþkere
kirin û daxûyanî belav kirin an jî di nava xwe de hin gavên ku tu carî
girseyeke maqûl ya gelê Kurd pênehisî avêtin.
Daxûyanî
belav kirin an jî eþkere kirina hin rastîyên veþartî ne tiþtekî xirabe,lê
tiþtekî din nekirin û bi israr venekiþîna wan a ji doza Kurd ferqa wan ji
ferqa polîtîkayên ku rexne dikin nehîþt.Di vê navberê de tiþtê bû ji gelê
Kurd re bû.Kurdên bakûr di nava vê xirecirê de hinek din hebûna xwe winda
kir. Rêjeya axafitina zimanê Kurdî hinek din daket. Hiþmendîya neteweyî pêþ
neket,gellek kêþeyên sosyal,civakî, aborî hin kûrtir bûn.
Bê gûman
di wan 7 salên dawî di gelek waran pêþketina Kurdên bakûr pêk hat.Lê
piranî bi destê þexsên xweser an jî çend kesên dilsoz ku di nav wan hêzan
cîh digirin pêk hat.
Di
medyaya Kurdî weþanên nû vebû an jî di varê çand û hûnera Kurdî de hin sazî
hatin vekirin lê hemû pêþketin di vê çerçoveya hewldanên þexsî de pêk hat.
Rojnameyek
an jî kovarek xwerû Kurdî li bakûr -kêm be firotin jî- ji alîyê wan
hêzan ne hate derxistin an
jî bo pêþketina medyaya Kurdî ya elektronîkbi zimanê Kurdî hewl nedan.Gelo
bo vekirina malperên xwerû Kurdî pirr pereyên mezin hewceye! An jî malpereke
dîplomasîyê xwerû Îngîlîzî.Barekî
pir cidî hebû ser milên hemû rexistinên Kurd.Lê rexistinên han rolên xwe yên
pêþdarîyê ne lîstin.
Rexistinên Kurd rolên xwe nelîstin
Çi hewce
bû çi nehate kirin?Televîzyoneke neteweyî nehate ava kirin.Di warê înternetê
de an jî bi giþtî medyayê de weþanên nû ava nekirin,Partîyên 20-30 salî hin
jî hemû hebûnên xwe bi malperekî didomînin.Tenê dinivîsînin û belav bûna wan
nivîs û daxûyanîyên xwe jî hewlên profesyonel nadin.
Di salên dawî de di warê medyayê de kesên
xweser bi hewlên xwe ji partîyên 20-30 salî pêþketir û kêrdar gav avêtin.
Rexistinên ku gelê Kurd her tim bangê tekoþîna demokratîk kirin li Amedê an
jî bajarekî din ya bakûrê Kurdistanê de "çalakîyekî demokratîk" pêk
neanîn.Meþek li dar nexistin. Çalakîyekên sivîl pêþnexistin,di nava xwe di
hêla abrî de bi zelalî tevnnegerîyan û bo pêþketina aborîya ku bo têkoþînê
bihata xerc kirin plansazîyekî stratejîk çê nekirin.Bi Kurdistana azad ser
bingeheke dirûst têkîlî nehate danîn.Tenê pesna pêþketina Kurdistana azad
hate kirin û bo pêknanîna hevparîyan di navbera Kurdistana azad û doza Kurd
ya li bakûr têkîlîyên mayînde,nêzik û stratejîk nehate danîn.
Bo
pêþî girtina dejenerasyon,rewþa ciwanên Kurd,bêtehemmulîya civakî û
bêehleqîyê li bakurê Kurdistanê xebatan (wek semîner,komîsyon,
dîplomasî,meþ,daxûyanî û hwd..) nehate kirin,di weþanên xwe de jî cihên
berfirehtir nedan wan mijaran.
Polîtîkayên ji dûrî gel
Yek ji sedemê bê hêz man û pêþneketina wan rexistinên Kurd
polîtîkayên
wan a nereel û dûrî gel bû.Bi zimanekî giran,tevlihev û sar nêzî gel bûn.
Wekî mînak di bûyerên meha
adarê ya Amedê de jî bi vî avahî tevgerîya bûn.
Divîya
bû ku terora dewleta Tirk bi tundî bihata rexne kirin û li þûna ku banga
tevgerîna bi "hîssa aqilmend" kirin gel bi avayekî din bihata hiþyar
kirin û piþtgirî bihata ba dayîn.
Hênceta wan
hêzan wê demê "eþkere kirina planên hêzên tarî" bû.Lê
ji bo ku hêzên ku Kurdan bikartînin wisa xurtir nebin li þûna ku nasîhat li
gel bê dayîn divîya bû ku terora dewleta Tirk were þermezar kirin û daxwaz û
xebata neteweyî wek di qadên dîplomasî,çandî,çapamenîya bê bilind kirin da
ku pirsgirêka Kurd û Kurdistanê were çaresêr kirin û neteweya Kurd pêþkeve û
bigêhêje asta ku layiq dike û bi î avayhî kes nekaribe planênên xwe yên kûr
bi hêsanî bimeþîne.
Tu rexistin nikare ku bi daxûyanîyêkî sedem û encamên bûyer û pêþketinan ji
holê rake.Çiqas bi vî avahî were tevgerîn ewqas nêzîk bûna gel
dijwartir dibe,gel beyî xebatê rast bin jî, ji rexneyan bi avayekî xwezayî
eciz dibe û divê hestên gel bê fam kirin û hêdî hêdî li gel bernameyeke hin
rastîyan werin eþkere kirin.
Bi avakirina enîyek neteweyî bo bakûr,avakirina televizyonek
neteweyî,bieleqedar bûyîna kêþeyên civaka Kurd li bakûr,bi çalaktir
bikaranîna kirina medyaya Kurdî,bi geþtirkirina dîplomasîya Kurdî û bi
aqilene bikaranîna amûrên heyî û bi xurtir kirina xebatan ser xêzeke
neteweyî û bi Kurdistana azad re mil bi mil divê piþtgirî li bakûrê
Kurdistanê bê dayîn û divê berî her tiþtî hedefa yekemîn dewleta Tirk be.
Dahatûya nêzîk
nîþanê bide ku Kurd wê ji wan 7 salên dawîn dersan derxîne û
bo bilind
bûna standartên jiyanê,parastin û pêþxistina nirxên neteweyî û dahatuyeke
azad bo mirovê Kurd li gor
girîngîya Kurdistaneke azad û serbixwe de tevbigerin an jî mehkumê
Tirk,Tirkîye û Tirkîaxef bûyînê bibin ser vê axa hezaran salî ya netewa
Kurd. (HAWARDENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|