|
Kurdistan
Fettulah
Gulen Bo Tune kirina Kurditîyê
Niha jî
Dest
Avêt Mêrdînê
NÛÇE-ÞÎROVE;SERHAD B.RÊNAS / HAWARDENGÛBAS
13
Sermawez,2006 weþandin:10:23:54 (GDK)
HAWAR-DENGÛBAS,MÊRDîN,Kurdistan--Di
demên dawî de bajarê dawî ku bûye hedefa qirêj ya Fettulahçîyan e bajarê
Mêrdîn e
Fethullah
Gulen û cemaeta wî ku wek Fettullahçî tên naskirin li gelek welatan, ji bo
belavkirina karîgeriya Tirkîtiyê û bîrûbaweriyên cemaeta xwe ya dînî,
xwendegehan ji dibistanê heta unîversîteyan vedike
Li bakûrê Kurdistanê Fettullahçîyan yek ji perçeya asîmîle kirina neteweya
Kurd in.
Fettulahçî li bakûrê Kurdistanê bi taybetî li bajarê Amedê
birexistinin.
Hessasîya olî ya gelê bakûrê Kurdistanê tê bi karanîn û bi
dersxane,dibistanên taybetî,mal û yurdên bo xwendekaran,bi rojname,kovar û
pirtukan ciwanên Kurd têne asîmîle kirin.
Televîzyona Samanyolu
TV(STV) û rojnameya Zaman,kovara Aksîyon,kovara sizinti û gellek weþanên din
û bi hin weþanên herêmî jî di îdolojîya Fettulahçîyan de weþan dikin.
Li Diyarbekîrê bi dehan malên
wanên bo xwendekaran heye.Xwendekarên
ku -bi taybetî ji dervey Amedê tên- ji ber ewlehîyê li þûna ku malênþexsî û
yurdan da bimînin diçin malên fettulahçîyan û her malekê de 5-7 xwendekar
dimînin.Malên bo kêçan û kuran heye.Li gorî texmînan di her kolanê de 1-2
malên Fettulahçîyan heye.
Fettulahçî bi taybetî
sîstema perwerdeyê bi dest xistine û piþtî bûyera 28 sibata Tirkîyê bo legal
bû û pêþketinê vê qadê ji xwe re wekî bingeh girtine ji dersxane û
dibistanên taybetî bigrin,kovarên zanistî pirtukên bo amadekarîya ûniversîte ji alîyê wan tê weþandin.
Xebatên Fettulahçîyan bi
piþtgirîya gellek derdorên dijberên Kurdan li hemû bakûrê Kurdistanê heta
Kurdistana azad jî tevde tê meþandin.
Hedefa nû bajarê Mêrdîne
Di demên dawî de bajarê dawî ku
bûye hedefa qirêj ya Fettulahçîyan e bajarê Mêrdîn e.Li Merdînê bi
koleja Atak û dersxaneya Sur
de zarokên Kurd di çerçoveya fikra Tirkperwerî-Îslamî tên perwerde
kirin.Dîsa li Mêrdînê bi mêrîyên xwe di qada aborî,perwerde û gelek warên
cûda de propgandaya tirkperwerîyê tê kirin û dijberîya daxwaz,hebûn û mafên
Kurdan tê kirin.
Sedema girîngî pêdana wan a ser
perwerdeyê ji ber fikra "Mezinên pêþarojê, biçûkên îro ne" tê.
Fettulahçî li Mêrdînê jî wek
bajarên din yên kurdan bi bikaranîna hessasîyata dînî ya kurdan birexistin
dibin û mezin dibin.
Bi
taybetî di 2 salên dawî de ser Mêrdîn ji her demî zêdetir xebatên asîmîle
kirina Kurdan û bo belav kirina propgandaya yek neteweyî,yek alî û qaþo
"biratî" hewl tê dayîn.
Fettulahçî ji ber taybetmendîyên
dîrokî û ji ber ku Mêrdîn piþtî Amedê yek ji bajarê ku herî zêde bala
Ewrûpayê dikþîne hewlên xwe yên dijî Kurdan li Mêrdînê zêde dikin.
Di wan xebatên wan ên dijî Kurdan
de bi dezgehên hikumeta Tirk(wek walîtî..),bi hin karsazên bajarê û di serÎ
de partîya AKP,SAADET,ANAP û bi çend partîyên din re di nav hevkarîyê
de ne.
Hate zanîn ku Fettullahçîyan wê di
bajarê Mêrdînê de televîzyon û radyoyek herêmî jî avabikin.Her wiha bo
avairina hin dibistan û dersxanêyên nû jî planên wan hene.
Suca dewlemendên Kurd jî heye
Li beramberî wan pêþketinên xeter
dewlemenên Kurd tiþtek nakin.Divê Kurd jî him li bakûr û him jî li baþûr
dezgehên pêþketî yê perwerdeyî avabikin.Ji ber ku di civakê de dezgehên herî
bingehîn û girÎng dezgehên perwerdeyêne û bandorê perwerdeyê di hemû qad û
konaxên jiyanê de heye.
Kurd li bakûr niha nikaribin jî bi
zimanê kurd avabikin dikarin bi Tirkî jî dibistan vekin û hêç nebe dikarin
xwendekaran ji propagandaya dijberên Kurd biparêzin.Her wiha li Kurdistana
azad de mercên avakirina dibistana heye.Kurdên bakurî dikarin li Kurdistana
azad dezgehên perwerdeyê vekin.Divê neye ji bîr kirin ku hatinîya aborî ya
dezgehên perwerdeyê jî gellek zêdeye.
Li þûna ku li Ewrûpa donervanîyê
bikin .Di warê neteweyî û him warê aborî de jî hatinî di dezgehên perwerdeyê
de zêdetir e.Her wiha divê medyaya KurdÎ jî balê bikþînin lîstikên
fettulahçîyan û her wiha divê medyaya dÎtbarîya kurdÎ jî bikaribin ku bibin
alternatîf ji televîzyonên Tirkî re da ku Kurd bikaribin hêsantir pêþî li
wan lîstikan bigrin.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|