|
Kurdistan
Hikumeta
Kurdistanê Bersiva Kustaxîya Tirkan Da
19
Sermawez,2006 weþandin:00:12:32 (GDK)
HAWARDENGÛBAS--
Hikumeta Kurdistanê bi daxûyanîyeke dîyar kir ku meseleya Kerkûkê meseleye
hundurîn ya kurdane û her wiha mafê tirkan nîne ku dest dirêjî wan mijaran
bike
Hikumeta Kurdistanê li ser
daxûyanîyên diserdena serokwezîrê Iraqê Malikî de bi eþkereyî bersiva Tirkan
da.
Berdevkê serokatiya Kurdistanê
daxuyaniyek di derbarê gotinên serokwezîrê tirkan Recep Tayyip Erdogan
weþand.Di dixûyanîyê de bal hatibû kiþandin ku wê helwesta Tirkan hemû
têkîlîlyên Kurdan û Tirkîye xirab bike.
Di daxûyanîyê de hate gotin ku
meseleya Kerkûkê meseleye hundurîn ya kurdane û her wiha mafê tirkan nîne ku
dest dirêjî wan mijaran bike.di berdewamÎya daxûyanÎyê de hate gotin ku "Ew
gotinên ko serokwezîrê Tirkiyeyê li ser Kerkûkê kirine ne di xizmeta vê
prosesê de ne ji ber problema Kerkûkê navxweyî ye û çareserkirina wê jî li
ser bingehê madeyeka destûrî ye ku ew jî madeya 140-ê ye.
Ew destûr jî pirranîya xelkê Iraqê
bi hemû pêkhatên xwe ve deng li ser dane û em jî wek xelkê Kurdistanê bi
hemû maddeyên destûra Iraqê pabend in"
Hiþyar Zêbarî:Kekûk
bajareke Turkmanî niye
Hiþyar Zêbarî wezîrê derve yê Iraqa federal ragehand ku:" bajêrê Kerkûkê
bajêrek Turkumanî niye û pirsa vî bajêrî li gor desitura Îraqê ku bi rêya
dengdana giþtî ve hatiye qebûl kirin dê were çareserkirin."
Derbarê bi pirsa ala netewî ya Kurdistanê Zêbarî got: "bilind kirina ala
Kurdistanê û samanên sruþtî yên bajêrê Kerkûkê , tevaya van pirsan di
desturê Îraqê de îmaj pê hatiye kirin û em li gor desturî kar dikin.
Sebaret bi teslîmkirina 150 çekdarên PKKê ku Tirkiya daxwaz dike Zêbarî got:
ev lîsteya navan ku hukûmeta Tirkiyê pêþkêþî hukûmeta Îraqê kirine pêzanînên
dirust tê de nine lewma em nikarin vê yêkê cêbece bikin
Bi
nêzîk bûna serketina Kurdan hêrs û gefên Tirkan zêde dibe
Tirkîye gelek caran xwest bi
hincêta Tirkmenan jî êrîþî Kurdan bikin lê hilbijartinên li Kerkûkê derxist
holê ku Kerkuk bajarekî Kurdîye û angaþtên Tirkan pûç derketin.Mijara
Kerkûkê ji mijarên din yên eleqedar bi baþûrê Kurdistanê cûda ye.Ji ber ku
ev mijareke neteweyî û stratejîk e.
Ger Kurd li Kerkûk bi sernekevin
di nêzîk de nebe jî di dema dirêj de wê hemû gelê Kurd û hemû hêz û
rexistinên kurd jî winda bikin.Gurtir bûna lîstik û planên qirêj ya dewleta
Tirk û yên din ne bêsedem û ji niþka ve ye.Wek tê zanîn di sala 2007ê de bo
çareserkirina meseleya Kerkûkê dê referandûmeke bêne çêkirin.Dewleta Tirk û
Tirkmenan dixwazin rê li ber vê referandûmê bigrin.
Ji ber ku ev dizanin ku bi vê
referandûmê hemû derew û dêk û dolabên wan derkevin holê û Kerkûk wê bikeve
sînora Kurdistana azad.(HAWAR-DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|