|
Kurdistan
Rizgar Elî pistî kustaxîyên Tirkan li Kerkûkê daxûyanîyeke girîng da û
got:"Ger Tirk mafê Kurdan nedin dê dawîya wan wek Baasê be"
13
Sermawez,2006 weþandin:12:23:54 (GDK)
Doh
nûnerê Emerîkayê yê Kerkûkê Cims Bêks digel berpirsê karûbarên siyasî yê
nivîsgeha balyozxaneya Emerîkayê li Kerkûkê Tomas Wayz de, serdana serokê
civata parêzgeha Kerkêkê Rizgar Elî kir.
Di hevdîtinê de, herdu aliyan rewþên Kerkûkê gotûbêjkirin, herweha Rêzgar
Elî ji wan re li ser serdana þandeya Tikiyê ya ku serdana Kurkûkê kirî û li
ser ew nerastiyên ku ji wê serdanê derketî axivî.
Rizgar Elî got ku þandeyê bi hinceta nexwiyakirina nivîsan li ser nexþan ji
wî xwast ku nexþên Kerkûkê daxe da ku bi nêzîkî lê binêrin, Rizgar dibêje ku
wî jî li ser daxwaza wan nexþ ji wan re daxistin û berdewamdike, dibêje ku
þandeyê cîhê Kerkûkê ji wî pirsiyarkiriye, Rizgar jî ji wan re cîhê Kerkûkê
nîþan kiribû û ji wan re dabû xwiyakirin ku Kerkûk di wan nexþan de dikeve
sînorên Kurdistanê de û nexþek ji wan nexþan ya serdema empratoriya
Birîtaniya û yek jî ji wan ya serdema Osmaniyane û ew jî didin xwiyakirin ku
Kerkûk dikeve hundir sînorên Kurdistanê.
Di mijara çarenivîsa gelan de jî Rizgar ji þandeyê re gotiye ku nexþ tu carî
nikarin çarenivîsa gelan destnîþan bikin lê belê gel çarenivîsa xwe
destnîþan dikin, û di berdewamiya axaftina xwe de gotiye ku divê Tirkiye
siyaseta xwe li hember dewletên deverê bughêre herweha diyarkiribû ku divê
Tirkiye mafê netewa Kurd bide û gotibû ku eger vê pêngavê jî neke dê xebata
Kurdan berdewam be ta ku mafên xwe yên netewî bistînin.
Rizgar got: min nimûneyek jî ji wan re anî ziman ew nimûneya min jî li ser
gelê Kurd li Iraqê bû, min ji wan re þirovekir ku çawa Kurdan li hember
rêjîma Baas ya faþist ya ku þerê Kurdan bi hemî çek û têknolojiya nûjen
dikir ji bo jianbirina Kurdan nikarîbû armancên xwe pêk bîne û wan çekan jî
nikarîbû Kurd ji ser doza wî bixistana ji ber ku xebata Kurdan xebateke
dadmende û dozên dadmendî jî her di dawiyê de serkeftin ji bo wane.(pukmedia)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|