|
Beþa Kurdistan
KurteNûçe Hiþyarî:Ger di nûçeyekê
raveyeke tune be mafên vê nûçeyê ya HAWARDENGÛBAS.com e.
Kurdan Encumena Pîran ya Holenda jî birin
aliyê xwe
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
20 Pûþper, 2006
Di
çarçoveya çalakiyên kurdên li Holenda û bi mebesta þîrove kirina rewþa
kurdan û welatê wan kurdistan ji raya giþtî ya Holenda re, û bi mebesta
afirandina çarçoveyeke yekbûyî ji bo kurdên li Holenda ne, di roja
20/6/2006.an de li avahiya Encumena Pîran ya Holenda hevdîtineke fermî di
navbera þandeke fermî ji kurdan pêkhat û Senator Sam Bormis de pêkhat.
Di hevdîtina ku ji xanim Vênûs Fayiq û Rêzdar Kawa Reþîd ji aliyê Kurdan û
Senator Sam Bormis endamê Lejneya Derve di Encumena Pîran ya Holenda de
rewþa parçeyên Kurdistan bi berfirehî hate pêþkêþ kirin û sitema ku li ser
kurdan pêktê ji aliyê Þamê, Ankare û Tehranê hate berçavkirin. Her wuha
þandeyê rewþa pirosesa siyasî li Iraqê û mafê kurdan di jiyaneke þanaz û
azad de di Iraq a federal û azad de hate gotûbêj kirin.
Senator Sam Bormis li ser giringiya belavkirina demokratî û mafê mirovan li
rojhilata navîn bi giþtî û li Kurdistan bi taybetî anî ziman, û mafê gelê
kurd di jiyaneke azad de li ser xaka Kurdistan mafeke rewayî destnîþan kir.(pukmedia)
Kosret
Resûl Elî sûnd xwar bû cîgirê Serokê Kurdistanê
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
20 Pûþper, 2006
Îro piþtê nîvro li avahîya Parlemena
Kurdistanê, bi amede bûna Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û teveya endamên
Parlemena Kurdistanê Kosret Resûl Elî sûnd xwar bo cîgirê Serokê Kurdistanê.
Di merasîmê de Serok Barzanî kêfxweþîyê xwe anîn ziman û got rolê Kosret
Resûl Elî girînge. Herwiha Serok Mesûd Barzanî dîyar kir û got bi teybetî
Partî û Yekitî di amedekirian bernameyan de ji serbikeve dibe hemî partî
alîkarî bikin.Ji bo zagonê jî emê pir karbikin.
Di navberên herdû partîya de dibe ku birateyî hîn bêtir di pêþda be. Serokê
Kurdistanê Barzanî li þerê birayetî de jî axifî û ji malbatê lêborîn xwest.
Kosret Resûl Elî piþtê merasîma cîgirên Serokê Kurdistanê axifî û got emê
hêzên Pêþmerge hîn bêtir bi qûwet bikin û girîngî bidin ciwanan. (pna)
Parlementoya Kurdistanê civîneka girtî li dar xist
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
20 Pûþper, 2006
Îro parlementoya Kurdistanê
civiya û tê de Edinan Muftî serokê parlementoê bixêranîna Prof Dr. Þakroyê
Xudo û Xoþewî Mela Îbrahîm nûnerê hikûmeta Kurdistanê yê Moskovayê û þanda
pê re kir ko beþdarî civînê bûn û piþtre jî programa karê civînê hate
xwandin ko çêbûna giftûgoyeka giþtî bû li dor aktîvkirina kar û çalakiyên
parlementoyê di qonaxa piþtî yekbûna herdu îdareyên Kurdistanê de.
Tê zanîn beriya destpêkirina civînê bi piraniya dengên parlementeran, biryar
hate girtin medya û nûnerên ragehandinê ji hola parlementoyê derbikevin û
civîn bi awakî girtî û nepenî derbas bû.(ktv)
|