|
Kurdistan
Li Þêx Murþed Xeznewî xwedî
derkevin
06
Sermawez,2006 weþandin:00:21:42 (GDK)
Daxûyanî;Wek em hemû dizanin ku, di dawîya meha Gulana 2005 ê de
welatparêzê kurd Þêx Maþûq Xeznewî ji alîyê rejima Baas li Sûrîyeyê ve hate
girtin û piþt re, her dîsa ji alîyê vê rejima dîktator ve hate înfaz kirin.
Ev rejima hov, bi van kiryarên xwe yên nemirovî roj bi roj dikjeve tengasîyê
û ji ber hindê bêtir har dibe û sîyaseta xwe ya þovenî ya ku înkara hebûna
milletê kurd dike, didomîne.
Li gel hemû ”zordayina” welatên Rojava û DYA ê, di sîyaseta dewleta Sûrîyeyê
de tu guhertin nebûye û ev Rejima Baas weka herdem ne rêz li mafê mirovan
girtîye û ne jî di warê demokrasîyê de gav avêtîye.
Rejima Sûrîyeyê, bi dezgehên xwe yên îstixbaratî ve zilm û zordarîya xwe û
tehdîtên xwe li ser welatperwerên kurd û li ser malbatên wan didomîne.
Yek ji van nimûneyên herî dawî, tehdîtên li ser Þêx Murþed Xeznewî ( kurê
Þehîd Þêx Maþûq ) ye. Mixabin li hemberî tehdîtan û ji ber sedema biryara
girtina wî, Þêx Murþed Xeznewî li welatekî din di lêgerîna li wî
xwedîderketinê û piþtgirî wergirtinê de ye.
Loma jî em wek Platforma Kurdên Li Ewrûpa – PKE ê û Encumena Kurdên Sûrî li
Swêdê, bangî hemû komel û dezgeh û rêxistinên neteweyî û navneteweyî dikin
ku, ji bo rawestandina van tadeyîyên li hemberî malbatên kurd dengên xwe
bilind bikin û careka din vê sîyaseta qirêj ya rejima Baas mahkûm bikin, da
ku weka hemû milletan, milletê kurd jî mafên xwe yên neteweyî û demokratîk
werbigre.
Em baþ dizanin ku, bi helwest û xebatên hevbeþ, dagirkerên Kurdistanê bêtir
dikevin tengasîyê.
Werin îro jî em li welatperwerê kurd Þêx Murþed Xeznewî xwedî derkevin û em
bi vê helwestê careka din bangî Raya Gîþtî ya Navneteweyî bikin ku, da
biryarên li ser rejima Sûrîyeyê têkevin jîyanê.
Ewê Teror û Zordarî nikaribe li hemberî têkoþîna gelê kurd bi serkeve …
Platforma Kurdên Li Ewrûpa – PKE û Encumena Kurdên Sûrî li Swêdê – EKKS
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|