|
Kurdistan
Li
Kerkûkê civîneke berfireh ya rexistinên Kurdan
13
Sermawez,2006 weþandin:02:23:24 (GDK)
Li Kerkûkê bi beþdariya Waliye Kerkûkê Abdulrehman Mustasa û Serokê Desteya
Zanyarî ya Îslamî Azad Xorþîd, nûnerên rêxistin, sazî, dezgeh û gelek
þêniyên Kerkûkê têkildarî xala 140'an civînek li dar xist. Di civînê de xala
140'an a rewþa vegera kesên di dema rejîma Baasê de ji cih û warên xwe
hatine derxistin bi berfirehtî hate nîqaþkirin û ji bo þopandina pêvajoyê
komîteyek ji 15 kesan pêk tê hate avakirin.
Civîna li Salona Civînan a Þerîn Telbanî ya Kerkûkê pêk hat de nûnerên
rêxistinên wekî PÇDK, Serokê Desteya Zanyarî ya Îslamê û hind rêxistin û
kesayetiyên kurd beþdar bûn. Di civîna piþtgiriya niþtecihên Kerkûkê ya ji
bo referandûm dê di rojên pêþ me de bê li darxistin, girîngiya bicih anîna
xala 140'an hatin nirxandin. Endamên komîteya þopandina rewþa Kerkûkê û
referandûmê ya demî ku berî bi 5 kesan hatibû avakirin jî beþdar bûn. Piþtî
endamên komîteya demî têkildarî rewþa bajar a niha de agahî dan beþdarên
civînê nûnerên rêxistinan nêrînên xwe yên li ser mijarê vegotin.
Waliyê Kerkûkê Abdulrahman Mustafa di civînê de destnîþan kir ku Komîteya
Demî rêxistinên kurd li ser pirsgirêkek wiha anîne cem hev û ev yek jî ji bo
çareseriya pirsgirêkê girîng e. Mustafa got ku heta niha wî komîte di nêz de
þopandiye û nirxek mezin dide xebatên wê.
'Pêwistiya çareseriya pirsgirêka Kerkûkê bi yekîtiya me heye'
Piþtî Mustafa, Serokê Desteya Zanyarî ya Îslamê Azad Xorþîd mafê axaftinê
stand û diyar kir ku balkiþand ser berhevbûna nûnerên gelek rêxistin, sazî û
dezgehên kurdan û hemwelatiyên li Kerkûkê yên ji bo xala 140'an berhevbûyîn.
Xorþîd daxuyand ku gelek kes ji bo çareseriya pirsgirêkê û avakirina
komîteyek þopandina rewþa Kerkûkê li hev civiyan e. Xorþîd derbirî ku ev yek
hem ji bo yekîtiye kurdan û hem jî ji bo çareseriya pirsgirêkê pir girîng e
û wiha pêde çû:
"Pêwistiya çareseriya pirsgirêka Kerkûkê bi yekîtiya kurdan heye. Ji ber vê
yekê yekîtiya me dê me li hemberî derve bihêztir bike. Ku hikûmet vê
pirsgirêkê çareser neke û nebe alîkar, dê gel bi yek dengî piþtgiriyê bide.
Armanca civîna me ew e ku þêniyên bajar di warê mijarê de bên hiþyarkirin û
ji bo çareseriya pirsgirêka Kerkûkê bixebitin. Lazim e herkes bizanibe ku
rola wî çiye. Em wekî seydayan dê bi riyên olî vê peywira xwe bînin cih. Em
dixwazin herkesên zerer dîtin, ne tenê kurd her wiha erebe, tirkmen û ji
gelek din be jî bila bigihe mafê xwe. Lê divê ji bo vê yekê em bifikirin. Em
dê di hemû mizgeft û xutbeyan de vê mijarê bînin ziman û li ser rawestin."
Tu desthilatdar bêyî piþtgiriya gel li ser piyan narawestin
Di berdewama axaftina xwe de Xorþîd derbirî ku armanca wan yek din jî ew e
ku ji bo þopandina van karan komîteyek bê avakirin. Xorþîd axaftina xwe ya
têkildar bi gotin, "Lazim e ev komîte piþtgiriyê bide xebatên bicihanîna
xala 140'an û gel hiþyar bike. Her wiha komîte dê ji xwe re ji hemû þêniyên
bajar komîsyonan ava bike. Li hemû cîhanê ku desthilatdar pirsgirêkê çareser
neke, hingê gel bi xwe pirsgirêkên xwe çareser dike. Niha hikûmeta
pirsgirêka me çareser nake û divê em bi xwe bikevin nav xebatê. Ev lêgerîna
me jî ji bo vê yekê. Bêgulan tu gel bê rêxistin nabin. Ji ber vê yekê
pêwistiya gel û rêxistinên kurd bi hev re heye. Ev komîte dê bibe pira di
navbera rêxistinên kurd, hikûmeta kurd û þêniyan de."
Komîteyek ji 15 kesan pêk tê hate hilbijartin
Di dawiya civînê de bi riya hilbijartinê komîteyek ji 15 kesan pêk tê bi
armanca þopandina xebatên çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê hate avakirin.
Her wiha di civînê de hate daxuyandin ku hemû partî, rêxistin, sazî û
dezgehên li Kerkûkê dikarin ji bo beþdariya xebatan endamên xwe destnîþan
bikin û ji komîteyê re ragihînin. Waliyê Kerkûkê Abdulrehman Mustafa jî wekî
endamê komîteyê yê fahrî hate destnîþankirin.
(Dîha)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|