|
Kurdistan
Tirkîye
û Yekîtîya Ewropa li hev nekirin
28
Sermawez,2006
weþandin:21:23:51 (GDK)
Wezîrê Derve yê Fînlandîyayê Erkki
Tuomioja gote peyamhinêran, Tirkîyê û Yêkitîya Ewropî li ser daxwazên
Yêkitîyê rêknekeftin ku Enqere bender û balefirgehên xwe ji bo hatinûçûna
gemî û firrokeyên Qubrisê veket.
Fînlandîya vê gavê serokatîya bi dorûger ya wê yêkitîya 25 welatan diket, ku
Tirkîye dixwazît têda beþdar bît.
Wezîrê Derve yê Fînlandî li dû danûstandinên bi hevberên xwe yên ji Tirkîye
û Qubrisa endama yêkitîyê ra axift. Reng e ji ber nerazîbûna Tirkîyê bi wê
daxwazê, wezîrên derve yên Yêkitîya Ewropî li civîna xwe ya heftîya têt,
danûstandinên endamîyê bi Tirkîyê ra ragirin. Ew danûstandin yêkemîn pêngava
Tirkîyê ne ber bi endamîya Yêkitîya Ewropî ve.
Lê Amanda Akçakoca, þarezayeke ji Navenda Rêbazan ya Ewropî li Brukselê,
dibêjît: “Mirov naguhiþît ku danûstandinên linav Yêkitîya Ewropî û Tirkîyê
asê bûyne. Ez heyrî nemayme ku ew danûstandin bi qasî hîvîyên hinek alîyan
serkeftî nebûne. Ev 10 sal in ez li karûbarên Qubrisê dinihêrim û ez dizanim
bizav pirr bi zehmet e.”
Lê Akçakoca bawer naket ku ew danûstandin dê heta heta bêne ragirtin,
dibêjît belkû hema hêdî bin. Kêþeya sebaret Qubrisê’b têne yêk ji alozîyên
Yêkitîya Ewropî ye derbarê endamîya Tirkîyê da. Alozîyeke dî rewþa mafên
mirovan e û hindek hikûmetên Ewropî bawer naken ku Tirkîye dê her yêkcar tev
li Yêkitîya Ewropî bibît. Lê, Akçakoca bawer diket ku ew dîtin dikarît bête
guhartin, dibêje:
“Ez dibêjim divê hun bi gelek alîyan binihêrine vê yekê. Pêþbînî nayê kirin
ku Tirkîyê heta 20 salên din bibe endam û ne hemu welatên endam li dijî
endamîya Tirkîyê ne. Bi rastî bi tenê kêmek ji wan vê gavê li dijî wê ne.”
Akçakoca dibêjît 20 sal demekî dirêj e ku raya giþtî û hikûmetên Ewropî
hizra xwe biguhorin.(Voa)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|