|
Beþa Kurdistan
Bi
hezaran kes li Hesenkeyfê civîyan
06
Tebax, 2006
weþandin:01:32:34
(GDK)
Hîmê
bendava Ilisû ya wê Heskîfê di bin avê de bihêle, doh li gundê Ilisû'yê ji
aliyê serokwezîrê dewleta Tirk Tayyîp Erdogan ve hate danîn.
Serokwezîr
Tayyîp Erdogan, dema hat ser deshilatdariyê soz da, ku ewê projeya Bendava
Ilisûyê betal bike.
Lê belê, hîmê vê projeyê ji aliyê wî ve hat danîn. Erdogan, bi Wezîrê Karên
Hundur Abdûlkadîr Aksû, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Hîlmî Guler û
Wezîrê Karên Gund û Çandiyê Mehdî Eker re, îro danê sibê çû navçeya Mêrdîn
Kerboranê.
Bendava Ilisûyê ku ev 50 salin di rojevê de ye, lê belê ji ber nerazîbûna
raya giþtî ya hundur û derve gelek
caran çêkirina wê hatiye betalkirin, wê Heskîfa dîrokî di binê avê de
bihêle.
Herwiha, ji sedî 80'yî Heskîfê wê nava gola bedavê de bimîne û tevî gund û
mezrayan wê 199 waregeh jî, di
binê vê avê de bimîne.
Bo
pêþî lê girtina çêkirina bendavê, hewldanên rêveberiyên herêmî, rêxistinên
civakî yên sivîl didomin.Hewldana Jîndarkirina Heskîfê ku çalakiyeke
mezin organîze kirin û nêzî 6 hezar kes tevlî bû.
Bi dehan hunermend, dengbêj, kom û grûbên muzîkê yên Kurd, Tirk û biyanî yên
wek dengbêj Abdullah
Koçar, Koma Avþin, Koma Rewþen, grûba Kardeþ Turkiler, Grûb Þarap, hunermend
Gulþen Suna,
hunermend Turan Þengul, Koma Azad, grûba Grove Roje, hunermend Rojda,
hunermend Zilan, hunermend
Aynur Doðan, grûba folklorê ya Þaredariya Erxeniyê, hunermend Servet
Kocakaya û her wek din li bajaroka
dîrokî li kevnewarên Hêskêfê hatin ba hev û bi kilam û stranên xwe,
nerazîbûna xwe ye li dijî çêkirina
Bendava Ilisuyê nîþan dan û vê yekê þermezar kirin.
Serokê Þaredariya Mezin ya Amedê Osman Baybemir, di axaftina xwe ya de diyar
kir ku hîmkolana bendava Ilisuyê, ji miratê hevbeþ yê mirovatiyê re
bêhurmetiyeke mezin e. Baybemir, di berdewamiya xaaftina xwe de ragihand ku
ev çi wijdan e ku vê axê, vê dîrokê û van kevnewaran di bin avê de dihêlin.
Piþtî
civîneke çapamenîyê çalakî bi dawî bû.
Pêywendîdar
•
Divê Kurd Bo
Rizgar Kirina Hesenkeyfê
Bikevin Tevgerê
© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê
Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.
|