|
Beþa Kurdistan
Celal Talabanî Bo 4 Salan
Serokkomarê Iraqê ye û Qeyrana Sîyasî Çareser Bû
23
Nîsan, 2006 13:32:45 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,BEXDA,Iraq--Serokê Yekîtîya
Niþtimanê Kurdistanê Celal Talabanî di hikumeta daîmîya Iraqê de bo 4 salan
wek serokkomar hate pejirandin.
Li Iraqê
qeyrana sîyasî jî ber bi çareser bûyînê ve diçe.Gelê Kurd jî ji Caferî
rizgar bûn.
Hevbendiya
Kurdistanê dilxweþiya xwe beramber hilbijartina El-Malikî anî ziman, û
Eniya Tewafiq Ya Suneyên Iraqê jî razîbûna xwe diyar kirin.
Serokê
Yekîtîya Niþtimanê Kurdistanê Celal Talabanî di hikumeta daîmîya Iraqê de
bo 4 salan wek serokkomar hate pejirandin.
Serokên
lîsta Hevalbenda Þîîyan li Bexdayê civînek çapemeniyê li dar xist û tê de
Ebdilezîz El.Hekîm serokê lîsta navhatî bi awakî fermî berendamtiya Cewad
El.Malîkî ji bo posta serokwezîrtiya Îraqê ragihand û got: "Emê bi
lîstên din re bicivin ji bo ku li ser berendamên hemû aliyan yên postên
serdariyê li hev bikin. El.Hekîm herweha jî piþtrast kir ku di vî warî de
ti problem nîne.
Cewad El
Malikî berbijarê lîsta Îtîlafa Þîiyan bo posta serokwezîrî eþkere kir, heta
3 rêojan dê hikumeta nû were pêkanîn.
Di
kongireyekê rojnamevanî de ku li bajarê Bexda birêçû Malikî got:
"Liser bingeha nasîna nîþtîmanî em hewil didin ku yek malbat û yek alî
pêkbînin ji bo serkirdayetî kirina pirosesa siyasî ya welatî û arîkariya
hevdu ji bona bersivdana terorê û gendeliya îdarî. Malikî daxwaz ji gelên
Îraqê kir ku rêzên xwe bikin yek û yekgirtî bin û di yek çeper de rawestin
û ragehand, ew dê kar ket ji bo nehêlana zulmê liser gelên Îraqê bi Sunnî û
Þîiy û Kurd û Aþûrî û Yezîdî ve ku di bin zulm û zoriya diktatoriyetê de
bûn"
Talabanî
Serokkomar, Mehmûd Meþhedanî serokê parlamento, Eyad Elawî dibe cigirê
serokkomar
Hate ragihandin
ku Serokê lîsta Îtîlafê Ebdilezîz El.Hekîm
ji bo berendamiyên xwe yên bo
postên serokatiyê qebûl kirine. Wek berbijarkirina Serok Celal Talebanî bo posta
"Serokkomarî" û Mehmûd Meþhedanî bo posta "Serokê
perlemento" yê û Eyad Elawî bo posta "cîgirê Serokkomar"
Kurd ji Caferî xilas bûn
Wekî tê
zanîn Caferî 2 meh berê behî ku destura Hikumeta Iraqê bistîne çû bû
Tirkîye.Serkomarê Iraqê û serokê YNKê Celal Talabanî û serokê Kurdistanê bi
tundî serdena Caferî rexne kiri bûn û vê serdanê wekî serdaneke ne qanûnî
nirxand, bûn.Di vê serdan û têkîlîyên Tirkîye û Caferî de armanc bêbandor
kirina hêzên Kurdistanî û Caferî jî pêy bidestxistina berjewendîyên xwe yên
þexsî bû.Kurd ji helwestên Caferî di serî de nerazî bûn û di dawî de jî
Caferî neçar ma û vekiþîya.
|