|
Beþa Kurdistan
Daxûyanîya hevbeþ ya PDK-Bakûr,PWD,PSK; Ji awira gelemperî re
31
Tebax, 2006 weþandin:06:32:22 (GDK)
Kurdistana ku hebûna çand û welatê Kurdan îfade dike, êdî ji rastî û ruyê
cîhana guhertî wêdetir, di heman demê de bûye hêzek girîng ji hêzên taybet
ên cîhanê.Tasfîyebûna rejîma Saddam, jibo qevaztina rejîmên nîjadperest,
fanatîk, aloz û rejîmên ku hebûna gelê Kurd bi tiþtekî nedihesibandin gava
yekem bû; jibo temamkirina vê û rakirina serdestiya nîjadperest a li ser
gelê Kurd, pêwiste Kurd hêzên xwe nûjen bikin û bikin yek. Di tasfîyekirina
rejîma Saddam de Kurdan rola hêzek ji hêzên sereke lîztin. Biryarmendîya
hêzên baþûrê Kurdistanê, erkek ji erkên dîrokî a li himber gelê wan bû.
Encam ev
e ku, divê di nava Dewletên Federe ên Iraqê de herêma Kurdistanê bibe wek
giravek azadiyê. Hebûna Kurdistana azad divê îro jibo hemi Kurdan bibe
kanîya þanaziyê, û hem jî wê wek çavên xwe biparêzin. Lê ev bi tenê bergeha
yekemîn e. Çi di bicîhbûn û paraztina hebûna Kurdistana azad a dîrokî de, çi
di temamkirina pêvajoya herêmî a piþtî tasfîyekirina rejîma Saddam de û di
vê pêvajoyê de pêkanîna erkên ku Kurd pê rabûne, inceq bi yekîtîya û
hevkarîya wan a li seranserê Kurdistanê ve girêdayî ye.
Pêvajoya mudaxeleya Rojhilata Navîn a ku bi mudaxaleya Îsraîlê a li ser
Lubnanê giha bergehek nûjen, dide xuyakirin ku wê Kurd di vê pêvajoyê de bi
her awayî rolekê bilîzin. Kurdên ku di her beþên welatê xwe ên parçekirî de
xwediyê potansiyelek girîng in, êdî di hesabên hêzên dinyayê ên ku dixwazin
rû û nûjeniyek sîyasî bidin herêmê de, hêzek berbiçav in.Kurdistana azad, di
dengeya hêzan de ciyê xwe ê rastî girtiye; Kurdên Rojhilat û Rojavayêbaþûrê
Kurdistanê jî, ger karibin helwest û yekdengiyekê pêkbînin amadene rolek
erênî bilîzin.
Lê ne
mimkine ku em karibin îro heman tiþtî jibo bakurê Kurdistanê bêjin. Hinek
hêz jî çi mixabine ku, bi polîtîkayên xelet û xeter armanc û hedefa
dewletbûn û rayedarîya gelê Kurd a li ser axa xwe serûbinê hev û daxwazên me
ên netewî aloz dikin. Dîsa ev hêz di hava helwest û çalakiyên têkbirina
rewþa erênî a Dewleta Federel a Kurdistanê de ye. Tevgera welatparêz a
bakurê Kurdistanê bêþik divê têkiliyên navxweyî ên netewî bi xurtî baþtir
bike, polîtîkayek hevbeþ a netewî pêkbîne û li himberî erkên ku rû bi rû
mane gavên çareseriyê bavêje.
Pêvajoya ku DYB (Dewletên Yekbûyî ên Amerîka) û hevpeymanên xwe bi
mudaxeleya Iraqê re destpêkirin, di eslê xwe de ji þerekî sergirtî derketiye
û bûye þerekî herêmî. Di pêvajoya mudaxeleya hetanî îro de, axa Iraqê
Tirkiye jî di nav de jibo hemi rejîmên herêmê bûye wek hola þer. Rejîmên
statukoparêz, rola xwe a dijberîya guhertinê bi taybetî li vir lîztin û
dilîzin. Di serî de hêlên þoven ên dewleta Tirk, bermayîyên hemi rejîmên ku
ji azadîya Kurdan ditirsin, bi armanca rêlibergirtina azadîya Kurdan bi hemi
hêza xwe çalakiyên xwe ajotin û hîna jî dajon. Lê li bakurê Kurdistanê, li
himber hemi çalakîyên dijberên ku dixwazin wan ji dîrokê rêþkin, hewldanên
jibo netkirina polîtîkayek netewî berdewam in.
Li bakurê Kurdistanê jibo me berî hertiþtî yekkirina hêzên netewî û
netkirina polîtîkaya li himber tevgera mezin a li herêmê ye. Di pêvajoya
derbasbûyî de, di vê derbarê de hinek pêdaketin û însîyatîf hatin
lidarxistin. Belavokên hevbeþ ên PSK û PDK-Bakur, PSK û PWD, PDK-Bakur û PWD
û îfadekirina daxwaza yekîtîyê gavên girîng bûn. Lê bipêþdetirxistina vê
însîyatîfa yekîtîyê, xurttirkirina wê û di praktîkê de jîyandina wê pêwist
e.
Bi mebesta bersivdana van hewcedarîyên ku li bakurê Kurdistanê derketine
holê PDK-BAKUR, PSK, PWD;
1- Li bakurê Kurdistanê jibo pêkanîna yekîtîya netewîya Kurd, di çarçova
“mafê çarenûsîya azad a netewî” de jibo ku bi riyên demokratîk û siyasî doza
netewa Kurd bê bidestxistin, di her bergeh û di her warî de xebat û
tekoþînek hevbeþ bê kirin;
2- Li gora vê armancê, li bakurê Kurdistanê bi hemi welatparêz , derûdor,
grûp, partî û rêxistinên sivîl ên civakî re têkilî bên danîn û xebat bê
kirin da ku di hevparîya netewî de wan bînin cem hev;
3- Di serî de bakurê Kurdistanê, li Ewrûpa û deverên din ên derveyî welêt li
ser navê yekîtîyê komîte, nûnerî û buro bên sazkirin;
4- Di serî de mewzîya azadîyê a ku li baþûrê Kurdistanê derketiye holê li
ser navê Kurdan hatiye qezenckirin û di bin her þert û mercî de divê wek
hêjayîyek hevbeþ pê paraztin û xedîlêderketin, û di gellek mijarên din de em
gihane dîtin û biryarên hevbeþ û me rewa dîtiye ku em van encaman ji awira
gelemperîyê re bidin zanîn.
Komisyona Hevbeþ a Xebatê a PDK-BAKUR, PSK, PWD .
Hemû mafên nûçe û nivîsên
ku destnîþana HAWARDENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.
|