|
Beþa Kurdistan
Li Kurdistana Azad Desthilatîya Þîrketên Bîyanî,Bi taybetî yên Tirkan
26
Pûþper, 2006 07:26:47 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,HEWLÊR,Kurdistan--
Divê
hikumeta Kurdistanê hemû hêsanî bo bazara vekirî cêbece bike lê divê hin bi
riya qanunê þîrketan re hin xalên taybetî wek mîmarîya Kurdistan, parastina
zimanê Kurdî,rêz lê girtina nirxên Kurdeyatî û bi zelalî kar kirin bê dîyar
kirin.
Hêlîn PASEWAN /
HAWARDENGÛBAS
Li
Kurdistana azad bi
zagonek nû di serî de, di sektora neftê de hemû deri bo karsazan re
heta dawiyê tê vekirin.
Di meha gulanê de du îdareyên heyîn piþtî 15 salan bûn yek û vê yekê li ser
pêþveçûnên nû bandorek erênî kir. Projeya zagona nû ya hatî amadekirin ji 26
xalan pêk tê û bi van xalan hemû deriyên aboriyê ji karsazên biyanî ve tê
vekirin.
Proje bi
têgiheþtinek lîberal û teþfîqkar hatiye amadekirin. Zagon karsazan nêzîk 10
salan ji bacê muaf digire, kirîna axê û birina hatiniyên xwe ji bo welatê
xwe jî serbest dike. Her wiha karsaz dikare mal û karkeran jî ji derve bîne.
Birêvebirê Giþtî yê Wezareta Bazirganiyê a Kurdistana Federe Azîz Îbrahîm
ragihand ku li Kurdistanê niha 500 ji wan tirk 4000 hezar þîrket
xebatê dikin. Piþtî ku qanûna veberhênanê li parlamentoyê bê
qebûlkirin pêþbînîya (texmîna) wan ew e ku ev hejmar ê bibe du qat. Wî got
gelek þirketên biyanî ji bo hatina Kurdistanê li benda vê qanûnê ne.
Kanûnek nû tê
amade kirin
Serok wezîrê Kurdistanê Nêçîvan Barzanî jî di derbarê kanûna nû ya bo
karkirina bîyanîyan de got ku zagona têkildarî vê mijarê tê amadekirin, dê di hefteya
bê de bê Parlementoyê û bi vê yekê dê deriyên xwe ji razmendên biyanî re
vekin. Barzanî got ku Kurdistan bi aramî û sikûneta xwe ji bo
bazirganiyê xwedî derfetên girîng e û bi vê zagonê hemû mafên karsazan tên
misogerkirin.
Serokê Kurdistanê û birêvebirên Kurdistana azad gelek caran eþkere kirin ku wê
Kurdistana azad bo sermaya bîyanî bibe qadekî azad û û Kurdistan bibe wek
Qatarê.
Azadîya bê sînor xeteran diafrîne
Eþkereye ku hikumeta Kurdistanê bo avadanî û pêþketina Kurdistana azad
polîtîkayek wisa dimeþînin.Lê ger tedbîrên hewce wek welatên Ewrûpayî neye
girtin wê ev desthilatîya þîrketên bîyanî jî zirarê bide nirxên neteweyî.
Divê taybetmendîya Kurdistanîyetî were parastin.Her þîrketekî ku tên
Kurdistana azad bi taybetî yên avahîsazîyê rê li pêk hatina mîmarîya Kurdî
dibe.
Divê hikumeta Kurdistanê dîsa hemû hêsanî bo bazara vekirî cêbece bike lê
divê hin bi riya qanunê þîrketan re hin xalên taybetî wek mîmarîya
Kurdistan,parastina zimanê Kurdî,rêz lê girtina nirxên Kurdeyatî û bi zelalî
kar kirin bê dîyar kirin.
Tê zanîn ku wexta qebûl kirina wan þîrketan de qendelî û hin planên
veþartîya Tirkan jî tê rojevê.
Divê
nirxên Kurdistanê werin parastin
Li Kurdistana Azad gelek sektor û qad roj bi roj mezin û berfirehtir
dibin.Lê Hikumeta Kurdistanê beyî ku hin hessasîyetên neteweyî berçavan
bigre destûrê bo þîrketên bîyanî tê dayîn.
Pêþketina milletekê di her waran de hewcedarîya yekemîn û girîng aborîye.
Divê pêþarojê de dewlet destê xwe ji sekora xizmetê vekiþîne.Lê bi yasayan
hîmên neteweyî ser bingeha babetên nûjen werin parastin.
Divê Kurdên ji perçeyên din jî tevlî pêþketina hanbibin û sermayeyek
neteweyî û yek girtî çêbibe da ku ev hatinî bo pêþketina Kurd û Kurdistan
were bikaranîn.Divê ihracat zêde be û sistema bazara vekirî ser hîmen netewî
were avakirin.
Mijara neftê
mijarake taybet e
Niha petrol bi destê þîrketên bîyanî tê derxistin.Sektora
taybet raste ku divê were pêþxistin.Mijara neft û enerjîyê mijareke cûda û girîng û ji ber vê yekê jî divê
kontrola ser petrol û çavkanîyên sirûþtî di destê hikumeta Kurdistanê de be.
Divê pêþî
sîstema karkirina navxwe were rêkûpêk kirin
Gelek caran gilî û gazîndeyên gel ji dezgehên hukmî te rojevê.Meseleyên
ruþvet û hwd. Pirsgirêkin cidî ne.Her wiha daîreyên fermî kêm kar dikin.
Dereng
vedibin û zû tên girtin.Heman kêmasî di tevahîya jiyana kar û xebatan de
heye.Li Kurdistana azad tatîl gelek zêde ne.Saetên karkirinê kêm e.
Divê bo pêþketina Kurdistana azad stratejîyên çewt neye þopanadin.Ji ber ku
bingeh çawa were avêtin wê pêþketin jî bi vê avahî pêk were.
Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
|