|
Kurdistan
Parlamena Kurdistanê dijî
asteng kirina karên komîteya madeya 140 helwest werdigre
02
Sermawez,2006 weþandin:14:32:11 (GDK)
Di derbarê xistina tengahiyan di karên komîta bicihkirina madeya 140 de
komîta þopandina karên komîta madeya 140 daxwaz li parlamentoya Kurdistanê
kir ku peywendî û têkeliyan bi serokatiya encumena wezîrên Iraqê re bike.
Komîta þopandina karên komîta madeya 140 îro li parlamentoya Herêma
Kurdistanê bi serokatiya D.r Kemal Kerkûkî civînek lidarxist, dî civînê de
endamên komîtê nerînên xwe yên di derbarê madeya 140 de bi hevre guhêrandin
û arîþe gotûbêj kirin.
D.r Kemal Kerkûkî got: komîta bicihkirina madeyê li ser rêya birêvebirêna
karên xwe astengî jê re hatine peydakirin û guhêrtin bi ser pêkhatiya komîtê
de hatine, herweha got: di dayîna maliya ku ji komîtê re hatî diyarkirin de
jî xweragirtin heye.
Di civînê de biryar hatiye standin ku daxwaznameyek ji serokatiya
parlamentoya Herêma Kurdisatanê re Bê pêþkeþkirin da ku ew jî ji aliyê xwe
ve bîrnameyekê li ser arîþeyê amade bike û ji serokatiya wezîrên Iraqê,
serokê Iraqê , parlamentoya Iraqê, serok herêma Kurdistanê û serokatiya
wezîrên Kurdistanê re pêþkeþbike.
Roja Sêþemê 31/10 Komîteya Þopandina Maddeya 140ê di Parlamentoya Kurdistanê
de, bi serokatiya Cihgirê Serokê Parlamentoya Kurdistnaê Kemal Kerkûkî li
hev civî.
Di civînê de Kerkûkî ragehand, ku Serokwezîrê Îraqê Nûrî El-Malikî di dema
pêþkêþkirina bernameyê hukûmeta xwe de, demek ji bo pêkhênana maddeya 140ê
diyarkir. Ev helwestê El-Malikî cihê razîbûn û dilxweþiya her kesekî bû. Lê
belê piþtî pêkhatin û damezrandina Komîteya Pêkhênana Maddeya 140ê, careka
din kelema têxin pêþiya vê komîtê, pêkhatên komîtê tên guhartin, budceya ku
ji bo komîtê hatiye diyarkirin xerc nakin, serokê komîtê tê bê bandor kirin
û di þûna hesankiriyê de, pirsgirêkan çêdike.
Di civînê de Komîteya Þopandina Maddeya 140ê di Parlamentoya Kurdistanê de
ji Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê xwest, ku gilînameyekî derbarê van
nêzîkbûnan de pêþkêþî Serokwezîrê Îraqê bike û wêneyekî ji wê gilînamê
pêþkêþî Serokkomarê Îraqê, Parlamentoya Îraqê, Serokê Herêma Kurdistanê û
Serokatiya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bike.(ajansan)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|