|
Beþa Kurdistan
Fetullahçî piþtî Kurdên bakûr niha jî dibin bela serê Kurdistana azad
13 Tebax,
2006
weþandin:13:20:32
(GDK)
|
|
HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan-- Fettullahçî û dewleta Tirk dixwazin bi vî
avahî Kurdistana azad têk bibin.Ji ber ku nikarin bi avayekî normal êrîþî
Kurdistana azad bikin,bi perwerde,ajantî û bi desthilatdarîya aborî dixwazin
Dewleta Federa ya Kurdistanê têk bibin an jî pasîf bihêlin.
Fethullah Gulen û cemaeta wî ku wek Fettullahçî tên naskirin li Asya Navîn û
li Kafkasyayê, bi taybetî jî li cumhûriyetên tirk, ji bo belavkirina
karîgeriya Tirkîtiyê û bîrûbaweriyên cemaeta xwe ya dînî, xwendegehan ji
dibistanê heta unîversîteyan vedike, li Kurdistana Federe li Hewlêr û
Silêmaniyê jî bi navê
dibistanên Iþik (ronahî) û Nulîfer xwendegeh vekirine. |
Li bakûrê Kurdistanê
Fettullahçîyan yek ji perçeya asîmîle kirina neteweya Kurd e |
|
Her wiha herî dawî jî derket holê ku li bajarê Kerkukê jî bi riya dêk û dolaban
riþvet dane hin rayedarên
hikumeta Bexdayê dibistina vekirin e.Di wan dibistinana da piranî bi zimanê
Tirkî ders tên dayîn.Tê dîyar
kirin ku kadroya piranîya wan dibistanan ji ajanên Tirk,MHP'yîyan (Partîya
nijadperest ya Tirkan/ Yek ji
dijmînê bingehîn ya gelê Kurd li Tirkîye) û kesên ku dijî Kurdistana azad'in
pêk tê.
Di wan dibistanan de havînan seferên grûbî ên Tirkiyeyê tên amade kirin û zarok
li Tirkiyeyê tên gerandin da ew Tirkiyeyê nas bikin û jê hez bikin.Mezin bûn û
pêþketî bûna Tirkîye her tim bo zarokan tê vegotin.
Tirþtekî balkeþ ewe ku piranî zarokên ku diçin dibistanên Fettullahçîyan ji
zarokên berpirsiyarên îdarî û siyasî ên Kurdistanê û elîta Kurdistana azad pêk
tê.
Fettullahçî û dewleta Tirk dixwazin bi vî avahî Kurdistana azad têk bibin.Ji
ber ku nikarin bi avayekî normal êrîþî Kurdistana azad bikin,bi perwerde,ajantî
û bi desthilatdarîya aborî dixwazin Dewleta Federa ya Kurdistanê têk bibin an
jî pasîf bihêlin.
Wek tê zanîn cemmata Fettullah Gulen
li bakûrê Kurdistanê bi piþtgirîya dewleta Tirk yek ji perçeya asîmîle
kirina neteweya Kurd e.
Hessasîya olî ya gelê bakûrê
Kurdistanê tê bi karanîn û bi dersxane,dibistanên taybetî,mal û yurdên bo
xwendekaran,bi rojname,kovar û pirtukan ciwanên Kurd têne asîmîle kirin.(hawardengûbas)
© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya
HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn. |
|
|