|
Beþa Kurdistan
Dewleta Tirk Ser
Bûyerên Amedê
û Bi Hincetên Din
Dest Bi Girtinên Nû Kir
01
Tebax, 2006
weþandin:08:41:43
(GDK)

HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan-- Bi girtinên dawî derket holê ku Dewleta Tirk
bi hêstên dijminahî li benda ji bîr bûna bûyaran bû û niha jî jiyana gelek
Kurdan reþ dikin.Hate zanîn ku xwendekarên zanîngehê Z.C,A.K,Þ.I û gelek
kesen din berî ku zanîngeh vebin û bala raya giþtî neye kiþandin hatine
girtin.
Rebiwar KURDO / AMED / HAWARDENGÛBAS
Di rojên dawî de di derbarê
bûyerên Amedê de girtinên nû destpêkir.Bi qedandina deþîfre kirina wêne û
dîmenên ku di dema bûyerên Amedê de hatine kiþandin dest bi girtina hin
ciwanan û avêtina ser malan pêk tê.
Dewleta
Tirk hincetên cur bi cur li pêy xera kirina jiyana Kurdan e
Bi girtinên dawî derket
holê ku Dewleta Tirk bi hêstên dijminahî li benda ji bîr bûna bûyaran bû û
niha jî jiyana gelek Kurdan reþ dikin.Hate zanîn ku xwendekarên zanîngehê
Z.C,A.K,Þ.I û gelek kesen din berî ku zanîngeh vebin û bala raya giþtî neye
kiþandin hatine girtin.
Her wiha tevahîya bakûrê
Kurdistanê dîsa di demên dawî de bi hincetên "tevlî bûna Newroza
2006'an","badana rengên kesk û sor û zer","axaftina bi zimanê Kurdî" û gelek
sedemên din gellek Kurd tên girtin, êþkence kirin an jî aramîya gelek
malbatan bi avêtina ser malan tê xera kirin.
Hinek xwendekar jî ji
zanîngehan dûr tê xistin û bi vî avahî hemû jiyana wan Kurdan tê rûxandin.
Kesek bi navê
Ayhan Çevîk ji ber ku apê xwe yê bi kurdî axiviye parastiye, li Qereqola
Polîsan a Cumhuriyetê ya Wanê rastî lêdanê hatiye û ew avêtine derve. Çevîk
ku serî li Þaxa ÎHD'ê ya Wanê da, anî ziman ku dê der barê polîsan de
serlêdana sûc bike.
Her wiha
du roj berê jî 132 kesên di serdagirtina civîna Tevgera Hemwelatiyên Azad û
Wekhev a li Navenda Çand û Hunerê ya Rihayê de hatin binçavkirin. Þaxên
Mazlum Der û ÎHD'ê yên Rihayê û KESK'ê, der bar bûyerê de daxuyaniyeke
nîvîskî da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di serdagirtina civînê de
132 kes hatine binçavkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîþankirin ku, di
agahiya ku ji aliyên Midûriyeta Ewlehiyê ve ji çapemeniyê re hatiye kirin
de, tê gotin ku kesên hatine binçavkirin, 'endamên rêxistinên suc in' û li
ser vê yekê ev serdagirtin çêbû ye. Di berdewama daxuyaniyê de, hate
diyarkirin ku ev yek jî diyar dike ku serdagirtin bi hincetên siyasî çêbû ye
û ev yek li dijî mafên azadî û mirovatiyê ye.
Bi
"yaseya têkoþîna dijî terorê" zemîna wan zextan hate amade kirin
Wisa
xuyaye ku bi yaseya nû ya TMY "yaseya têkoþîna dijî terorê" re zextên
bi wî rengî ser gelê bakûrê Kurdistanê wê zêdetir bibe.
Eþkereye
ku hiþkkirina zagonan "bûyerên terorê" naqedîne. Berovajiyê vê yekê, dê bibe
sedema kûrbûna bûyeran. Bûyerên þîdetê wek mane têne nîþandan û zagon têne
derxistin. Mîna ku bûyerên awarte têne jiyandin nîþan didin.
Tirkîye jixwe tu pêþketinên bo Kurdan ji dil nekiribû û hemû hêzên tarî li
pêy xirab kirina rewþa heyî ya bakûrê Kurdistanê bûn.Niha dixwazin zextên li
ser bakûrê Kurdistanê zêdetir bikin û navê Kurdan bi hinceta PKK terorrîze
bikin û piþtre jî bi heman hincetê jî êrîþî deskeftîyên hemû Kurd û ya
Kurdistana Azad bikin.
Bûyerên
Amedê
Wek tê
zanîn piþtî 28 Adarê deli Amedê Polîs ser meþa ku bo protesto kirina qetl
kirina gerîllayên PKKyê di hat li dar xistin êrîþ kiri bû û piþtre tevahÎ
Amed û gelek bajarên bakûrê Kurdistanê de bi rojan navbera gel û hêzên
dewleta Tirk ve alozî û pevçûnên dijwar derketi bû.Di encama êrîþên û terora
dewleta Tirk de kir nêzî 20 Kurd bi avahekî hovane hatin kuþtin û bi sedan
kes birîndar bûbûn.derdorên
nijadperest di medyaya Tirkî de nerazîbûn nîþan dan.
Pêywendîdar
•
Dewleta Tirk Bi Hêncata PKK Mafên
Neteweyî ya Kurdan Nasnake
•
Li
Tirkîye Plana Kûr ya Hêzên Tarî bi Êrîþa ser Dadgeha bilind Kete Konaxekî Nû
•
Piþtgirîyên Bo Bakûrê Kurdistanê Zêdetir Dibin
(Bûyerên Amedê)
•
Divê Terora Dewleta Tirk Bi Tundî Were Þermezar Kirin
(Bûyerên Amedê)
•
Li Bakurê Kurdistanê Encama Terora Dewleta Tirk Girane
(Bûyerên Amedê)
•
Li Bakurê Kurdistanê Alozî û Terora Dewleta Tirk
Zêdetir Dibe
(Bûyerên Amedê)
•
Li Amedê Alozî û Êrîþa Hêzên Dewleta Tirk Didome
(Bûyerên Amedê)
•
Tirk Him Zarokan Dikûjin Him Jî Gelê Kurd Sûcdar Dikin
(Bûyerên Amedê)
© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê
Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.
|