|
Kurdistan
Tirkîye Beramberî Ecibandina
Rastîya Kurdistanê di Qada Navneteweyî de Neçare
HAWARDENGÛBAS / ANALÎZ
10
Kewçêr,2006 weþandin:01:13:24 (GDK)
HAWARDENGÛBAS--
Konjoktura Cîhanê ya salên dawî ku berjewndîyên DYE û Kurdan ketin heman riyê û
bi giþtî xebatên tevgera rizgarîxwaz ya Kurdistanî ji Cîhanê re vebûna derîyên
Kurdistanê pêk anî.Weþandina rapor,daxûyanî, dokuman, nûçeyên dawî alîkarîya
darîçav kirina hedefên nîhayî ya neteweya Kurd dikin.Divê Kurd vê yekê baþ
bihelsengînin.Di serî de Kurdên bakûr û bi giþtî hemû gelê Kurd.
Ji
ser hevdîtina Condoliza Rice û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî çend roj
derbas bûn,lê li Tirkîye hevdîtina dawî û bi giþtî têkîlîya Kurdan û Emerîka
tê nîqaþ kirin.
Heta
niha di planên Tirkan yê tune kirina hebûna Kurdan de rêbeza bingehîn ya
Dewleta Tirk înkar kirina hebûna neteweya Kurd bû.
Dewleta
Tirk bi salan têkoþîna xweli dijî Kurdan bi vî avahî meþand.Ji bo Tirkîye
encama herî xirab bidestxistina Kurdan ya nasnameyeke polîtîk di qada
navneteweyî de bû.
Çi bi
riya hêzên xwe çi bi riya bikaranîna "hin" Kurdan terorîze kirina navê
Kurdan de heta radeyek serkeftî bûn.
Lê belê
konjoktura Cîhanê ya salên dawî ku berjewndîyên DYE û Kurdan ketin heman
riyê û bi giþtî xebatên tevgera rizgarîxwaz ya Kurdistanî ji Cîhanê re
vebûna derîyên Kurdistanê pêk anî.
Heta niha Yekîtîya Ewrûpa û gellek hêzên Cîhanî beramberî rastîya Kurd û
Kurdistanê bêdeng
man.Bêgûman yek ji sedema vê yekê lawazîya xebatên Kurdan bû.Lê bi taybetî
di mehên dawî de di
helwesta wan hêzan kêm be jî guhertinên girîng rû dide.
Helwesta YE Hinek Diguhere
YE
Ewrûpa di mehen dawî ser hev derbarê rewþa Kurda de raporan amade
dike,biryaran verdigre û hwd.Bi taybetî di du raporên dawî de ser "netew
bûn" û "bê dewlet" bûna Kurdan hate balkiþandin.
Nûçeya
wan raporan di medyaya Tirkî de gellek deng veda û hate nirxandin.Raporên bi
vî rengî dibe sedema guherîna hin qalibên ser mêjîyan û di dema dirêj de
bandorên wan ên psîkolojîk heye.
Bi
taybetî civakeke wek Tirkan ku hin jî piranîya wan rastîya hebûna gelê Kurd
qebûl nakin.Her wiha ji alîyê DYE ve jî hin pêþketinên bi vî rengî derket
holê.Nexþeya ku di kovareke Emerîkî de hatibû weþandin û di vî nexþeyê de
Kurdistaneke mezin û serbixwe hebû û hin jî di nava raya giþtî ya Tirk de tê
nîqaþ kirin.
Weþandina rapor,daxûyanî,dokuman, nûçeyên bi vî rengî alîkarîya darîçav
kirina hedefên nîhayî ya neteweya Kurd dikin..
Nayê wê wateya ku DYE an jî YE ji niþka ve Kurdan hez kirin.Bê gûman ev
guhertin di çerçoveya
gûherîna berjewendîyên wan hêzan de pêk tê.Lê divê Kurd di çerçoveya
berjewndîyên hevbeþ de wan
firsendan bikarbînin.
Dewleta Tirk li beramberî hemû hêza xwe ya leþkerî,medyayê xwe ya mezin,bi
aborîya xwe,bi tecribeya
xwe dûrûdirêj ya dewletî,bi avantaja dewlet bûnê dîsa jî nikare wan
pêþketinên konjokturel ku di leha
Kurdan de ye nikare asteng bike.
Dewleta
tirk di wan rojan him bi wan pêþketinana him jî biryarên derbarê komkujîya
Eremenîyan de di tengasîyê de ye.
Divê
Kurd vê yekê baþ bihelsengînin.Di serî de Kurdên bakûr û bi giþtî hemû gelê
Kurd...
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|