|
Beþa Kurdistan
Finanacal Times;Çapamenîya Rojava kêþeyên gelê Kurd ji nabîne
13
Tebax, 2006
weþandin:07:24:41
(GDK)
Terora dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd, bû mijara rojnameya navdar a îngiliz
Financial Timesê.
Rojname, bi fikira li ser þerê dawî yê li Rojhilata Navîn dikeve rê û destnîþan
dike, ku medyaya cîhanê ji
bo pirsgirêkên mîna yên Rojhilata Navîn cot-standartî dike.
Rojname, ji bo vê yekê bûyerên li Kurdistanê ku dewleta Tirk rê li ber mirina
30-40 hezar însanî vekiriye,
mîna mînak nîþan dide û dipirse; 'çima?'
Nivîsara Cideon Rahman a di hejmara doh a rojnameya Financial Timesê de hatiye
weþandin, helwesta
cotstandart a medyaya Rojava hurdikole.
Di nivîsarê de wiha tê gotin:
''Ji aliyekî ve jiyana Îsraîliyek ji ya Erebekî bêhtir giranbiha tê hesibandin,
ji aliyekî din ve-jî mirineke ku
Îsraîlê pêk aniye, ji mirinên ku artêþa Tirk yan-jî ya Sudanê bûye sedem bêhtir
'girînge,'' divê ev em
cotstandartiyê çawa binirxînin?''
Nivîsar bi bîr dixe, ku deverên nêzîkî Rojava yên lê bûyer diqewimîn-jî ji þerê
Ereb û Îsraîlan kêmtir bal
dikþîne û bi taybetê behsa þerê li Kurdistanê dike.
Ji bo sernivîsên nivîsa rojnameyê hevoka 'Pirsgirêka Kurd bi qasî ku têrê bike,
bal nejkiþand,'' hatiye
bikaranîn û wiha tê gotin:
''Endama NATO'yê Tirkiye, ji bo endametiya Yekîtiya Ewrûpayê hevdîtinan pêk
tîne. Lê belê, di sala 1990
de di çarçoveya kampanya li dijî PKK'ê de, bi sedan gund bi erdên re bûn yek.
30 heta 40 hezar însan
mirin, herî kêm ji siyan du par ji aliyê artêþa Tirkiyê ve hatin kuþtin û
pirraniya miriyan sivîl bûn.''
Nivîskarê rojnameya Financial Times dibêje, tevî vê yekê-jî medyaya Rojava ji
bo nûçeyên Rojhilata Navîn
cihekî firehtir veqetandiye û hema hema hîç êþên li Kurdistanê nedîtiye, ji
aliyekî din ve-jî nivîskar behsa
sansûra dewleta Tirk a li ser çapemeniyê dike.
Di vê mijarê de nivîsara rojnameyê wiha dewam dike:
''JI nûçegîhanên li TIrkiyê bipirsin ka çima cih nadin berxwedana Kurdan. Ewê
bêjin ku rayedarên Tirk
nahêlin ku ji Kurdistanê nûçeyan ragihînin.''
© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya
HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
|