|
Beþa Kurdistan
Arteþa Tirk xwest,dozger Sarikaya
ji kar hate dûrxistin;
Ma Gelo Hûn Heta Kengî
Rastîyan Veþêrin!
22
Nîsan, 2006 09:12:43 (GDK)
|

Di bûyera
Þemzînanê de Dewleta Tirk bi eþkereyî ser sûc hate zeft kirin.Gelek Tirk
tehemmûlî vê tiþtî nakin û dibêjin ”Bo ewlekarîya Dewletê her tiþt rewa
ye”.Ev raman jî paþverûya zihnîyeta wan nîþan dide
|
HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan--Komîsyona Þemzînanê ya Parlemena Tirkan bi
hewlên arteþa Tirk û dewleta kûr ve bûyerên Þemzînên de Dewleta Tirk wekî
"bêtawan" hate îlan kirin û sîyaseta qirêj ya 80 salî a Dewleta
Tirk berdewam kir,dîsa di bin navê PKK de gelê Kurd hate sûcdar kirin.Dawîyê
de jî arteþa Tirk sizaya Ferhat Sarîkaya jî birî û ji kar hate dûr xistin.
Nûçe – Þîrove / Hesen DILGEÞ
Bi
yaseya nû ya "têkoþîna dijî terorê" re jî zextên giran tê ser
gelê bakûrê Kurdistanê.Ji hemû lîstikên kûr dîsa gelê Kurd wê zirarê
bibînê.
Her wiha
bi yasaya nû re terorîstên Dewleta Tirk wek serbaz Alî Kaya jî wê serbest
werin berdan.Di rapora komîsyona Þemzînanê de hatibû gotin ku hemû îdîayên
Dozgêrê Wanê bêbingeh in û têkilîdanîna bombekirina kitêbxana Seferî Yilmaz
bi leþkeran re ’fantaziyeke huqûqî” ye.
Dozger Ferhat Sarikaya ji wezîfe
hate dûr xistin
Dewleta
Tirk tehemmulî eþkere kirina rastîyan nekir bi beralîkirina arteþa Tirk û
herî dawîyê de jî doh Ferhat Sarîkaya ji wezîfeya xwe hate dûr xistin.Hin
di destpêka bûyerên Þemzînanê de dîybar bû bû ku Dewleta Tirk harî dawîyê
vê mijarê bi dêkûdolaban veþêre.Ji ber ku ev sîyaset li Tirkîyeyê 80 sale
neguherî ye.
Baroyên li bakûrê Kurdistanê
îxraçkirina ji peywirê a Sarikaya þermezar kir
Baroyên
li Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar li dijî biryara Lijneya Bilind a
Dadger û Dozgeran, a der heqê Dozgerê Wanê Ferhat Sarikaya de derket û
biryar þermezar kir.
Tirkîye jixwe
tu pêþketinên bo Kurdan ji dil nekiribû û hemû hêzên tarî li pêy xirab
kirina rewþa heyî ya bakûrê Kurdistanê bûn.Niha jî bi yasaya nû ya “dijî
terorê” re dixwazin zextên li ser bakûrê Kurdistanê zêdetir bikin û navê
Kurdan bi hinceta PKK terorrîze bikin û piþtre jî bi heman hincetê jî êrîþî
deskeftîyên Kurdistana Azad bikin.Ji ber vê yekê divê rexistinên Kurdan li
þûna ku banga hestîyarîyê li gelê bakûrê Kurdistanê bikin, ji bo pûc
derxistina planên dijminên Kurdan bi çalakî,meþ û xebatên cur bi cur bi
taybetî li nava welat bikevin liv û tevgerê.
DÎGÎAD: Hiþkbûna zagonan 'terorê'
naqedîne
Serokê
Lijneya Rêveberiya DÎGÎAD'ê Abdulkadîr Alakuþ, Zagona Têkoþîna Bi Terorê Re
ya ku bûyerên li Amedê qewimîn wek hincet hatin nîþandan û hate derxistin,
rexne kir. Alakuþ hiþyariya "Hiþkkirina zagonan dê bûyerên terorê dê
neqedîne. Berovajiyê vê yekê, dê bibe sedema kûrbûna bûyeran. Bûyerên
þîdetê wek mane têne nîþandan û zagon têne derxistin. Mîna ku bûyerên
awarte têne jiyandin nîþan didin û ev yek jî dê gelek tiþt bi civakê bide
wendakirin" kir.
Dewleta Tirk wek 80 salê rabirdû
li pêy veþartina terora xwe û qedandina heyîna Kurdan e
Piþtî
bûyerên li Þemzînanê rayedarên Dewleta Tirk
dîyarkiribûn ku wê “Em herin ser vê bûyerê û tawanbaran derxînin ber
dadê,ev tawanbar ji nava dewletê be jî”.
Lê
politikaya 80 salîya Dewleta Tirk ku ser bingeha tune kirina hebûna Kurd û
Kurdistanê hatîye avakirin dîsa xwe neguherand.
Pêþî bo
xepandina raya giþtîyê Cîhanê hin
daxûyanîyên derew hate kirin û niha jî “tola derxistina holê terora Dewleta
Tirk ji alîyê gelê Þemzînanê ve” tê girtin.
Wek
zanîn di meha Adarê de jî bi îddanameya serdozgerê Wanê jî Terora Arteþa
Tirk hatibû eþkere kirin û ev mijar Tirkîye bi rojan di rojevê de ma
bû.
Serdozgerê
Tirk Ferhat Sarikaya, li ser bûyerên Þemzînanê de bo Fermandarê
Giþtî yê Hêzên Bejayî ya Artêþa Tirk Yaþar Buyukanit de di îddia name de
destnîþan kiri bû ku ji ber ku bersûcê Þemzînan parastiye û ji bo yek ji
wan berbaz Alî Kaya gotibû “ez wî nas dikim û ew kurekî baþ e” ji ber vê
yekê ser hiquqê bibandor bûye.
Di
îdîanameya bûyerê ku ji hêla Ferhat Sarikaya ve hati bû amadekirin, dema
behsa JÎTEM'ê dikir, sûdê ji îfadeyên Abdulkadîr Aygan ku demek dirêj ji bo
JÎTEM'ê xebitiye,hati bû girtin û têkildarî mijarê wiha hati bû gotin:
"Îtîrafkarê PKK'ê Abdulkadir Aygan li gorî agahiyên di çapemeniyê de
derketîn dibêje ku li ser navê JÎTEM'ê xebitiye.
Ew di
nav tîmên kuþtina niviskar Musa Anter de cih girtiye. Îtîrafkarê PKK'ê
gotiye; 'Me Musa Anter kuþtiye' bi van îtîrafên xwe kuþtina Murat Aslan jî
ku 10 sal berê hatiye kuþtin û li Silopî hatiye binaxkirin, derxiste holê.
Aygan di îtîrafên xwe de gotiye 'Çalakiya me ya herî mezin kuþtina Musa
Anter bû' Pirtuka bi navê 'Îtîrafçi' ku ji hêla Tîmur Þahan û Ugur Balik ve
hatiye nivisandin, serdemekê ronî dike."
Bi avayekî zelal eþkere bûyîna Têkîlîya Arteþa Tirk
terorkirina gelê Kurd de di çapamenîya Biyanî û Tirkan de cîheke mezin
girti bû.Gelek rojnameyên bîyanê ser vê bûyerê bi nûçe û þîroveyan sekinî
bûn.
Nijadperestên Tirk ji vê pêþketinê nerazîn e û dibêjin “tê
xwesitin ku rûmeta arteþa Tirk were þikandin”.Her wiha nivîskar û
rojnamegerên Kurd jî piþtê arteþêdigrin.
Bûyerên Þemzînanê
Çawa Destpêkir
|

“Nexþeya Kuþtina
Kurdan” ku ji Erebeya serbazên Tirk Derketibû.
|
Li Þemzînanê Pirtûkxaneya Umut 11 Sermaweza 2005’san de ji
alîyê 2 serbaz û çawiþekî pispor bombe hatibû avêtin û di encamê de M.
Zahîr Korkmaz jiyana xwe ji dest da bû û Metîn Korkmaz jî birîndar bû bû û
piþtî bûyerê gelê Þemzînanê êrîþ biribûn ser erebeya ku ya serbazan bû û bi
rojan çalakîyên gelê þemzînanê berdewam kiribû.
Çawiþê Tirk bi navê Tanju ku
de ji erebeyê derketibû û gûle weþandi bû ser gelê Þemzînanê û bû bû
mirîna Kurdekê bi navê Alî Yilmaz di encama dadgehêde serbest hatibû
berdan.
Bûyer wekî “Susurluka Duyemîn”
tê binavkirin.
9 sal berê seyareyek ber riya Susurlukê(navçeyekê Tirkîye)
qeza kiribû û piþtî vê rûdanê têkîlîyên qirêj yên mafya,dewleta tirk,polîs
û hin serekêþîrên eslkurd derketibû holê.
Di bûyera Þemzînanê de jî serbaz telefonê kuþtarê bisedan Kurd xwînxwar Mehmet Aðar
kirin e û derdikeve holê ku dîsa lîstikên li dijî gelê Kurd heman avahî tê
meþandin û êrîþên ser Kurdan hin jî
ji parlemana Tirkîye tê birêvebirin ku Mehmet Aðar niha parlmeneter e û
serokê partîya DYP(partîya Çîller a hov) ye.
Di dîroka Komara Tirk de ser gelê Kurd bi sedan car bûyerên bi
vê rengî hat kirin lê yekemîn care ku ewqas vekirî sûcdarên bûyerê tên
girtin.Bi avayekî zelal dewleta Tirk bi her avahî (an bixwe-an jî bi destê
hêzên din) karên teroristî dimeþîne.
Di bûyerên Þemzînanê de Çawiþê Tirk bi navê Tanju ku de ji erebeyê derketibû û gûle weþandi bû
ser gelê Þemzînanê û bû bû mirîna Kurdekê bi navê Alî Yilmaz di encama
dadgeha duh de serbest hate berdan.
Hin vê demê de eþkere bû ku Dewleta Tirkîye xwedî li terora
xwe derdikeve dixwaze ser skandala Þemzînanê û terora xwe bigre.
|