|
Kurdistan
Ji Saziyên Amedê ji
bo alîkariyê komisyoneke hevbeþ
08
Sermawez,2006 weþandin:04:32:54 (GDK)
Daxuyanî li Avahiya Bazirganî û Pîþesaziya Amedê ji aliyê Serokê Saziya
Esnafan Elîcan Ebedînoglû ve hat pêþkêþkirin. Ebedînoglû eþkere kir ku di
encama sosreta baran û rabûna lehiyê de xesarek mezin ya madî manewî
gihiþtiye xelqê vê herêmê û divê hemû saziyên Amedê ji bo alîkarî û
piþtgiriya madî hewl bidin.
Ebedînoglû diyar kir ku li bajarên û bajarokên wek Amed, Mêrdîn, Batman,
Þirnex, Riha, Çinar, Bîsmîl, Heran, Niseybînê bi qasî 44 hemweletiyan jiyana
xwe ji dest daye û bi milyon dolar jî xesara madî çêbûye. Bitaybet jî, li
navenda bajarê Batmanê qasî 10 hezar mal û 60 hezar hemwelatî ji vê tofanê
hê bêtir zerarê dîtine.
Lê tu saziyek dewletê pêwîstiya van hemwelatiyan ya cîkirinê, xwarin û
vexwarinê, ya sotemenî û germahiyê bi cih ne aniye. Herweha ji ber vê tofanê
nexweþîneke þowayê belav bûye û di nav xelqê de bûye xeteriyekî berbiçav. Ev
jî bûye sedemek mezin ya nerazîbûnê di nav xelqê vê herêmê de.
Ebedînoglû eþkere kir ku sedema bingehîn ya van felaketa ku hê bêtir zerar û
ziyanê gihandine xelqê vê herêmê, koçberî û nebûna bingeha bajêrvanî yê ya
birêkûpêk e. Ev jî polîtikaya dewletê ye ku demek dûr û dirêje vê herêmê ji
aliyê aborî, civakî û pêþketina bajêrvaniyê ve paþve hiþtiye. Divê ji ber vê
yekê ev herêm wek “Herêma Felaketê” bê îlankirin û hemû zerar û ziyana xelqê
ji aliyê dewletê ve bê bi cih anîn.
Ebedînoglû di berdewamiya axaftina xwe de; “her çendî hin wezîrên vê
hikumetê hatibûn û serdana xelqê ku di vê felaketê de zerarê dîtibin kiribin
jî, lê serokwezîr Recep Tayîp Erdogan di gotarek xwe de bi þêweyek rexnegir
eþkere kiriye ku meseleya felaketê zêdetir derxistine pêþ û bûye cihê
nerazîbûnê. Em hêvîdar in ku Serokwezîr ji van þaþiyê xwe vegere û serdana
xelqê vê herêmê bike.”
Ebedînoglû di daxuyaniyê de eþreke kir ku wan li gel parêzgar, þaredariyên
Amedê û hemû saziyên siwîl, wê kordînasyonek ava bikin daku alîkarî û
piþtgiriya hevbeþ ya xelqê vê herêmê bikin.(Pukmedia)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|