|
Beþa Kurdistan
KurteNûçe
Hiþyarî:Ger di
nûçeyekê raveyeke tune be mafên vê nûçeyê ya HAWARDENGÛBAS.com e.
Derîyên Zanîngeha Kurdistan ya Hewlêrê Bo
Hemû Perçeyên Kurdistanê Vekirîye
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
11 Avrêl, 2006
Di daxûyanîya
vekirina Zankoya Kurdistanê de hate diyarkirin, zanîngeha Kurdistanê li
Hewlêrê, zanîngeheka serbixwe ye, xwendin tê de belaþ e, zimanê îngilîzî
zimanê xwendinê û hemû karûbarên zanistî û kargêrî ye û tê de beþên siyaset
û têkiliyên navneteweyî, civaknasî, aborî û kargêrî, teknolojiyaya Mmedyayê
û dîrokê hene.
Weke
gava yekem jî dê cî bide 400 xwendekarên ko beþa þeþê amadeyî qedandine û
ji bo sala xwendinê ya 2006 –2007ê dê bêne wergirtin. Herweha bê cidahiya
neteweyî û olî û siyasî, dê cî bide xwendekarên ji hemû beþên Kurdistanê û
yên salmezin jî dikarin li vê zanîngehê bixwînin bi þertê ko koma nimreyên
wan ji 75 ê kêmtir nebe û taqiyên berahiyê yên zimanê ingilîzî û
agahdariyên giþtî jî derbas bikin.(pna)
Barîna Barana Zêde Li hin bajarên Kurdistana
Azad de bû sedema lehîyan.
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
11 Avrêl, 2006
Bahoz û
barana ku li hemû bajar û gundên Kurdistana Azad bariya,bû sedema ziyanên
mezin ji hemwelatiyan re,her weha
hemû riyên herêmê hatin girtin.
Hat
zanîn ku birêvebirya keþ û hewayê ya Bexda ragihand ku xurtbûna ba li
Kerkûkê gihîþtiye 80 Km di demjimêrekê de
Civîna Yekîtîya û Demokratîk ya Kurd
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
19 Avrêl, 2006
Guruba
Xebata Neteweyî û Demokratîk a Kurd hewl dide ku bi gor perspektîfên ku di
encama civînên 4ê Îlonê 2005an li Enqerê û 17-18ê Çileya Paþînê li Diyarbekirê
de diyar bibû; þexsiyet û hêzên siyasî yên Kurd berbihev bîne, di navbera
wan de nêzîkbûn û hevkariyê pêkbîne û di dawiyê de jî yekîtiya neteweya
Kurd ya ku bikaribe firehiya Kurdan hemêz bike, damezirîne.
PÊÞWAZÎ
JI BO CIVÎNA YEKÎTIYA NETEWÎ Û DEMOKRATÎK YA KURD
Guruba
Xebata Neteweyî û Demokratîk a Kurd hewl dide ku bi gor perspektîfên ku di
encama civînên 4ê Îlonê 2005an li Enqerê û 17-18ê Çileya Paþînê li
Diyarbekirê de diyar bibû; þexsiyet û hêzên siyasî yên Kurd berbihev bîne,
di navbera wan de nêzîkbûn û hevkariyê pêkbîne û di dawiyê de jî yekîtiya
neteweya Kurd ya ku bikaribe firehiya Kurdan hemêz bike, damezirîne.
Di
çarçoveyê perspektîfa “Esasê pirsa Kurd, destxistina mafê xweîfadekirina bi
azadî ya ji alî huquqî, siyasî û îdarî û xweîdarekirina li ser axa xwe wekî
neteweyên din yê li ruyê dinyayê ye,”; Guruba Xebata Neteweyî û Demokratîk
a Kurd, piþtî civîna Diyarbekir biryar girt ku di civînên herêman de esas û
metodên yekîtiyê bide nîqaþkirin û bikemilîne.
Bi vê
mebestê wê Civîna Herêmê ya Stenbolê jî were li darxistin.
Di
civînê de wê bi giranî li ser;
1.
Yekîtiyeke çawa,
2. Û bi
kîjan perspektîf,v bê sekinandin..
Ji bo
beþdariya we ya civînê ku wê bibe sedemê nîqaþên bi berhem û pêþniyarên
konkret, em ji niha ve ji we re sipas dikin û serkeftinê dixwazin.
Komîsyona Stenbolê ya Guruba Xebata Neteweyî û Demokratîk a Kurd
Tarîx :
23 Nîsan 2006 / Yekþem
Seet :
11.00v Cîh : LARESPARK HOTEL
Topçu
Caddesi No:23
Taksim –
Ýstanbul Tel. a Otelê. : 0.212.2545100
Faksa
Otelê. : 0.212.2373463
Ji bo
Têkiliyê (Endamên Komîsyona Stenbolê)
Mehmet
Celal Baykara
Sinan
Çiftyurek
Suphi
Orak
0.533.576
55 88
0.535.668
69 78
0.537.266
28 28
|