Dengûbas/Agahî         

 

 

Mal

 

Kurdistan/Rojev

 

Cîhan

f

Çand û Huner

k

Kurdistana Azad

 

Medyaya Kurdî

k

Zanist/Teknolojî

  

Jiyan/Civak/Aktuel

  

Aborî/Fînans

 

Nivîs/Lêkolîn  

 

Dosyayên Taybet

 

Arþîw/Lêgerîn

þ

Kunye/Rêvebirî

young team

   Beþa Kurdistan | HAWARDENGÛBAS.com

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Beþa Kurdistan

 

Mîhrî Belî:“Xeter ne PKK ye xetera esil Barzanî û Talabanî ne”

 

 

 01 Tebax, 2006 weþandin:08:43:03 (GDK)

 


Siyasetmedar, Kemalîst, Rewþenbîr!, nivîskar û bi serde jî Komonîst! yê Tirk Mîhrî Bellî, diyar dike ku ji ber ku Arteþa Tirk, PKKê ji xwe re wek neyarekî sereke nîþan kiriye, ketiye nav xeletiyeke mezin. Lewra, xeteriya esil û neyarên herî mezin, Barzanî û Talabanî ne.


“Dema Barzanî û Talabanî bihêz bibin wê doza bajarê Amedê bikin”

Li gor ku ji aliyê rojnameya Birgunê ve hatiye belavkirin, Siyasetmedar, Rewþenbîr!, nivîskar û bi serde jî Komonîst! yê Tirk Mîhrî Bellî yê 91 salî ku niga wî, li devê gorê ye, di rojên xwe yên paþîn de jî, wezîfeya xwe bicîh anî û ji artêþa tirk re eqilmendî kir. Komonîstê Tirk Mîhrî Bellî, radighîne ku ji bo Tirkiyê, xeterî ne PKK ye, xeteriya esil Barzanî û Talabanî ne. Bellî, vê yekê weha destnîþan dike; “Emerîka, ji Barzanî û Talabanî re dibêje, ‘dema em biçin em ê çek û sîlahên xwe, ji we re bihêlin.’ Ev jî dide nîþandan ku dema Barzanî û Talabanî bihêz bibin, wê doza axê ji Tirkêyê bikin, doza bajarê Amedê bikin. Ev daxwaz jî, wê bibe sedemê þer û pevçûnê û wê herêm bibe gola xwînê.”

“Çê nabe ku em doza sînorkiþandinê li Tirkiyê bikin û ev yek ne mumkûne”

Mîhrî Bellî yê Komonîst!, eqilmendiya xwe, weha dom dike; “Dema min di sala 1997-an de bi Abdullan Ocalan re hevdîtinek pêk anî, min jê re got, ‘çê nabe, tu daxwaza tiþtên ku Gelê Tirk li dijî derkeve, bikî. Ango ji Tirkiyê daxwaza axê neke.’ Me, herweha li ser Federasyonê jî qise kir. Lê, Abdullan Ocalan got, ‘pirraniya kurdan, li rojavayê Tirkiyê dijîn, ji ber vê yekê jî, çê nabe ku em doza sînorkiþandinê li Tirkiyê bikin û ev yek ne mumkûne.’ Lê, pêvajo dide nîþandan ku dema Barzanî û Talabanî bihêz bibin, wê doza axê ji Tirkêyê bikin. Ji ber vê yekê ye ku Barzanî û Talabanî dixwazin hebûna PKKê, ji holê rakin.”


“Komara Tirkiyê û Artêþa Tirk di nav xeletiyeke mezin de ye”

Mîhrî Bellî yê Komonîst!, di berdewamiya vê daxuyaniya xwe de rê nîþanê Artêþa Tirk dide û weha dibêje; “Arteþa Tirk û herweha yên din, hê jî PKKê, wek neyareke sereke dibînin. Ev nêrîn, xeletiyeke mezin e. Lewra, di nav projeya Emerikayê de, yek jê jî bihêzkirina grûbên kurdên Iraqê heye; Emeriqa dixwaze wan grûban bihêz bike û dewleteke Kurdî ava bike. Dema ev grûbên kurdên Iraqê, dewleteke Kurdî ava bikin, wê vegerin li ser Tirkiyê û doza axê ji Tirkiyê bikin û wê bi viya jî qîma xwe neynin û ji Tirkiyê, bajarê Amedê jî bixwazin. Ji ber vê yekê ye ku ez dibêjim, Komara Tirkiyê û Artêþa Tirk di nav xeletiyeke mezin de ye.”


“Min ewçax fêm kir ku Abdullan Ocalan Kemalîst e

Mîhrî Bellî yê Kemalîst û Komonîst!, Kemalîstiya Abdullah Ocalan weha tscîl dike; “Min, di sala 1997-an de bi Abdullah Ocalan re, hedîtinekî bi qasî 8 sietî pêk anî. Dema min jê re behsa Mustafa Kemal kir, wî yekser xwe bilind avêt û rabû piyan û weha got, ‘aha Mustafa Kemal ev e’ Min di wê demê de fêm kir ku Apo, Kemalîst e. Apo bi xwe texmîn nedikir ku þerê çekdarî bê vê merhelê.”
(pukmedia: Amed/ Nevzat Karakeçi)
 

 

 

 

 

 

 

© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê rave hatiyê danîn ser navê Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.

 

 

Organên Sereke ya HKMG

Malpera Dezgehî-Sereke a HKMG:

hkmg.net

 

Medyaya Kurdî:

medyayakurdi.com   

 

AborîyaKurdistan:

aboriyakurdistan.com

 

PirtûkûWêje:

pirtukuweje.com

 

MûzîkKurd:

muzikkurd.com  

 

ZanistûTeknolojî:

zanistuteknoloji.com

g

SînemaKurd:

sinemakurd.com

 

Kurdistan World:

kurdistan-world.com

 

Dîrok û Dewletên

Kurdî:

dirokudewletenkurdi.com

 

Kurdistan Malper:

Hemû Malperên înterneta Kurdî :

kurdistanmalper.com

 

I Reklam;

interactivereklam.net

 

Bo Navnîþanên 40  Malperên Din ya HKMG: hkmg.net

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

BEÞA KURDISTAN

 

 

Hemû Mafên vê malperê ya HKMG ye. | © Copyright 2005-2006 Hawar Kurdistan Media Group All Rights Reserved  | Pêywendî | Derbarê HD | About U

©Ev Weþana Hawar Kurdistan Media Group e.| Web Development by HKMG. Hawar Kurdistan Soft | agahi@hawardengubas.com

hawardengubas.com | Kunye-Navdank | Arþîw-Lêgerîn | bike malpera destpêkê           

 

Ev Weþanekî    

 e.

 

1