|
Layê Kurdistanî
|

Terora Dewleta Tirk
|
Hin jî
rexistin û weþanên Kurdî bûyeran bi avayekî çewt radigihînin û li þûna ku
Dewleta Tirk þermezar bikin mijarên di rêza dûyemîn derdixin pêþ lê divê
Kurd li hember tehdîtên Tirkan divê
hezên xwe yek bikin û vê firsendê bo deþîfre kirina kiryarên Dewleta Tirk û
pêkanîna xwestekên neteweyîya gelê Kurd bikarbînin.
Divê vê
hêz û tevgera ku li bakûr peyda bûye bo doz û dazxwazên neteweyî bê
bikaranîn.
Bo vê
yekê jî divê li her cihê terora dewleta Tirk were þermezar kirin,medyaya
Cîhanê were agahdarkirin û potansyola li bakûr bi metodên reel û aqilene bo
çareserkirina kêþeya Kurd li ba kûr were qanalîze kirin.
Bi
avakirina enîyek neteweyî bo bakûr,avakirina televizyonek
neteweyî,bieleqedar bûyîna kêþeyên civaka Kurd li bakûr,bi çalaktir
bikaranîna kirina medyaya Kurdî,bi geþtirkirina dîplomasîya Kurdî û bi
aqilene bikaranîna amûrên heyî û bi xurtir kirina xebatan ser xêzeke
neteweyî û bi Kurdistana azad re mil bi mil divê piþtgirî li bakûrê
Kurdistanê bê dayîn û divê berî her tiþtî hedefa yekemîn dewleta Tirk be.
Panoramaya Bûyerên li Bakûrê
Kurdistanê
28 Adar
Li Amedê
Polîs ser meþa ku bo protesto kirina qetl kirina gerîllayên PKKyê di hat li
dar xistin êrîþ kir.
Cenazeyên
4 gerîllayên PKKê ku di operesyoneke de jiyana xwe ji dest da bûn serê
sibê li Amedê ji alîyê girseyeke mezin
ve hate pêþvazî kirin.Piþtî veþartina cenazeyan li goristana Yenikoy, girse
dest bi meþê kirin.Piþtî demeþê navbera polîs û xwepêþanderan de pevçûn
derket.Ciwanan bombeyen molotolf avêtin polîsan. Polîs jî bi tundî êrîþî
ser girse kir. Piþtre jî alozî li seranserî Amedê belav bû.Dema êrîþên
polîsan de gelek kes brîndar bûn.Polîs gule barand ser gel.Li Amedê
dikkanan hatin girtin.Li Amedê timên Taybet û leþkerên tirk ji bo pêþiya
bûyeran bigirin daketin nava bajêr.Li Edeneyê jî piþtî veþatina termên gerîllayan
de alozî derket , bûyerên tundîyê rûda polîs êrîþî ser xwepêþandaran kir.Li
Ofîsê ser avahîya MHPyê bi keviran hate êrîþkirin. Her wiha li Êlîh û Sêrtê
jî bûyerên heman rengî rû da.
29 Adar
150
zêdetir brîndar bû û 3 kes jî jiyana xwe ji dest da.Seranserê Amedê ji
aliyê polîsan, hêzên çevîk, tîmên taybet û leþkeran ve hatin e
dagirkirin.Dikkan û kargehan jî îro nehate vekirin.Li gelek deverên bajêr
jî tanq hatin bicihkirin.Ji ber ku hêzên polîsan têrî pêþî girtina
çalakiyan nekir, ji bajarên wekî Mêrdîn, Êlih, Elezîz, Riha û Meletiyê
ekîbên girêdayî miduriyetên ewlehiyê þandin Amedê. Hate hînbûn ku ji
16'emîn Tugaya Bizirx a li navçeya Erxena Amedê gelek personel û tanqên bi
zirx, di demên serê sibehê de li 7'emîn Fermandariya Kolorduyê hatine bicihkirin.Çalakvanan
bi taybetî êrîþî dezgehên dewleta Tirk dikin.Her polîs jî wan bûyeran
firsend dibîne û êrîþî ser gel dike.Hêzên dewleta Tirk ku daketin kolanan û
êrîþî gel û mal û dikanên kirin. Camên deriyên gelek mal û kargehan jî
þikestin. Çend hemwelatiyên ku ji derve bûn jî rastî tehdîtên hêzên
ewlehiyê hatin. Di çalakiyê de zarokên biçûk rastî lêdanê hatin, jin jî bi
copan hatin tehdîtkirin.
30 Adar
Li
Amedê hemû dikkan hatin girtî û
xwendekarên zankoya Dîcleyê jî neçûn dersan û zanko boykot kirin.Li
dersxaneyan de jî ders nehate kirin. 3 kesên di encama gulebarana polîsan
de jiyana xwe ji dest dan a li Goristana Yenîkoy de bi merasîmeke mezin
hatin veþartin.Hejmara girseya ku cenazeyê gihîþt 100 hezarî. Piþtî
merasîmê nêzî 100 kesên beþdarî merasîmê bûn, ber bi mala taziyeyê ve dest
bi meþê kir. merasîmê jî alozîyên mezin derket û hêzên dewletên Tirk
ciwanek din jî kuþt.Li Batmanê li gelek cihên bajêr leþker hatin
bicihkirin. Hate ragihandin ku polîsan çalakvanek ji qata 4'an a avahiyekê
avêtiye xwarê.Çalakvanên ku polîsan avêt xwarê û lingê wî þikest, hate
binçavkirin.Birîndarên din jî rakirin Nexweþxaneya Dewletê ya Êlihê.Avahiya
MHP'ê,avahiya Finans Bankê û gelek
sazîyên dewletê jî hate þewitandin.Li Wan,Riha,Sêrt,Mêrsîn,Mêrdîn, Qoser û
Stenbolê jî zextên dewleta Tirk bi xwepêþandanan hate þermezar kirin.
31 Adar
bi sedan tîmên taybet li Amed,Sêrt û li hin bajarên din
avêtinser malan û bi sedan kes bilêdan û heqeretan girtin bin çavan.Bi
taybetî li Amedê taciz û êrîþên ser berdewam dike.Polîs zextê ser gel
dikin.Tê dîyar kirin ku ser kesên binçav kirî êþkence tê kirin.Hersa gel ji
ber bikaranîna çekên rast û kuþtina mirovên sivîl û bê tawan zêde dibe.Kurd
bi fikarin ku êrîþên hovane zêdetir bibin. Wezîrê nevxwe ya Dewleta Tirk
Abdulkadîr Aksu hate Amedê.Wekî tê
zanîn Abdulkadî Aksu yek ji dijmînê gelê Kurd e û ligor wî pirsgirêka
Kurdistan nîne û divê çareserkirina bûyerên li Amedê jî zêdekirina hêzên
lêþkerî pêwîst e.li Batmanî alozî berdewam kir.Li navçeya Geverê ya
Culemêrgê ji bo piþtgiriyê bidin çalakiyên li Amedê, komeke qelebalix bi
agir barîkat çêkirine, polîsan jî bi panzeran li nêzî barîkatê cihê xwe
girtin e.Li Geverê hemû esnafên navçeyê derabeyên dikanan girtine.Li Geverê
alozî didome.Li Dêrsîmê jî bi sedan kes li Kuçeya Hûnerê li hev civîyan û
bi dirûþmeyên wekî, "Gelê Amedê bi tenê nîne", "Gelê me dê
hesabê bipirse" heta Suka Binerdê meþiyan. Di dema meþê de polîs bi
panzer û robokopan tedbîrên berfireh girtin.Endamê komîsyona YE Olli Rehn
got “Em ji bûyeran bi fikar temaþe dikin û em bawerin kêþebi riyên
demokratîk werin çareser kirin”.Ji ber gotinên Serokê Þaredarîya Amedê ku “êþa me 14 bû niha bûye 16” wezareta
hundir a dewleta Tirk derbarê Baydermîr lêpirsîn hate dest pêkirin.
1-2 Nîsan
Li Qoserê di encama êrîþan de kesek hate kuþtin..Li Gever,
Wan,Sêrt,Riha,Þirnex, Mêrdîn, Dêrsîm, Stenbol,Îzmîr û di hin bajarên din de
jî alozî çêbû.Li Amedê 2 kesên din yên brîndar jiyana xweji dest dan. Li
Qoserê polêsan êrîþî ser protestoya Kurdan kirin û di encamê de 2 Kurd hate
kuþtin.Serokê þaxê Batmanê ya partîya Civaka Demokratîk hate girtin.Hejmara
gitîyan gihêþ ser 400ê.
3 Nîsan
Li Wêranþehra Rihayê de jî xwepêþandan çêbû û poîsan êrîþî
çalakîyê kir ser, cerdevanek gêj gule berda ser gel.Cerdevan bi avayekî dîn
bûyî dehan gule reþand ser gelê Wêranþehrê .Lê guleyên wî bû sedema brîndar
bûna polîsekî.
4 Nîsan
Li Bîrecîkê Kurdan xwepêþandanek li dijî
zextên Tirkîye li dar xist.Li Dêrsîmê ber avahîya AKP de protestoya Kurdan
hebû.Li Qoserên dikkan nehatin vekirin.
|