|
Kurdistan
Li Iraqê
Nîþana Perçe Bûnê; "Nava Rojekê De Nêzî 250 Mirî
NÛÇE-ÞÎROVE;REBIWAR KURDO / HAWARDENGÛBAS
24
Sermawez,2006 weþandin:08:23:43 (GDK)

HAWAR-DENGÛBAS,Iraq-- Di
2 rojên dawî de li Iraqê bi sedan kes ji ber þerê navxweyî mirin.Pisporên
sîyasî dîyar dikin ku êdî Iraq tenê ser kaxizê heye.Iraq bi avayekî fiîlî
jixwe perçeye.
Li Iraqê di pêvçûnên dawî yên
navbera þia û sunnîyan de tenê di 24 saeta dawîn de nêzÎ 250 kes jiyana xwe
ji dest dan. Êrîþa dawî li bajêrê Sadr pêk hat.Hate ragihandin ku her
wiha nêzî 30 ji çekdaran êrîþ kir ser Wezareta Saxlemîyê li Bexdayê û þer
digel hêzên parastinê kir.
Her roj herî kêm 100 kes tê
kuþtin.Þiî û Sûnî bênavber di nava pevçûnê de ne.Pisporan dîyar dikin ku êdî
ne mimkune ku yekîtîya axa Iraqê were parastin.Li
Iraqê ew 4 salin ku bi operesyona DYEyê rejîma Baas hatîye rûxandin û 4
salin her roj bi dehan Iraqî jiyana xwe ji dest didin û Iraq di her waran de
her roj hinek din paþ dikeve.Ji xeynî Kurdistana azad li Iraqê hiþmendîya
civak bûnê jî bi temamî ji holê rabûye.
Êdî gellek pisporên sîyasî dîyar
dikin ku rewþa Iraqê êdî paþve nayê zivirandin.Piporên sîyasî dîyar dikin ku
êdî Iraq tenê ser kaxizê heye.Iraq bi avayekî fiîlî jixwe perçeye.Kurd xwedî
dewletin,Þiî jî rêveberîyên xwe ava dikin.Qet hêza hikumeta Iraqê nîne.
Êdî ne mimkune ku Iraq bibe yek.Dê
dema nêz de ser kaxizê jî Iraq nemîne.Pisporê Emerîkî Peter Galbright
di hevpeyvîneke xwe de dîyar kiribû ku wê Kurdistan heta 5 salan serxwebûna
xwe îlan bike.Li gor
Galbright hêzên DYE wê di sala 2009'an de leþkerên xwe ji Iraqê bikþîne.

Kurd ne mecburin di
nava vê xirecir û alozîyê de bimînin
Baþûrê Kurdistanê ku li vê derê 14 sal berê rêverîya azad ya Kurdistan
hatîye damezirandin û bi hikumet, parlemen û dezgeh û sazîyên xwe li gel
kêmasî û astengîyan be jî pêþdikeve.Di operesyona Emerîka de jî Kurd bi
bergehekî stratejîk û konjokturel di hêla DYE de cîh girtin û ew hevkarî
dîsa di çerçoveya berjewendîyên her dû alîyan de didome.
Kurd ne fermî be jî niha nêzî serxwebûnê ne.14 salin ku Kurd bi zimanê Erebî
naxwînin û naaxifin.Her tiþt bi Kurdî ye.Rêveberî bi her avahî ji Iraqê cûda
ye.Kurdistana azad her roj hinek din ji Iraqê dûr dibe.
Kurd niha ji ber rastîyên konjokturel niha ji Iraqê venaqetin.Hê meseleyên
aborî,avadanî,dîplomatîk û pirsa Kerkûkê hin jî nehatine çareser
kirin.Rastîyeke din jî ewe ku Erebên Iraqê jî ji rewþa gelê Kurd nerazîne û
pêþketina Kurdan naxwazin.Xalkê baþûrê Kurdistanê li gor perçeyên din ya
Kurdistanê kêmtir bi welatê dagirker re entegre bûne heta hêç nebûne.
Iraq jî wek welatên din yên dagirkerên Kurdistan welatek sunî ye û di nav
Ereban de jî nakokîyên mezin û dîrokî hene.Rewþa dawîyê li Iraqê de careke
din derket holê baþûrê Kurdistanê bi her avahî ji Iraqê cûdatir,pêþketî û
ewletir e.Ji hikmetê heta medyayê,ji ziman û çandê heta taximên fitbolê,
Kurd ji Ereban ji Iraqê cûdatir in û “dûr” in.Ger li Iraqê rewþ ber bi xirab
bûnê biçe dibe ku Kurd jî bi avayekî xwezayî ji Iraqê bi temamî veqetin.
Kurd ne mecbûrin ku di nav vê xirecirêde bimînin li baþûrê Kurdistanê
bi her avahî bingeha Dewleteke Kurdî hatiye avakirin û mafê Neteweya Kurd e
ku di vê beþê de ser bingeheke neteweyî ji bo parastin û pêþxistina heyîna
Kurdistanîyatî û hemû hêlên civak,aborî,çand hêza biryar dayînê li Cîhanê ya
gelê Kurd dewletek serbixwe avabikin..(HAWARDENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|