|
Kurdistan
Li
Kerkûkê Hewlên Tirkan Bo Asteng kirina Serketina Kurdan Zêde Dibe
06
Rezber(Îlon),
2006 weþandin:12:42:40 (GDK)
|

Di
hilbijartinên di 2005'an de careke din dîyar bû bû ku Kerkûk bajarekî
Kurdistanîye / Wêne: Kerkûk 2005 |
KERKÛK,Kurdistan--Li bajarê Kerkûkê Tirkmenên girêdayî enîya Tirkmenan ku di
bin kontrola dewleta Tirk de ne li pêy alozî û tevdanê de ne..
Di rojên dawî
de bi nêzîk bûna dema çareserîyê li Kerkûkê Tirkîye bo têkdana serkeftina
Kurdan ketîye nava liv û tevgerê.Dewleta Tirk bi bi Tirkmenên di bin
kontrola xwe,bi hin grubên Ereb û bi îranê hevkarîya pêþî lê girtina
serketina Kurdan li Kerkûkê xebatên hevbeþ pêktînin.
Li
bajarê Kerkûkê Tirkmenên girêdayî enîya Tirkmenan ku di bin kontrola dewleta
Tirk de ne li pêy alozî û tevdanê de ne.
Wek tê zanîn
di sala 2007ê de bo çareserkirina meselya Kerkûkê dê referandûmeke bêne
çêkirin.Dewleta Tirk û Tirkmenan dixwazn rê li ber vê referrandûmê bigrin.Ji
ber ku ev dizanin ku bi vê referandûmê hemû derew û dêk û dolabên wan
derkevin holê û Kerkûk wê bikeve sînora Kurdistana azad.
Kerkûk
bajareke girîng ya Kurdistanê ye û ji ber yekê dijminên Kurdan ditirsin ku
kerkûk bikeve destê Kurdan û bi vî avahî hêza Kurdan hin zêdetir be.Her wiha
girêdana bajara Kerkûkê bo îdareya hikumeta Kurdistanê wekî pengavekî dawîn
ya serxwebûna Kurdistanê tê dîtin û ditirsin ku bi Kerkûkê Kurdistan
welateke pirr pêþketî be.
Enîya Tirkmenan
li pêy tevlîhevîyê ne
Endamên enîya
Tirkmenan ku di rêvebirya parêzgeha Kerkûkê de ne çend rojin ku bo
pêknehatina xala 140ê hewl didin.
Li Dewleta
Tirk bi hatina Yaþar Buyukanit serfermandarîyê,lêz dan projeya têkdanê
Di yekem
axafitna xwe ya di merasîma vergirtina erka xwe ya nû de Yaþar Buyukanit got
" Beriya ku pirsgirêka Kerkûkê çareser bibe divê li dijî hin hêzan, heta
dawiya sala 2007an hin tedbîr bêne stendin"
Siyaseta
Tirkiyê hemî ser pêþî lêgirtina damezirandina Dewleta Kurdistanê hatiye
danîn. Armanca wan ya esasî ev e. Û ji wê dakeve ji bo astengiyan ji Kurdan
re derbixin çi ji destê wan tê qet texsîrê nakin.
Tirkîye gelek
caran xwest bi hincêta Tirkmenan jî êrîþî Kurdan bikin lê hilbijartinên li
Kerkûkê derxist holê ku Kerkuk bajarekî Kurdîye û angaþtên Tirkan pûç
derketin.
Kerkûk û Neft(enerjî) meseleyên
bingehin û kilît in
h
Bajarê
Kerkûkê ku bajarekî Kurdîye û Kurd bûna bajarê Kerkûk ne bi angaþtên
vikûvala bi belgeyên dîrokî û bi helwesta xalkê Kerkûkê diyar e.Rêveberîya
Kurdistanê gelek caran dîyar dike ku derdê neteweya Kurd ne petrole.Petrol
di hemû Kurdistana azad de heye.Her wiha le baþurê Kurdistanê madenên din jî
heye.Beþa Kurdistana Baþur ku di bin rêveberîya Dewleta Federe ya Kurdistanê
de ye li Cîhanê hilberîna rûnê sanayîyê de di rêza 6emîn û Hewlêr di rezerva
Silfatê de li Cihanê rêza 1emîn de ye. Lê çawa ku Kerkûk bajareke
Kurdistanîye,neftê Kerkûkê jî neftê Kurdistanê ye.
Kurd
di Kerkûkê de çewsandin,biþaftin,zoradarî û hovîtîyên cûrbecûr re rûbirû man
e.Tehrîbên mezin li ser Kurdistanîyeta vî bajarî hatine kirin.Hin jî ji
%50yê wan tehriban paþve nehatiye vegerandin.Kurd wek mafêkî rewa axa yê
dîrokî dixwazin.
Wekî tê zanîn
him serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û him jî rêveberên din ya Kurdistana
Azad gelek caran ser mijarên Kerkûk û nefta Kurdistanê bi eþkereyî diaxifin
û di demên dawî de di hin deverên Kurdistana azad de dest bi kolandina bîrên
neftê hate kirin.
Serokê
Kurdistanê derbarê kêþeya Kerkûkê de çend meh berê jî wiha axifî bû; "Merc
nîne ku Kerkûk paytexta Kurdistanê be û reþnivîsa destûra Kurdistanê de jî
kevne û ew pêþnîya re lê ne merce û niha Hewlêr paytexte, lê babeta Kerkûkê
ne tiþtekî hêsa ne û em dest jê bernadin"
Barzanî di
axaftina xwe de zelal kiribû ku wekî hemû dewlemendîyên serax û binaxa
Kurdistanê, petrola Kurdistanê jî aîdî Kurdan e.
Di dawîya 2005’an de li Qebaruxa nêzî Zaxoyê beþdarî merasima ji xenî
Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, kolana bîreka petrolê bûbû
ku ji aliyê kompanya DNO kolan jî tevlî bû bû. Herî dawî jî li teq teqê dest
bi kolandina bîrên neftê hatibû kirin.
Wekî tê zanîn petrol li Cîhanê çavkanîya enerjîyê ya herî girîng e.Bo bi hêz
bûna di nava sîyesata Cîhanê de pêwîsitî bi xwedî bûna çavkanîya enerjîyan
heye.Hikumeta Kurdistanê di bo bikaranînana petrolên Kurdistanê hewlên xwe
zêde dike.(HAWARDENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn. |