|
Beþa Kurdistan
KurteNûçe
Hiþyarî:Ger di nûçeyekê
raveyeke tune be mafên vê nûçeyê ya HAWARDENGÛBAS.com e.
Li Qoserê Bav û Keçekî ji alîyê dewleta Tirk
ve bi 31 guleyan hate kuþtin
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
09 Pûþper, 2006
Li
Qoserê, bûyereke din a wek Ugur Kaymaz, di rojevê de ye.Li ser qetilkirina
Selahatttin Aksu û keça wî ya 7 salî de, agahiyên nû derketin holê. Hate
tespîtkirin, ku bav û keç bi tam 31 gulleyan hatine kuþtin.Otopsiya
Selahattin Aksu û keça wî Rozerîn a 7 salî, ku li keviya kanala avdaniyê ya
gundê ya Yaþar a ser bi navçeya Qoserê, kuþtî hatibûn dîtin, bi dawî bû.
Otopsî li saziya tibba edlî ya Amedê hate kirin.Di otopsiyê de tê
diyarkirin, li ser bedenna Selahattin Aksu 20 û li ser bedana Rozerîna 7
salî-jî 11 gulle hatine dîtin. Rapora otopsiyê diyar dike, hemû gulleyên ji
bedenan hatine derxistin yên çekên menzîldirêj ên keleþnîkof in.
Balkêþe, dengê van gulleyan zêde ne û lewma dikarin li qereqola nêzîkî cihê
bûyerê bê bihîstin, lê belê, piþtî ku gundiyan xeber dan, leþker çûn cihê
bûyerê.Ser bûyerê lekolîn berdewamin. (hawardengûbas)
Mesûd Barzanî:"Ji mafê Netewa Kurd e bibe yek
û dewleta xwe a serbixwe avabike"
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
09 Pûþper, 2006
Di hevdîtinek taybet de li
gel rojnameya Þerq El=Ewset li hevîngeha Pîr Mam birêz Mesûd Barzanî serokê
Kurdistanê xuyakir ku sedema serkeftina me ewe me dev ji çanda tolvekirinê
berda û sîyaseta lihevhatinê û efuyê bi kar anî.
Sebaret pirsa hêvîya Kurdistana mezin, birêz serokê Kurdistanê got: ev
mesela pir girînge û hestyare, gelê Kurd netewe.. Kurd neteweke toþî
sitemkarîyek mezin bûye di dîrokê de, vê gelî rêfrandom nekirî gelo
serbixwebûnê dixwaze yan li tevhevî li gel vê dewletê yan ewê din, û mafê
xwe di serbixwebûnê de tu carî wernegirtî, heru împratorîyetên Îranê û
Osmanîyan berî 500 sal karkirin li ser paçekirina Kurdistanê, û piþtî
hevpeymanan di cenga cîhanê a yekem de serkeftin hatin Kurdistan dabeþî ser
vê rewþê niha kirin, raste vê parçekirinê ji her parçekî re taybetmendîyek
jêre çêkir, lê mafê gelê Kurd yê rewa ye bibe yek û dewleta xwe yê serbixwe
avabike, lê divê em waqiî bin û em dizanin ev tiþt di vê demê de zehmete, em
daxwaza çareserîyek demokratîk aþtîyane ji doza Kurdî re dikin, li geo
taybetmendîya her parçekê, lê meselê yekbûna netewa Kurd û avakirina dewleta
Kurdistanê mafekî sirûþtîye û mafekî rewa ye.(pna)
Serokê
Kurdistanê:"Aramiya Kurdistanê, ji meþandina siyaseta qebûlkirina hevdu ye"
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
09 Pûþper, 2006
Serokê Kurdistanê
hevpeyvînekê xwe ya bi rojnameya Þerqulewset de ser rewþa Kurdistanê û derbarê
hin mijaran de wiha got "Nepeniya rewþa arama Kurdistanê, meþandina siyaseta
qebûlkirina hevdu û dilferehî û jibîrkirina rabûrî ye.Me hemû hewl dan ku em
azmûna xwe veguhêzin hemû Îraqê, lê belê mixabin birayên me ereb li þûna
kultura lêbuhrîn û dilferehiyê, kultura tolhildanê û kerb û kînan meþand.
Me li Kurdistanê hemû pirsgirêk çareser kirine û me
bingehek ji bo yekbûna nîþtimanî daniye, herweha jî em xebitîne û berdewam
jî em ji bo rewþenbîrkirina gelê Kurdistanê dixebitin, lewra jî eger ku her
grûpeka siyasî bêt û karekê wisa bike ku bêhna dijatî û çêkirina aloziyan di
nav gel de jê bê, wê demê dezgehên qanûniyên hukûmetê dê rola xwe bilîzin û
dê dev ji wan ji hizirên nerênî berbidin yên li ber yekbûna nîþtimanî dibin
rêgir û azadiyên kurdan binpê dikin.
Xwedayê mezin xwezayekê bedew daye Kurdistanê wek ava
paqij, axa çandinê û sermiyanên kanzayî, ji tevan jî girîngtir ew e ku
jêhatin û behremendiyeka mezin di nav gelê Kurdistanê de heye, lewra jî em
dixwazin mifayê ji azmûna Dubey bibînin û belkî jî ji Dubey bêtir pêþ
bikevin, ji bo vê yekê çendîn kompanyayên biyanî hatine ku dixwazin
sermiyanên xwe li Kurdistanê bêxin kar".(pna)
|