|
Beþa Kurdistan
Divê Kurd Bo Rizgar Kirina Hesenkeyfê
Bikevin Tevgerê
04
Tebax, 2006
weþandin:14:23:41
(GDK)

HAWARDENGÛBAS,HESKÊF,Kurdistan-- Hesenkêf xwedî li rabirdûyekî 12
hezar salîye û bi pir,mizgeft û gelek berhemên dîrokî ku ji Asûrîyan,
Romayîyan, Persan,Medan,Greekan,Bizansîyan û ji gelek þaristanîyên din maye
bo gelê Kurd nirxeke dîrokê ya bêhempa ye.Divê Hesenkêfê were parastin.Bila
her kesê naxweze Hesenkeyf were tune kirin, 4ê Tebaxê de li Hesenkeyfê kom
bibin.
Nûçe
–
Þîrove /
Rodî JIYAN
/ HAWARDENGÛBAS
Hîmê bendava Ilisû ya wê
Heskîfê di bin avê de bihêle, 5ê Tebaxê roja Þemiyê li gundê Ilisû'yê ji
aliyê serokwezîrê dewleta Tirk Tayyîp Erdogan ve bê danîn.
Eger
bendav were çêkirin, wê Heskîfa 12 hezar salî û zêdeyî 200 waregehên dîrokî
di binê avê de bimîne.Her wiha bi çêkirina bendavê re, nifþên teyr û tebayên
weke, Çûkê Keçamezin, Tîtî, Qertelê Sor, Dûv-meqes, Marmarok û Pirçûmok,
Keftar ê bi xet û reqên firatê jî, ji holê rabin.
Tevî
hemû nerazîbûna raya giþtî jî dewleta Tirk û hikumeta AKP dev ji tune kirina
Hasankeyfê dev jê bernedan.
Divê 4ê
Tebaxê de li Hesenkeyfê bin
Bo pêþî
lê girtina çêkirina bendavê, hewldanên rêveberiyên herêmî, rêxistinên civakî
yên sivîl didomin.Hewldana Jîndarkirina Heskîfê ku xwe amade dike 4ê Tebaxê
çalakiyeke mezin organîze bikin.
Þaredariyên bakurê Kurdistanê, li bajarê Êlihê li Þaredariyê hatin ba
hev û ji bo nerazîbûna xwe nîþan bidin, civînek lidar xistin.Di civînê de
biryar hat girtin, ku daxwaza hevdîtinê ji Erdogan bikin û encamên lêkolînên
xwe yên ku wê tesîr li ser rewþa ekolojîk, Çandî û mirovahiyê dike, amade
kirine, ragihînin Erdogan.
Serokê Þaredariya Hêskêfê Vahap Kusen jî, di axaftina xwe de banga
piþtgiriyê kir û weha got; “Ev deh sale ku em ji bo xilaskirina kevnewarên
Hêskêfê dixebitin, lê mixabin me tu tiþtek bidest nexist. Receb Teyîb
Erdogan û Wezîrê Çandî bi xwe soz dan me ku wê pêþî lê bigrin û nehêlin ku
kevnewarên Hêskêfê, di bin avê de bimîne.”
Her wiha
hate dîyar kirin ku îddîayên hikumetê, pisporên navneteweyî diyar kirine, ne
mimkune ku kewnewarên li Heskîfê ji bo devereke din werin veguheztin.
Endamên hewldanê, herwiha bang li Erdogan kirin, ku tevlî çalakiya wan a
roja 4 Tîrmehê ya li Heskîfê bibe.
Sazîya
Endezyar û Mîmaran ya þaxê Êlîhê jî bi daxûyanîyekî banda xwedî derketina li
Hesenkeyfê kirin û gotin bila her kesê naxweze Hesenkeyf were tune kirin, 4ê
Tebaxê de li Hesenkeyfê kom bibin.
Her wiha wek tê zanîn
Dadgeha Mafên Mirovan ya ewropayê nirxandina
doza Heskîfê pejirandi bû.
Ne tenê
nirxeke dîrokê tê holê radikin
her wiha wê kêþeyên sosyo-aborî jî
peyda bibin
•
Kêþeyên sosyo-aborî
ku ji ber bendavê wê derkevin holê nayê dîtin.
•
Kurdên bakûrê
Kurdistanê ji ber þerê di navbera Dewleta Tirk û PKK de neçar mane ku koçî
bajarên mezin bikin.Kesên ku koçber bûne ji ber bêkarî û delfetên kêmdinava
hejarîyê de dijîn. Ger projeya Ilisiyê jÎ were pêk anîn dêkoçberîyên nû
çêbibin û kêþeyên heyî jî dijwartir bibin.
•
Hesenkêf
xwedî li rabirdûyekî 12 hezar salîye û bi pir,mizgeft û gelek berhemên
dîrokî ku ji Asûrîyan, Romayîyan, Persan,Medan ,Greekan,Bizansîyan û ji
gelek þaristanîyên din maye bo gelê Kurd nirxeke dîrokê ya bêhempa ye.Ji ber
vê yekê jî divê Hesenkêfê were parastin.
Dewleta Tirk dijminê hemû
nirxên neteweyî ya gelê Kurd e
Wek tê
zanîn yek ji herî girîng ya þûnûwarê dîrokî ya Þaristinaya Kurdistanê ku ji
serdema navîn gihêþtîye roja me bajarê kevnare (antîk) Hesenkeyf e. Lê
Dewleta Tirk ne tenê ziman û çanda Kurdî bi temamî nirxên dîrokî ya
Kurdistanî ji holê radike.
Hesenkeyf(Hêskîf) jî di çerçoveya çêkirina bendavê Ilisuyê de wê ji holê
rabe û din bin avê de bimîne.Her çiqas projeya bendava Ilisuyê bi salanê di
rojevê de be jî Heskîf ji her demê zêdetir nêzikî tune bûnê ye.
Li
Kurdistan û cîhanê girîngîya Heskîfek gelek zêde ye. Li þûna ku Heskîf bibe
bajarek Cîhanê, niha bi xeteriya di bin avê de hiþtinê re rû bi rû ye. Bi
rastî riyên ku di bin avê de nemîne hene. Ev rewþa Heskîfê ji bo dîroka me û
dîroka cîhanê tiþtek gelek bi xemgîn e. Ji bo ku Heskîf di bin avê de
nemîne, divê komîteyek bê avakirin û xebat bêne destpêkirin. Gerek Heskîf li
gorî eslê xwe bê restorekirin. Lê di bin avê de tê hiþtin. Ev yek nayê
qebûlkirin. Divê Heskîf di bin avê de nemîne.
Divê
Kurd di vê meseleyê de hestîyar bibin û vê nirxê Dîrokî ya Kurdistanê
biparêzin û bihêlin nifþên wekî mîraseke þaristanîya Kurdistanê bo
dahatûyê.Ger Kurd meseleya Hesenkeyfê binîn rojeva Cîhanê û rexistinên sîvîl
hiþyarbikin wê demê Tirkîye dikare neçarbimîne û ji vê projeyê dev ji
berde.Ji ber ku Hesenkeyf yek ji kevnewarên dîrokî yê herî girîng ya Cîhanê
ye.Bi avakarina malperan,kampanyayan û çalakîyan divê raya giþtî were hiþyar
kirin.
Pêywendîdar
•
Malpera "Dilsozî bo Hesenkeyfê"(Hasankeyfe Sadakat)
© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê
Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.
|