|
Beþa Kurdistan
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî;
Serxwebûn bo gelê Kurd wekî neteweyek ji mafê xwe yê siruþtîye
12
Nîsan, 2006 02:22:23 (GDK)
|

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî
|
HAWARDENGÛBAS,HEWLÊR,Kurdistan--. Doh bo bîranîna rêberê serhilanê salên
1922'an Þêx Mehmûd Berzencî ji alîyê wezareta rewþenbîrî yê hikumeta
Kurdistanê ve li Hewlêrê festîvalek hate li dar xistin.Serokê Kurdistanê jî
yek ji axaftvanê vê festîvalê bû li ser çend xalan peyamên girîng da.
Ji bo
bîranîna rêberê serhildanê salên 1922'an Þêx Mehmûd Berzencî doh ji alîyê
wezareta rewþenbîrî yê hikumeta Kurdistanê ve bi navê “Þêx Mehmûd Hefîd,
hikûmet û Þoreþên wî” li Hewlêrê festîvalek hate li dar xistin.Serokê
Kurdistanê jî yek ji axaftvanê vê festîvalê bû.
Serokê Kurdistanê
wekî her carê bi eþkereyî ser hin xalan de axifî û got ; Wekî her
neteweyeke din, ji mafên Kurdane jî dewletek wan hebe û hevdu bigrin.Her
çiqas dijmin û nehezên gel nehêþtin ku dewletên Kurdan temen indirêj be û
zû ji navbirin, lê ev bû rastîyeke ku di mêjka her Kurdekî de maye û ta
dunya maye her dimîne.
Di þera
yekemîn yê cîhanê de, heger ji Kurdan bihatiba pirs kirin, bêgûman wekî her
mileteke din Kuran jî serbixweyî hidibjard, ji ber ku wekî neteweyek ji mafê xwe yê siruþtîye. Îroro
em dizanin neheqîyek ser me hatîye ferizkirin û em dabeþkirine, nabê em
bitirsin dema em li ser wê neheqîyê û wê xedra li me hatîye kirin biaxifin.
Serokê
Kurdistanê Mesûd Barzanî axaftina
xwe wiha dom kir; “Ez soz didim gelê Kurd da ku pêkol bo damezrandina
hikûmetek yekbûyî û yasayî bê kirin ku milet li hemû tiþtekî agahdar be û
bi þêweyeke demokrasî hemû tiþtan were cêbecêbikin. Herwiha balkiþand ku
asayîþ û aborîya Kurdistanê ji berê baþtire her çiqas ku hinek kêmasîyên
destûr li Bexda mane û xebat bo çareserkirinê wan arîþeyan jî didome.
Serokê
Kurdistanê li dawîya axaftina xwe de girîngîya ciwanên Kurdistanê bal
kiþand û got: Bila ciwanên welêt xebat bikin ku ewê niha heye baþtir bikin,
lê dîroka xwe yê tijî ji serwerî û mezinahîyê biçûk û bê nirx nekin.
Festîvala
Þêx Mehmûd Berzancî wê sê rojan bidome û çendîn kesayetî naskirî ronahî bidine
ser alîyên Þoreþa Þêx Mehmûd Berzencî.
Pêywendîdar;
Þêx Mehmûd Berzencî rêber û þoreþgerê kurd
li baþûrê Kurdistanê bû.
Þêx Mehmûdê Berzencî kurê þêxê qadirî, Þêx Seîd e. Piþtî ku
bavê wî di sala 1908ê de, ji alî Osmaniyan ve hate kuþtin, Þêx Mehmûd dewsa
wî girt. Di salên Þerê Cîhanê ê Yekê de, ji bo avakrina dewleteke serbixwe
ya Kurdistanê xebitî. Bi vê armancê, bi kurdên rojhilatê Kurdistanê re
tifaq danî û li hember ingilîz û ereban þer kir.
Piþtî perçebûna xaka
Kurdistan bi peymana Lozanê re gelek serhildanên Kurdî çêbû û tu serhildan
jî negihîþt encamê.Bi Peymana Lozenê re Îngilizan bûbûn deshilatdarê
Iraqê.Di dema desthilatdarîya Ingîlizan de politikayeke dûalî hat meþandin.
1922 de Þêx Mehmud hikumata Kurdistanê avadikir û xwe weke
Melikê Kurdistanê radihand û ev hikûmet ji alîy Brîtanîyan ve hate rûxandin
û piþtre jî du caran dewleta serbixwe îlan kir, xwe jî qralê dewletê nîþan
da.Lê encam dîsa eynî bû. Li hember êrîþên ereb û ingilîzan heta sala 1932ê
li ber xwe da. Þêx di sala 1956ê de çû ser dilovaniya xwe.
|