|
Beþa Kurdistan
KurteNûçe Hiþyarî:Ger di nûçeyekê
raveyeke tune be mafên vê nûçeyê ya HAWARDENGÛBAS.com e.
Sîstemî Qebulî merkezî heldeweþêndrêtewe
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
25 Pûþper, 2006
þemal /
hewlêr - Duway çendîn sal peyrewkirdinî sîstemî qbul merkezî le kurdistan be
mebestî wergirtinî qutabiyan le zanko u peymangakan, iêsta kar bo
helweþandinewey ew sîsteme dekirê u lembareyewe serokî lîjney perwerdey
perlemanî Kurdistan raygeyand ke her dû wezîrî perwerde u xuwêndinî bala
leser em pêþniyare kokn.
Lembareyewe berêz "naznaz mhemmed qadr" serokî lîjney perwerde le perlemanî
kurdistan be peyamnêrî rageyand: ew sîsteme, sîstemêkî kone u qutabiyan
natwanin be arezuî xoyan le zanko u peymangakan werbigîrên. boye em
pêþniyareman xstote berdem berêz îdrîs hadî wezîrî xuwêndinî bala bo
helweþandinewey em sîsteme.
Herweha serokî lîjney perwerde le perlemanî kurdistan raygeyand: her dû
wezîrî xuwêndinî balaw perwerdey hikumetî kurdistan leser em pêþniyare kokn
u iêsta iême kar bo labirdinî ew sîsteme dekeyn u kar bo dananî sîstemêkî
guncawtir dekeyn ke le birî ew sîsteme bo wergirtinî qutabiyan le zanko u
peymangan karî pêbikirêt.(pna)
Neteweyên
Yekbûyî baregeha serekî ya xwe li Hewlêrê vedike
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
25 Pûþper, 2006
Sazkarê kar û barên Neteweyên
Yekbûyî ya Hikûmeta Kurdistanê ragihand ku NY ji nû ve dest bi karên xwe
dike li Iraqê û niha jî þandeke komîsyona penaberan ya ser bi NY li bajarê
Hewlêrê ye. Sazkarê kar û barên NY yê Hikûmeta Kurdistanê aþkere kir ku
Hewlêr dê bibe navenda karên NY li þûna Bexda û çalakiyên NY jî dê 7
parêzgehan bigire nav xwe.
Kurdek li
rojhilatê Kurdistan ji alîyê rejima Îranê ve hate îdam kirin
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
25 Pûþper, 2006
Li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Urmîyeyê Kurdek bi navê Salah Mahmudî
Geylanî bi destê hikûmeta Iranê ve hate îdamkirin. Li gor agahîyan Salah
Mahmudî Geylanî li zîndanên Iranê de girtî bû.
Geylanî bi destê rejîma Iranê ve hate dardekirin. Komeleya mafê mirovan ya
Kurdistanê di beyanemekî de dîyar kir Salah Mahmudî Geylanî di sala 1996 de
li herêma Zerdeþtê di bûyera kuþtina endamekî parastinê de sizayê îdamê jê
hate xwestin. Herwiha hikûmeta Iranê hevwelatîyê Kurd li Urmîyeyê îdamkir.
Demek berê jî du kes ji ber vê hatibûn îdamkirin.
|