Bike Malpera Destpêkê | Têkîlî | Reklam

 

                                            HAWAR-DENGÛBAS

     

Dengûbas/Agahî        

Mal

 

Kurdistan

 

Cîhan

f

Çand û Huner

k

Kurdistana Azad

 

Medyaya Kurdî

k

Zanist/Teknolojî

  

Jiyan/Civak/Aktuel

  

Aborî/Fînans

 

Nivîs/Lêkolîn  

 

Dosyayên Taybet

 

Arþîw/Lêgerîn

þ

Kunye/Rêvebirî

young team

 HAWARDENGÛBAS | Kurdistan

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Kurdistan

 

We gundê kirkkoyunê koçbar nebe

 

24 Sermawez,2006 weþandin:12:36:05 (GDK)

 

 

Bi Projeya Pêþveçûna Piralî ya Gundê Kirkkoyunê wê gundî koçî bajêr nekin û wê gundî bibin xwediyê mihan û li baneyên (mandira) ku tên avakirin de wê penêrê kezî çêbikin.

Piþtî ku Projeya Pêþveçûna Piralî ya Gundê Kirkkoyunê bi fermî hat pejirandin Sekreterê Giþtî yê Þaredariya Bajarê Mezin Fahrettin Çagdaþ, Kordînatorê Ofîsa Projeyê ya Bajarê Mezin Necatî Pîrînçcîoglu, Kordînatorê Projeya Sepandinê Bengî Dîken û kesên bi wan re çûn gundê Kirkkoyunê û gel agahdar kirin.

Gundiyên mezraya Gundê Kirkkoyun û gundên pêve girêdayî Hacikoç, Ekînce, Tahtireþ, Guven, Duver, Orogmez, Naldoven tev li dibîstana seretayî ya mezraya Hacikoçê civiyan. Li vê derê ji bo gundiyan li ser projeyê agahî hat dayîn û qadên projeyê hatin nasandin. Keyayê Gundê Kirkkoyunê Adem Alanbay jî ji bo vê projeyê ji Þaredariya Bajarê Mezin û kesên ked dane re spasiyên xwe pêþkêþ kir û serkeftinî xwest. Kordînatorê Projeya Pêþveçûna Piralî ya Gundê Kirkkoyunê Bengî Dîken jî got ku wê li gorî encamên anketê ji 40 malbatên ku pêdiviya wan pê heye hezar mihî belav bikin. Gundiyan li gel projeyê pirsgirêkên xwe yên din jî anîn ziman. Sekreterê Giþtî Fahrettîn Çagdaþ jî tevahiya gundiyan vexwend vekirina Borsaya Ajalan ku wê roja þemiyê vebibe û kîtekîtên projeyê vegot.

Bajarê Mezin disepîne

Projeya Pêþveçûna Piralî ya Gundê Kirkkoyunê ku ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê û Kargêriya Pêþveçûna Herêma GAP’ê ve tê meþandin ji aliyê Þaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve tê sepandin. Odeya Hekîmên Veterîner û Keyatiya Kirkkoyunê jî þirîkên projeyê ne. Dema sepandina projeyê ya ku di Rêzbera 2006’ê de bi fermî dest pê kir bi tevahî 14 meh e. Debara bingehîn a gundiyên Kirkkoyuna ku li quntara çiyayê agirî yê vemirî Qerejdaxê li ser sewalan in…. Lê ji ber ku di van salên dawîn de çêre kêm bûye û þîr bi awayekî baþ nayê bikaranîn xwedîkirina sewalan jî ber bi kêmbûnê ve diçe. Gundî jî ji bo îdara xwe bikin dest bi karên demsalî dikin. Li herêmê hema bibêje erdên çandiniyê qet tune ne û tenê li hinek cihên avî hilberîna birinc tê kirin.

Projeya Piralî

Di encama xebat û lêgerînên ku hatine kirin de derketiye holê ku li herêmê di warê aborî û civakî de, di gelek qadên din de jî pêdivî zêde ne û pêwîstî bi sepandina projeyên ku vê kêmasiyan ji holê rake derketiye holê. " Projeya Pêþveçûna Piralî ya Gundê Kirkkoyunê” di çarçoveya van pêdiviyan de hatiye amadekirin. Armanca projeyê ji bo gundê Kirkkoyunê û 7 mezrayên pêve girêdayî ne bi mihxwedîkirina piralî pêkanîna modêla pêþketina çolterî ye. Xebatên li ser çalakiyên perwerdehiyê, rêxistin û hiþmendiya derdorê jî tevlî vê projeyê ne


Ji bo her malbatê 20 mih

Sazkirina ofîsê û ekîba projeyê, destpêkirina xebatên kargêrî, xebata li ser qada projeyê li ser 260 xaneyan tespîtkirina rewþê, hezar heb mihên ji cisnê Akkaraman û tespîta 50 xaneyên ku wê stendina beranan, belavkirina sewalan û tespît û nexþekirina qadên çêreyê, ji bo baneyê hilbijartina cih û xebatên wek diyarkirina alavan hatin kirin. Li gorî projeyê wê 19 mih û beranekî bidin her malê.

Gundî di nav xebatê de ne

Çalakiyên projeyê bi biryarên komîteya ku ji kesên gund û mezrayan hatine diyarkirin ve tên sepandin. Di dawiya projeyê de li herêma Qerejdaxê ku heta niha qet xebatên koperatîfê lê nehatiye kirin de koperatîf û mekanîzmaya rêxistinê wê bê avakirin û hiþmendiya xebateke hevpar wê bê pêþxistin. Di baneya ku wê bê avakirin de penêrê herêmê bixwe wê di mercên hîjyenîk, standart û hilberdar de bê hilberandin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka çêreyê ku li pêþiya pêþketina pezxwedîkirinê asteng e 150 donim erdê ku hatiye diyarkirin bi alîkariya gundiyan wê bê îslahkirin. Wê li gund û mezrayên ku qet þînayî lê tuneye jî tov belaþ bê belavkirin û wê li gund dar bên çandin. Mijarên wek dermanlêkirina sewalan, îslahkirin û parastina çêreyê û xebitandina baneyan de wê perwerde bê dayîn.
.(weþana þ. amedê)

 


Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS hatiyê danîn ser navê Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.

 

 

 

 

 

 

 

Binivsîne  |  Biçe Jor   

 

 

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan


 

 

 

Organên Sereke ya HKMG

Malpera Dezgehî-Sereke a HKMG:

hkmg.net

 

Kurdistan-Netew

kurdistannetew.net

 

 Medyaya Kurdî:

medyayakurdi.com   

 

MûzîkKurd:

muzikkurd.com

 

WêjeûZiman:

wejeuziman.com

 

AborîyaKurdistan:

aboriyakurdistan.com 

 

ZanistûTeknolojî:

zanistuteknoloji.com

g

SînemaKurd:

sinemakurd.com

 

Dîrok û Dewletên

Kurdî:

dirok.hkmg.net

 

Kurdistan Malper:

Hemû Malperên înterneta Kurdî :

kurdistanmalper.com

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

irêdan  

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

hawardengubas.com | Pêywendî | Kunye-Navdank | Arþîw-Lêgerîn | Reklam | Hiþyarî | Derbarê HD | Nûçename

 

Hemû Mafên vê weþanê ya HKMG ye. | © Copyright 2005-2006 Hawar Kurdistan Media Group All Rights Reserved ©  | Ev Weþana HKMG ye

 

hkmg.net  | Hawar Kurdistan Media Group  | Dezgehî  | Rêvebirî  | Reklam

 

Ev Weþaneke    

e

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

1