|
Kurdistan
Çarenivîsa
Kerkûkê
Pêþaroja Dema Dirêj ya Hemû Kurdistanê ye
NÛÇE-ÞÎROVE;SERHAD B.RÊNAS / HESEN DILGEÞ
16
Kewçêr,2006 weþandin:02:13:24 (GDK)
HAWARDENGÛBAS--
Di demên dawî dewleta Tirk bi destpêbûna qonaxa çareserîyê lîstik û planên
xwe yên qirêj dîsa gurtir kir.Ger Kurd li Kerkûk bi sernekevin di nêzîk de
nebe jî di dema dirêj de wê hemû gelê Kurd û hemû hêz û rexistinên kurd jî
winda bikin.
Pirsgirêka Kerkûk bi salane di rojeva Kurdan û rojeva dagirkerên Kurdistanê
de ye.Kurdistanî bûna Kerkûkê bi taybetî di sedala dawîn de bi gelek hewlan
hatiye xwestin ku ji holê bê rakirin.Lê disa jî wan hewlan serneketiye û li
gel hemû bêmafîyan Kerkûk wek bajarekî Kurdî maye.
Kurd di Kerkûkê de çewsandin,biþaftin,zoradarî û hovîtîyên cûrbecûr re
rûbirû man e.Tehrîbên mezin li ser Kurdistanîyeta vî bajarî hatine kirin.Hin
jî ji %50yê wan tehriban paþve nehatiye vegerandin.Kurd wek mafêkî rewa axa
yê dîrokî dixwazin.
Di demên dawî dewleta Tirk bi destpêbûna qonaxa çareserîyê lîstik û planên
xwe yên qirêj dîsa gurtir kir.
Herî dawî 2 hefte berê parlementerê AKPyê Turhan Çomez û þanda bi wî re çû
bûn Kurdistana azad û bajarê Kerkûkê.Çomez li Kerkûkê li meclîsa þaredarîyê
beyî ku fedî bike li dervey Tirkîye midexeleyî nexþeya Kurdistanê kir.
Piþtî vegerê jî Çomez raporek derbarê rewþa Kerkûkê de pêþkeþî parlemena
Tirk kir.Di vê raporê de jî bi zimaneke qirêj li dijî Kurdan hatibû
bikaranîn û rewþa li Kerkûkê wek "rewþeke xeter" hatibû binav kirin.Derbarê
Kurdistana Federe jî wek pêkhatinek qaþo hatîye behs kirin.
Her wiha Turhan Çomez pêþnîyara danîþînek girtî parlemena Tirk bo rewþa
Kerkûkê kir.Turhan Çomez di beþdarî bernameyên ku televîzyonên Tirkî de dibe
dÎsa bi Înkar kirina,êrîþ kirina ser Kurdan bi zimanekî nizm helwesta xwe ya
þovenîst hin jî didomîne.Li gor Çomez û li gor hemû derdorên þovenîst û
milîtarîst ya Tirkan divê bo Kerkûk nekeve destê Kurdan divê her tiþt bêne
kirin.
Her wiha di hefteyên dawî li çend deverên bajarê Kerkûkê navbera Erebên
dij-Kurd û bereya Tirkmanan de civînên bo pêkanîna planek hevbeþ ji bo
asteng kirina tevlî bûna Kerkûkê û derdorê wê ser sînora Kurdistana
azad.Rayedarên kurd dîyar kirin ku gellek civîn derbarê vê mijarê tê li dar
xistin lê rayedarên Iraqê di meseleya Kerkûkê de bi berpirsyarî tevnagerin.
Di vê navberê de jî serokkomarê Iraqê berÎ ku biçe Tirkîyeyê Malîkî re,
ajansa IHAyê bi Malîkî re heypeyvînek çê kir û di derbarê kêþeya Kerkûkê de,
Kerkûkê degot: “Kerkûk tenê pirsa Iraqê ye. Em mudaxeleyên ji alî welatên
cînaran ve rast nabînin û ji xwe mafên wan nîne ku mudaxeleyan bikin. Hêza
me ya kû vê pirsê çareser bike heye
Siyaseta Tirkiyê ser pêþî lêgirtina damezirandina Dewleta Kurdistanê hatiye
danîn. Armanca wan ya esasî ev e û ji bo astengiyan ji Kurdan re derbixin çi
ji destê wan tê qet texsîrê nakin.
Tirkîye gelek caran xwest bi hincêta Tirkmenan jî êrîþî Kurdan bikin lê
hilbijartinên li Kerkûkê derxist holê ku Kerkuk bajarekî Kurdîye û angaþtên
Tirkan pûç derketin.
Bêgûman ji xenî wan hewlan dewleta Tirk gellek hewlên veþartî û cur bi cur
li baþûrê Kurdistanê didome.
Çarenivîsa Kerkûkê belkî ne niha lê qedera dema dirêj ya hemû gelê Kurd û
hemû hêz û rexistinên Kurd e
Gurtir bûna lîstik û planên qirêj ya dewleta Tirk û yên din ne bêsedem û ji
niþka ve ye.Wek tê zanîn di sala 2007ê de bo çareserkirina meseleya Kerkûkê
dê referandûmeke bêne çêkirin.Dewleta Tirk û Tirkmenan dixwazin rê li ber vê
referrandûmê bigrin.Ji ber ku ev dizanin ku bi vê referandûmê hemû derew û
dêk û dolabên wan derkevin holê û Kerkûk wê bikeve sînora Kurdistana azad.
Kerkûk bajareke girîng ya Kurdistanê ye û ji ber yekê dijminên Kurdan
ditirsin ku Kerkûk bikeve destê Kurdan û bi vî avahî hêza Kurdan hin zêdetir
be.Her wiha girêdana bajara Kerkûkê bo îdareya hikumeta Kurdistanê wekî
pengavekî dawîn ya serxwebûna Kurdistanê tê dîtin û ditirsin ku bi Kerkûkê
Kurdistan welateke pirr pêþketî be.
Pispor û stratejîstên Cîhanê jî gellek caran dîyar kirin ku bo dewleteke
Kurdistanê bajarê Kerkûk roleke bingehîn dizleyze.Tê dîyar kirin ku
çarenivîsa bajarê Kerkûkê çarenivîsê hemû perçeyên Kurdistana mezin e.Ger li
hewlên tirkan were nêrîn ev tespît tespîteke raste.heseba Tirkan ewe ku ger
bajarê Kerkûkê nekeve destê Kurdan wê baþûrê kurdistanê wek
aborî,sîyasî,stratejîk û di gelek warên cûda bêhêz bimîne û bi avayekî
xwezayî wê hêsantir rê li rizgarîya bakûrê Kurdistanê û hemû Kurdistana
mezin were girtin.
Ji ber vê yekê jî divê hemû gelê Kurd xwedî li bajarê Kerkûkê derkevin û bi
her avahî piþtgîrîya li ketina nava sînorên Kurdistana azad bajarê Kerkûk
were dayîn.
Mijara Kerkûkê ji mijarên din yên eleqedar bi baþûrê Kurdistanê cûda ye.Ji
ber ku ev mijareke neteweyî û stratejîk e.Ger Kurd li Kerkûk bi sernekevin
di nêzîk de nebe jî di dema dirêj de wê hemû gelê Kurd û hemû hêz û
rexistinên kurd jî winda bikin.(HAWAR-DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|