|
HAWARDENGÛBAS,HEWLÊR,Kurdistan-- Li ser biryara daliqandina alaya Kurdî û
rakirina alaya Basê li seranserê Kurdistana azad bi fermana Serokê kurdistanê
Mesû Barzanî dijberên Kurdan xiste tengasîyê.
Bi Biryara Ala Kurdî Careke Din Dijberên Kurdan
rûyên xwe yên rastî nîþan dan / grafîk:HAWARDENGÛBAS
Ser biryara daliqandina alaya Kurdî û rakirina alaya Basê li seranserê
Kurdistana azad bi fermana Serokê kurdistanê Mesû Barzanî dijberên Kurdan di
serî de Dewleta Tirk û maþeyên wan yên li Iraqê Enîya Tirkmenan û her wiha
serokwezîrê Iraqê El-malikî xiste tengasîyê.
Di serî de medyaya Tirkî,medyaya bîyanî cihekî girîng veqetand ser biryara
alaya Kurdistanê.
Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî jî piþtgirî da biryaya alaya Kurdistanê û da
zanîn ku "alaya niha alaya baasê te û divê bo Iraqê alayeke nû bê çêkirin"
Talabanî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, ''di destûra bingehîn de hêna
valahiyek heye û mijara Al'ê bi awayekî fermî nehatiye destnîþankirin. Ji ber
vê jî heta Iraq Ala xwe ya nû erê bike, hiþt ku parlamena Kurdistanê jî Ala xwe
qebûl bike.
Li ser gurr bûna niqaþên ser alaya Kurdistanê serokê Kurdistana azad
daxûyanîyek din da û got " Iradeya Gelê Kurd ji Perlemantoya Kurdistanê di
herike û tê pirsîn, û di çi demî de ku Perleman giringiya Serxwebûnê, bibîne wê
çaxê emê vê yekê radighînin bê tirs ji tu kesî, lê me jiyana hevbeþ digel îraqê
de me hilbijart û debête ku hemû aliyên din jî vê yekê diber çavên xwe re
derbas bikin ji ber ku Kurdan federe qebûl kirin e"
Barzanî destnîþan kir, di bin vê alê de Enfal pêk hatiye, lewma ewê bikar
neynin.
Mesûd Barzanî da xuyakirin, ev demeke dirêje li Kurdistanê ala Iraqê tineye û
li gorî xala 12.emîn a Destûra Bingehîn divê ala ji dema Saddam maye bê
guhertin.
"Eger bê guhertin cihê ala nû li ser serê me heye. Lê ala niha ala Saddam e. Di
bin vê alê de Enfal pêk hatine."
Barzanî da xuyakirin, ew parçek ji Iraqê ne û eger xwestibûna dikarîbûn ji sala
1991an ve dewletek serbixwe avakiriba, lê ew di bin banê Iraqa federal de mane
û ji bo vê yekê divê ji wan re spas bikin.
Her wiha Barzanî hewldanên hin aliyên þovînî bo têk birina kirina destûra
îraqê jî destnîþan kir.
Ereb û Tirmenên girêdayî
dewleta Tirk eciz bûn
Nûrî El Malîkî jî bi daxuyaniyekê ferman da ku ala Iraqê li her santîma axa
Iraqê were hejandin. Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî diyar kir, ala Kurdan ne
rewa ye.
Wek tê zanîn Malîkî hefeteye berê hatibû Kurdistana azad û mesajên dostanîyê
dabû.Lê bi helwesta xwe ya dawî rûyê xwe ya rast nîþan da û careke din da îspat
kirin ku Ereb dijî rastîya Kurdistana azad in.
Temsîlarê erebên sûnnî Saleh el-Mutlaq jî qaþo Kurdan hiþyar kir û gor emê
rê nedin ku Iraq ji hev cûda be.
Serokê Bereya Tirkmenan Saadettin Ergeç jî ragihand ku “ daxistina alayê tê
wateya ku tu wî welatî nas nakî. Daxistina alaya Îraqê gaveke ji bo avakirina
dewleta serbixwe ye li bakûrê Îraqê.” Di nivîseke rojnameya New York Times de a
li ser vê mijarê derketiye li ser fikarên ku dikare di rojên pêþde derkevin
holê hatiye sekinandin û rojname dinivise “ Talîmata ku serokê Kurdistanê mesûd
Barzanî daye, remzek kurdan e ku dixwazin mesafeyê têkin navbera xwe û ereban.”
Ereb tehemmulî rastîya
Kurdistana Azad nakin
Erebên
Iraqê û bi giþtî cîhana Erebî ji rewþa gelê Kurd nerazîne û pêþketina Kurdan
naxwazin..
Iraq jî
wek welatên din yên dagirkerên Kurdistan welatek sunî ye û di nav Ereban de jî
nakokîyên mezin û dîrokî hene.Rewþa baþûrê Kurdistanê bi her avahî ji Iraqê
cûdatir,pêþketî û ewletir e.Ji hikumetê heta medyayê,ji ziman û çandê heta
taximên fitbolê, Kurd ji Ereban ji Iraqê cûdatir in û “dûr” in.Ger li Iraqê
rewþ ber bi xirab bûnê biçe dibe ku Kurd jî bi avayekî xwezayî ji Iraqê bi
temamî veqetin.
Tirkiye jî
dixwaz dijê Kurdan bi erebên Iraqê,bi îslamîstan re, bi cepheya
Iran-Suriyê re planekî dijî dewleta Kurdistanê amade bike.
Siyaseta Tirkiyê hemî ser pêþî lêgirtina damezirandina Dewleta Kurdistanê
hatiye danîn. Armanca wan ya esasî ev e. Û ji wê dakeve ji bo astengiyan ji
Kurdan re derbixin çi ji destê wan tê qet texsîrê nakin.
Bi nêzîk bûna
dema çareserîyê li Kerkûkê û bi pêþketina Kurdistana azad di her waran de,dibe
sedema xebatên xerabkarîyê ya Tirk û Ereban.
Hemû mafên nûçe û nivîsên
ku destnîþana HAWARDENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn. |