|
Kurdistan
Li
Kerkûkê Karê Tirkmenên Di Bin Kontrola Dewleta Tirk û Ereban Tenê
Xirabkarîye
NÛÇE-ÞÎROVE;HESEN DILGEÞ
22
Kewçêr,2006 weþandin:08:13:24 (GDK)
HAWARDENGÛBAS--Bi
hewlên dewleta Tirk karên xerabkarîyê Tirkmen û Ereban zêdetir dibe.Di mehên
dawî de li bajarê Kerkûkê navbera Erebên dij-Kurd û bereya Tirkmanan de
civînên bo pêkanîna planek hevbeþ ji bo asteng kirina tevlî bûna Kerkûkê û
derdorê wê ser sînora Kurdistana azad.
Bi
hewlên dewleta Tirk karên xerabkarîyê Tirkmen û Ereban zêdetir dibe.
Dewleta
Tirk her çiqas Kurdistanî bûna Kerkûkê dizanibe jî ji
ber asûna stratejîk ya Kerkûkê bi fît kirina Tirkmen û Ereban dixwaze
serketina Kurdan asteng bike.
Doh jî enîya Tirkmenan dîyar kirin ku ew dixwazin tevlî karên komîsyona
cêbecekirina madeya 140. bibin.
Piþtre nûnerê serokê Kurdistanê Qadir Ezîz di komîteya asayîkirina rewþa
Kerkûkê, ragihand ku kes agahdarîya van guhartinan nebûye ku Nûrî Melkî
serokwezîrên Iraqê li nav komîteya bi cihkirina madê 140 ji destûra
herdemîya Iraqê encam daye, her wiha dîyar kir ku tevlî kirina nûnerên enîya
Turkmenan di nav komîtey bêguman bibin sedema astengîye û têkdana hawsengîyê
ye li nav komîteyê de û di prosesa bi cihkirina madê 140 ji destûra Iraqê.
Her wiha Qadîr Ezîz xuya kir ku eger hikûmeta Malikî jî wek hukûmeta Ceferî
astengan tênexe hember bi cihkirina madê 140, em hêvîdarin ku ta dawîya dema
destnîþankirî rewþa Kerkûkê asayî bibe.
Di demên dawî de li çend deverên bajarê Kerkûkê navbera Erebên dij-Kurd û
bereya Tirkmanan de civînên bo pêkanîna planek hevbeþ ji bo asteng kirina
tevlî bûna Kerkûkê û derdorê wê ser sînora Kurdistana azad.
Rayedarên Kurd dîyar kirin ku gellek civîn derbarê vê mijarê tê li dar
xistin lê rayedarên Iraqê di meseleya Kerkûkê de bi berpirsyarî tevnagerin.
Her wiha rewþenbîrên Kurd nerazîbûnên li Kerkûkê beramberî kongeraya
alîgirên Baas û Erebên þoven ku têde posterên dîktator Sedam jî hatibû
bilind kirin dîyar kirin.
Hate
dîyar kirin ku berpirsyarê li dar xistina vê kongreyê tenê hikumeta Iraqê
ye.
Li beramberî hewlên Dewleta Tirk,Tirkmen û Ereban xebata hevbeþ ya Kurdan
pêwîste
Tirkîye gelek caran xwest bi hincêta Tirkmenan jî êrîþî Kurdan bikin lê
hilbijartinên li Kerkûkê derxist holê ku Kerkuk bajarekî Kurdîye û angaþtên
Tirkan pûç derketin.
Mijara Kerkûkê ji mijarên din yên eleqedar bi baþûrê Kurdistanê cûda ye.Ji
ber ku ev mijareke neteweyî û stratejîk e.Ger Kurd li Kerkûk bi sernekevin
di nêzîk de nebe jî di dema dirêj de wê hemû gelê Kurd û hemû hêz û
rexistinên kurd jî winda bikin.
Gurtir bûna lîstik û planên qirêj ya dewleta Tirk û yên din ne bêsedem û ji
niþka ve ye.Wek tê zanîn di sala 2007ê de bo çareserkirina meseleya Kerkûkê
dê referandûmeke bêne çêkirin.Dewleta Tirk û Tirkmenan dixwazin rê li ber vê
referandûmê bigrin.Ji ber ku ev dizanin ku bi vê referandûmê hemû derew û
dêk û dolabên wan derkevin holê û Kerkûk wê bikeve sînora Kurdistana azad.
Kerkûk bajareke girîng ya Kurdistanê ye û ji ber yekê dijminên Kurdan
ditirsin ku Kerkûk bikeve destê Kurdan û bi vî avahî hêza Kurdan hin zêdetir
be.Her wiha girêdana bajara Kerkûkê bo îdareya hikumeta Kurdistanê wekî
pengavekî dawîn ya serxwebûna Kurdistanê tê dîtin û ditirsin ku bi Kerkûkê
Kurdistan welateke pirr pêþketî be.
Pispor û
stratejîstên Cîhanê jî gellek caran dîyar kirin ku bo dewleteke Kurdistanê
bajarê Kerkûk roleke bingehîn dizleyze.Tê dîyar kirin ku çarenivîsa bajarê
Kerkûkê çarenivîsê hemû perçeyên Kurdistana mezin e.Mijara Kerkûkê ji
mijarên din yên eleqedar bi baþûrê Kurdistanê cûda ye.Ji ber ku ev mijareke
neteweyî û stratejîk e.(HAWAR-DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|