|
Beþa Kurdistan
Rewþenbîrên Tirk:“Pirsgirêka Kurdî Pirsgirêka me ye jî”
02
Tebax, 2006
weþandin:11:23:20
(GDK)
Komeke rewþenbîr ên Kurd û Tirk ku dibêjin “Em hemû di keþtiyek de ne” ji bo
çareserkirina pirsên Tirkiyeyê, nexasim jî pirsa Kurdî daxwuyaniyek dan
çapemeniyê.
38 rewþenbîrên ku di nav wan de nivîskar, perwerdekarên unîversîteyan, jin,
parêzêrên mafên mirovan, endamên saziyên siwîl yên civakî, ji bona dawî li
kuþtin, tundî û pirsgirêkên din bê, diyar kirin ku bi çekan siyaset nabe û
tu çareserekirin jî bi çekan wê neyê kirin
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku ji bo çareserkirina pirsa Kurdî divê di
çarçoveya siyasî,yaseyî, aborî û navneteweyî de pirs bê nîqaþkirin û “aliyê
mirovahî” jî neyê jibîrkirin. Di daxuyaniyê de ji perwerdekariya zimanê
zikmakî hetanî koç, kujarên namûsê, pirdengî û pirçanditiyê li ser gelek
mijaran bîr û bawerî hatine rêzkirin.
“Em ji hevûdu re rêheval in”
Di Daxuyaniya ku bi sernivîsa “Pirsgirêka min e jî” hatiye çapkirin de weha
tê gotin:Hin aliyên vî welatî ji aliyên din ne “giranbuhatir” in. Li
quncikekî Tirkiyeyê êþeke ku tê jîndin hebe, ev pirsgirêka min e jî. “Li wê
derê” birînek hebe, “li vê derê” ez jî pê diêþim, jan didim û xwîn ji min
dihereke.
Em hemû di keþtiyek de ne, jin, mêr, Kurd, Tirk, Elewî, yên ku koç kirine,
bêkar, xortên ku ji pêþerojê ditirsin, kesên ku dixwazin li qerexên bajarên
mezin jiyanek li dar bixin, hindikayî, maxdûrên tundiyê û kesên bi nezanî
agirê tundiyê geþ dikin… Em hemû bi hevûdu re rêwî ne, rêhevalê hevûdu ne…
Ger em bi vê yekê bizanibin an jî nezanibin.
Em Tirkiyeyeke ku bi kategoriyên wek Kemalîst-olperest, Tirk-Kurd hatiye
dijberkirin naxwazin. Yên ku ji aliyê me tên parastin; hemû reng, pir û
sentez in…
Bûyerên ku li Rojhilata Navîn diqewimin xebera pêþveçûnên nû didin me. Di vê
fetloneka dîrokî de welatên ku bi dînamîkên xwe yên naxweyî pirsên xwe
çareser dikin, demokrasî û azadiyê xurt dikin, aþtî û dadiyeke civakî saz
dikin wê bi serbikevin.
“Bi çekan siyaset nabe! ”
Em li welatê xwe beriya her tiþtî çi dixwazin:
1- Di nav çareseriyên pirsa Kurdî de em dibînin ku aliyên pirsê yên siyasî,
hukûkî, aborî, çandî û navneteweyî hene. Divê digel van aliyên pirsê “aliyê
mirovahî” jî bê dîtin û giringiya pirsê bi van rastiyan derxin holê…
2- Divê bê zanîn ku ji bona careke din li vî welatî tundî û teror dubare
nebe, bi çekan siyaset nabe û mafxwazî, bi gef û tundiyê nayên tepisandin.
3- Divê pirsgirêk ji çarçoweya dilsozî û îxanetê bê derxistin, “refleksa
neteweperestiya birik bê þikênandin…
4-Divê em bizanibin ku rûmetnîþandina êþ û keserên hevûdu, di riya
civakbûyînê de û ji bo aþtiya civakî gelek girîng e…
5- Divê bê zanîn ku ji bo çareseriyeke misoger ne ji devreyî Tirkiyeyê, ji
nav Tirkiyeyê bi xwe û ne bi serbazî bi awayeke siwîl bê gerîn.
6- Divê bê zanîn ku Pirsa Kurdî ne yek ali ye û di çareseriya wê de jî pirr
kes xwedî gotin bin…
7- Ger tesîra wan hindik be jî, divê hewldanên ji bo baþkirina rewþa mirovî
biçûk neyên dîtin… Bê zanîn ku di riya aþtiya civakî de hewcedarî bi
hewldanên ku ji nav civakên tên hene…
8- Guh bidin pirsên jinan û giringiyê bidin tevgereke serbixwe ya jinan.
9- Bi pirsên kes û malbatên ku bi darê zorê hatine koçkirin –xasima jî bi
zarokên wan re- û bi kesên vî awayî ger li herêmê ger jî li bajarên rojava
yên mezin bi cih bûne eleqedar bibin, ji bo jiyaneke nû bi rêkûpêk bikin
alîkarê wan bin û di vî warî de projeyan ava bikin…
10- Li himber kujarên namûsê di hemû civakê de bîr û baweriya xurt bikin, ji
bona kesên siyasî teþwîqê avêtina gavên pêþçav bikin…
11- Divê bê serwextkirin ku di perwerdekariyê de zimanê zikmakî ji bona gelê
herêmê gelek girîng e… Du zimanî û pirçandîtî wek mafek bê nîqaþkirin…
12- Li rojhilatêbaþûr, gundên ku navên wan hatine guhartin careke din bi
awayê berê berê bên binavkirin.
13- Ji vê cendereya ku tê de kîn û nefret zêde dibe, xwe rizgar bikin,
zimaneke ku mirov pê bikaribe guh bidin hevûdu, serwextê hevûdu bibe û
hevûdu bikaribin efû bikin peyda bikin…
14- Di dawiya dawîn de bibînin ku em hemû jîngeheke þirîkî parve dikin û
nirx û berjewendiyên me jî þirîkî ne…
Kesên ku daxwuyaniyê îmze kirine ev in:
Prof. Dr. Ahmet Însel (Universîteya Galatasarayê) Doç. Dr. Ahmet Îçduygu (Ji
Beþa Pêywendiyên Navneteweyî ya Unîversiyeta Koçê), Alî Bayramoglu
(Nivîskar-Rojnamevan), Ayþe Gul Altinay (Unîversiyeta Sabanciyê), Ayhan
Bilgen (Serokê MAZLUM - DERê), Can Paker (Serokê TESEVê), Derya Sazak
(Nivîskar-Rojnamevan, Milliyet), Ece Temelkuran (Nivîskar-Rojnamevan,
Milliyet), Elif Þafak (Nivîskar-Universiteya Bahçeþehirê), Prof. Dr. Erol
Katircioglu (Universîteya Bîlgîyê, Rojnamevan), Eyup Can (Berpirsiyarê Giþti
yê Weþana Rojnameya Referansê), Prof. Dr. Fazil Husnu Erdem (Serokê Beþa
Hukûka Civakî ya Universîteya Dîcleyê), Doç.Dr. Ferhat Kentel (Endamê Beþa
Civaknasiyê ya Universîteya Bîlgiyê), Prof. Dr. Fuat Keyman (Unîversîteya
Koçê, Endamê Beþa Pêywendiyên Navnateweyî), Prof. Dr. Gençay Gursoy, Îbrahim
Betîl (Serokê Weqfa Dilxwazên Civakê), Kutbettîn Arzû (Serokê Odeya Ticaret
û Sanayiyê ya Amedê), Mesût Ozturk (Serokê kevn yê Þaredariya Wanê), Dr.
Mesut Yegen (ODTU- Endamê Beþa Civaknasiyê), Doç. Dr. Mîthat Sancar
(Unîversiteya Enqereyê-Fakulteya Hukûkê), Prof. Dr. Murat Belge
(Nivîskar-Universiteya Bîlgiyê-Serokê Beþa Wêjeya Danberhevî), Muharrem
Erbey (Þêwirmendê Þaredariya Mezin ya Amedê), Mustafa Karaalîoglu
(Berpirsiyarê Giþtî Weþanê yê Rojnameya Yenî Þafakê), Nebahat Akkoç (Serokê
KAMERê), Necdet Îpekyuz (Serokên kevn yê odeya dixtoran), Osman Kavala
(Birêbirê TESEVê), Oya Baydar (Hewldana Aþtiyê-Nivîskar) Omer Laçîner
(Edîtorê Kovara Bîrîkîmê), Rojbin Tugan (Hukûknas-Çalakvanên Mafê
Mirovan-Çolemêrg), Sabîh Ataç (Serokê kevn yê baroya Êlihê), Salim Uslu
(Serokê HAK - ÎÞê), Sedat Yurtdaþ (Cîgirê Serokê Giþti yê DTPê-Nivîskar),
Sezgin Tanrýkulu (Serokê Baroya Amedê), Þahîsmaîl Bedirhanoglu (Serokên
Komeleya Sanayîkar û Karmendên Rojhilatabaþûr), Tahir Dadak (Koperatîfa
Peþveçûnê, Amed), Tarhan Erdem (Rojnamevan-Nivîskar), Yusuf Alataþ, Zozan
Özgökçe (Serokê Komeleya Jinan ya Wanê) .
(pukmedia / Amed / Nevzat Karakeçi)
© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê
Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.
|