|
Beþa Kurdistan
Li Amedê bi sedan zarok di nav çopan de dijîn
23
Tebax, 2006 weþandin:17:21:34 (GDK)
AMED--Li Amedê roj bi roj hêjmara zarokên ku debara malbata xwe bi
berhevkirina çopan dikin, zêde dibe. Di rapora lêkolînê ya Zanîngeha
Dîcleyê, ya di vî derbarî de hatiye ragihandin ku di sala 2004-an de,
hêjmara van zarokan 400 bû, di sala 2006-an de ev hêjmar, ji 600î derbas
bûye.
Li gor ku ji aliyê Mamosteyê Beþa Psîkîyatrî ya Zanîngeha Dîclê Prof. Dr.
Remzi Oto ve hatiye ragihandin, li Amedê roj bi roj hêjmara zarokên ku
debara malbata xwe, bi berhevkirina çopan dikin, zêde dibe. Prof. Dr. Remzi
Oto, diyar dike ku niha li Amedê 600 zarok, li ser çopan xwedî dibin û
debara malbata xwe, bi berhevkirina çopan dikin.
Prof. Dr. Remzi Otos, herweha diyar dike ku wan di encama vê lêkolîna xwe de
bidestxistine ku ev zarok, bi nexweþiyên wek Hepatit B, tetanos û gellek yên
þewb re rû bi rû ne û weha dom dike: “Tendurustiya van zarokên bi çopan
xwedî dibin, di bin xeteriyek mezin de ye û ev xeterî, di navbera du salan
de ji sedî 50 (%50) zêde bûye. Yek ji xeteriya herî girîng ku ev zarok di
nav de ne jî, elmandina miwadên xeterî (narkotîk) ye.”
Kordînatorê Navenda Perwerdekirin û Tedawîkirina Zarokên girêdayê miwadên
xeterî Mehmet Kaya jî, radighîne ku bi valakirina gundên herêmê, nufûsa
anvanda Amedê 5 kat bûye û bi zêdebûna nufûsê re, hêjmara zarokên ku li
kuçeyan dixebitin, gihîþt 15 hezarî.
Mehmet Kaya weha dom dike: “ Bi zêdebûna hêjmara zarokên ku li kuçeyan
dixebitin re, hêjmara zarokên girêdayê miwadên xeterî jî, roj bi roj zêde
dibe. Herçiqas ji aliyê hêzên emnî ve hatiye destnîþankirin ku li gor
tespîtên wan, di van 6 mehên dawî de hêjmara zarokên girêdayê miwadên
xeterî, 360 e jî, lê li gor min ev hêjmar, ne rast e. Lewra, hêjmara zarokên
ku miwadên narkotîkê dixebitînin, gellek zêde ye.”
(pukmedia / Nevzat Karakeçi)
© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên
nûçe û nivîsên ku vê rave hatiyê danîn ser navê Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.
|