|
Beþa Kurdistan
Çekdarbûna zêde û
Mesrefên Leþkerî Pêþketinê Asteng Dike
29 Tebax, 2006 weþandin:01:40:48 (GDK)
|

Her sal Cîhan 900 Mîlyon Dolar bo çekan serf dike |
HAWARDENGÛBAS-- Bi butceya beþa mezaxtina nepêwîst ya çekan gelek kêþe
çareser dibe.Wekî mînak li cîhanê 800 milyon kesên birçi hene.Tenê bo
bernameyên çandinîyê 2 mîlyon dolar têrî dike.An jî 270 mîlyon zarok ji
xizmetên perwerde û tenduristîyê bêparin.Bo pêkanîna wan xizmetan tenê 13
mîlyon dolar hewce ye.
Îlhan
Semsûrî / AMED / HAWARDENGÛBAS
Di sala dawîn de 28 welatên cûda de pevçûnên mezin an jî biçuk çêbû.
Di her yekê di wan pêvçûnan de herî kêm 1000 kes mirin.Mezaxtina eskerî di
serî DYE li gelek welatan zêde dibe.
Mezaxtinên leþkerî ji sedî 48 ya DYE ye û
asta mezaxtina leþkerîyê ya DYE (Dewletên Yekbûyî Emerîka) gihîþtêye astekî
rekor.
Piþtî DYE Britanya,Frensa,Japonya,Çîn û Îsraîl tê.Welatên wek Çîn,Azerbaycan
Erebestan jî bi zêdebûna hatinîyên xwe yên neftê mezaxtinên leþkerî zêde
dike.
Li cîhanê arteþ êdî li þûna parastinê bo bi hêz bûnê tê dîtin.Arteþ û biçek
bûn tenê bo xwe parasitina netewekî ji xeteran e.
Lê di serîde DYE û hin welatên din li þûna parastin an jî ewlehîyê zêdetir
bo êrîþê hin zêdetir çekdar dibin.
Tê zanîn piþtî þerê Iraqê bi zêde bûna mesrefên leþkerî û bi destnexistina
encamek aborîya giþtî yê DYE ketiye tengasîyê.
Tirkîye bo kuþtina Kurdan milyonan dolar xerc dike
Dewleta Tirk 12 mîlyon dolar bo çekdar bûnê xerc dike.Hêza leþkerîya dewleta
Tirk bi taybetî li bakûrê Kurdistanê hatîye bi cîh kirin û ev hêz zêdetir bo
têk þikandina Kurdan tê bikaranîn.
Li alîyekî din li Tirkîye bi milyonan mirov bê karin.
Pêþneketina teknolojî,zanist,jiyana sosyal,xizmetên çandî li alîyekî hê jî
xizmetên tenduristî,perwerde,xurek bajarvanî û gelek xizmetên din di gelek
deverên Tirkîye bi taybetî li bakûrê Kurdistanê di asta welatên sêyemîn ya
cîhanê de ye.
Netewan ji bo parastina xak û destektîyên xwe mecbirin arteþek ava bikin
û xercemeyên lêþkerî pêk bînin lê...
Mezaxtineke bi vî rengîya leþkerî li Cîhanê ku diþpere pêþbirgkekî, li gel
xwe bêkontrolîyê jî tîne û bazriganîya qeçex ya çekan deidkeve holê û ev jî
dibe sedema tevlîhevîyek gelek zêde û bi hêz bûna grubên tundkarî.
Di rewþekî ewqas awarte de ne dîyare ku çek bikeve destê kîjan kes an hêzan.
Li Cîhanê nêzî 640 mîlyon çekên sivik heye.Ev hejmar he roj zêdetir dibe.Bi
giþtî 1200 þîrketên hilberîner ya sîlehê heye.Her sal niv milyon kes bi
sîlahê dimirin.
Bi butceya beþa mezaxtina nepêwîst ya çekan gelek kêþe çareser dibe
Wekî mînak li cîhanê 800 milyon kesên birçi hene.
Tenê bo bernameyên çandinîyê 2 mîlyon dolar têrî dike.
An jî 270 mîlyon zarok ji xizmetên perwerde û tenduristîyê bêparin.Bo
pêkanîna wan xizmetan tenê 13 mîlyon dolar hewce ye..
© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên
nûçe û nivîsên ku vê rave hatiyê danîn ser navê Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.
|