|
Kurdistan
"Bavo
Min Neþîne Tirk Bûyînê"
NÛÇE-ÞÎROVE;SERHAD
B.RÊNAS-REBIWAR KURDO
28
Kewçêr,2006 weþandin:07:35:16 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan
--Armanca veþartî ya Tirkan helandina zimanê Kurdî û asîmîle kirina zarokên
Kurd e.Di maweya 80 salê de Zimanê Kurdî beramberî hemû hewlên zordarî û
çewsandinê re rûbirû ma bû ji ber pêkerên wek lêz zêdebûna rêjeya
serjimerîya Kurdî û neþiyandina malbatan Kurd keçên xwe li dibistanê Kurdî
hin jî heyîna xwe diparêze.
Kampanyaya "Bavo min biþîne dibistinê" ku ji alîyê gruba medyayê ya Dogan(ku
xwedîyê wê Aydin Dogan e) di serkeþîya rojnameya MillÎyet û bi piþtgirîya
gelek rexistinên sivîl û dezgehên fermî ve piþtgirî tê dayîn ji nû ve tê
çalaktir kirin.
Bi vê
kampanyayê tê xwestin ku keçên Kurd li bakûrê Kurdistanê biçin
dibistanê.Tiþtekî din yê girîng jî eve ku UNESCO jî piþtgirîyê dide vê
kampanyayê.
Tirkiye, li þûna ku reforman pêkbîne, xwe li gor krîterên YE biguhurîne,
dest davêje rê û metodên helandinê yên nû, yan jî yên heyî xurtir dike û
dilezîne.
Kampanya bo rewþeke normal wek kampanyayek baþ tê dîtin.Armanca Tirkan ne bo
xwexawazîye ye.
Li bakûrê Kurdistanê bo tu pirsgirêkên sosyal,aborî,civakî,hiquqî,mirovî û
bo gellek kêþeyên din tu carî kampanyayên bi vî rengî nehatine pêkanîn.
Armanca veþartî ya Tirkan helandina zimanê Kurdî û asîmîle kirina zarokên
Kurd e.Wek tê zanîn gellek zimanzan dîyar dikin ku beramberî hemû hewlên
tune kirina zimanê Kurdî sedema bingehîn ya gihandina zimanê Kurdî bo roja
me keçên nexwende ne.
Di maweya 80 salê de Zimanê Kurdî beramberî hemû hewlên zordarî û çewsandinê
re rûbirû ma bû ji ber pêkerên wek lêz zêdebûna rêjeya serjimerîya Kurdî û
neþiyandina malbatan Kurd keçên xwe li dibistanê Kurdî hin jî heyîna xwe
diparêze.
Dewleta Tirk dibistanên leylî(YÝBO/tirkî:yatýlý bölge ilköðretim okullarý)
bi heman armancê ango bo asîmîle kirina zarokên Kurd avakiribû.
Tiþtekî diyar e ku, îro li bakûrê Kurdistanê þertên hundurîn ji bo helandin
û tunekirina kurdan li gor 20-30 sal berê siviktir bûne ji bo dewletê. Li
vir têgihîþtina welatparêziya zimanî û profîla neteweyî bi giþtî gelekî
nizim û lawaz e.
Bê gûman divê keçên Kurd jî biçin dibistinê.Lê belê heta niha dewleta Tirk
bo çareser kirina gellek pirsgirêkên Kurd ya malbatên Kurd tu gavan
neavêtîye.Bi hezeran malbatên Kurd li bakûrê Kurdistanê di nava feqîrîyê de
ne.
Her wiha di serî de divê mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî bo zarokên Kurd
were dayîn û erka dewleta Tirk e ku dibistanên Kurdî ava bike û di warê
aborî de jî hemû wezîfeyên xwe pêk bîne ji ber ku Kurd jî weke Tirkan bacê
didin û mafê wan e ku xizmetên perwerdeya bi zimanê Kurdî bê pere
werbigrin..Divê dewleta Tirk di serî de hebûna Kurdan biecibîne û piþtre jî
delfeta perwerdeya bi zimanê Kurdî biafrîne.
Niha sedemekî din ya herî girîng ya helîna zimanê Kurdî bandora medyaya
Tirkî bi taybetî televîzyonên Tirkî ye.Medya bi taybetî televîzyonên heyî
yên Kurdî têrî îxtîyaca Kurdan bike.
Televîzyonên ku ji Kurdistana azad weþan dikin jî him bo bakûrê Kurdistanê
kêm weþan dikin him jî alîyê qelîteyê ne zêde pêþketîne û lewma jî bala
Kurdên bakûr nakþînin.
Berî her tiþtî ji
bo parastin û pêþxistina zimanê Kurdî perwerdeya bi zimanê Kurdî pêwîste
Divê berê her tiþtî bo perwerdeya bi zimanê Kurdî hewl bê dayîn.Ne qurs û
wekî din divê hemû dersan ji dibistina sereta û heta zanîngehan bi zimanê
Kurdî perwerde were dayîn.Her wiha divê rexistin,partî,þaredarî û dezgehên
Kurdî hemû endam û xebatekarên xwe re hîn bûn û xwendina bi zimanê Kurdî
ferz bikin da ku di qedemeyên fermî de zimanê Kurdî were bikaranîn.
Ji bo bal kiþandina zimanekî divê ev ziman xwedî girîngî û statuyekî fermî û
aborî jî be.
Her wiha hin malbatên Kurd bi sedema ku zarokên wan di dibistana sereteyî de
zorê nekþînin û ji hevalên xwe dûr nemîna hînî zimanê Tirkî dikin û hînî
zimanê Kurdî nakin.Divê malbatên Kurd dev ji vî çewtîyê xeter berdin.Divê
zarokek berî zimanê dayika xwe hîn bibe.Malbatên Kurd bo dibistinê dikarin
piþtî 6 salîya zarokê xwe hinî zimanekî din bikin.Her wiha malbatên Kurd li
þuna ku hînî zimanê Tirkî bikin û meselya dibistana Tirkî bifikirin divê ji
bo destpêkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî bikevin nava hewldanan.
Zarokekî ku temamî zimanê xwe û çanda xwe hîn nebe ev zarok nikare bi temamî
hînî tu çandî na jî zimanî bibe û avayekî xwezayî di vê zarokê de “bê
nasnameyetî” derdikeve holê.
Her netew encax xwe bi xwe dikare bi zimanê xwe yê eslî were perwerde
kirin.Ji ber ku ev netew taybetmendîyên xwe yên civakî û dîrokî di nava
sedan salan de bi wê zimanî afirandîye.Ger perwerde bi zimanê dayikê nebe wê
nifþên xirab,kêm,derûnî xirab,tewþ,bêparseng,bêhavil û bêhilberîn derkevin
holê.Ku niha li Kurdistanê di nifþên nû de hemû wan kêþeyên girîng tê dîtin.
Divê Kurd di zûtirîn dem de bo destpêkirina kampanyayek berfireh û bihêz bo
perwerdeya bi zimanê Kurdî dest bi xebatan bikin.(HAWAR-DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|