|
Beþa Kurdistan
Li bakûrê Kurdistanê roja aþtîyê tê pîroz kirin
31
Tebax, 2006 weþandin:06:32:22 (GDK)
1'ê Îlonê Roja Aþtiyê ya Cîhanê, li bajarên bak dê bi çalakiyên cur bi cur
bê pîrozkirin. Bi mebesta 1'ê Îlonê Roja Aþtiyê ya Cîhanê li Amedê di 3'yê
îlonê de li Qada Îstasyonê mitîng tê lidarxistin. Endamên Înîsiyatîfa
Dayîkên Aþtiyê ku ji gelek bajarên Tirkiyeyê bi rê dikevin, wê li Navçeya
Silopiya Þirnexê 'Konê Aþtiyê' vedin.
Bi mebesta 1'ê Îlonê Roja Aþtiyê ya Cîhanê, ji aliyê saziyên civakî yên
sivîl û partiyên siyasî yên li gelek bajaran ve çalakiyên cur bi cur têne
lidarxistin. Li gelek bajaran ji bo balê bikþînin ser girîngiya aþtiya
civakî, panel, daxuyaniya çapemeniyê, pêþengeha wêneyan û hin çalakiyên din
tên lidarxistin. Li hemû bajaran, ji îþev de bi sedan kes nobeta aþtiyê
digrin û nêrînên xwe yên li ser aþtiyê, li lênûskên ku hatine vekirin
dinvîsin. Ger ku Walîtiya Amedê bersivek erênî bide Komîteya Amadekar a 1'ê
îlonê, li Qada Îstasyonê dê mitîngek bê lidarxistin. Girseyên ku ji bajarên
herêmê beþdarî mitîngê dibin, dê daxwazên xwe bînin ziman.
Çalakiyên 1'ê Îlonê Roja Aþtiyê ya Cîhanê li gorî bajaran wiha ne:
AMED
Di 1'ê Îlonê Roja Aþtiyê ya Cîhanê de Platforma Demokrasiyê, li Þanogeha
Þaredariya Bajarê Mezin a Amdê daxuyaniyek dide çapemeniyê. (11:00).
Platform piþtre, Dayîkên Aþtiyê ber bi Silopiyê ve bi rê dike.
Di 3'yê îlonê de Þahiya Aþtî û Demokrasiyê tê lidarxistin. Þahî, li Qada
Îstasyonê saet di 16.00'an de destpê dike. Ji gelek bajarên herêmê beþdarî
çêdibe. hunermendên wekî Xêro Abbas û Selda Bagcan di þahiyê de konser
didin.
ÊLIH
31'ê tebaxê: Bi tevî rêxistinên girseyî yên demokratîk, daxuyaniya
çapemeniyê tê lidarxistin. (17.00)
1'ê îlonê: Gor û malbatên gerîla û leþkerên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji
dest dane, tê ziyaretkirin. Li Kuçeya Hunerê pêþengeha wêneyan ku mijara wê
'Aþtî' ye tê vekirin.
2'yê îlonê: Li avahiya Rêxistina Navçeya Navendî ya DTP'ê panelek têkildarî
1'ê Îlonê Roja Aþtiyê ya Cîhanê tê lidarxistin. Prz. Mehdî Oztuzun, Prz.
Abdullah Akin û Alîkarê Serokê Rêxistina DTP'ê ya Êlihê Abdulhakîm Þahîn wek
axaftvan beþdarî panelê dibin. (12.00)
3'yê îlonê: Bi awayekî girseyî beþdarî mitînga ku li Amedê tê lidarxistin
dibin. (10.00)
4'ê îlon: Li avahiya Rêxistina Navçeya Navendî ya DTP'a Êlihê þahî tê
lidarxistin. (12.00)
MÊRDÎN
*31'ê tebaxê: Þaxa ÎHD'ê li avahila komeleyê daxuyaniyek dide çapemeniyê û
nobeta aþtiyê digre. (21.00)
1'ê îlonê: Rêxistina DTP'ê ya Mêrdînê û rêxistinên navçeyan bi tevlîbûna
Þaredar, reveberên saziyên civakî yên sivîl, li Qada Cumhuriyetê ya Mêrdînê
daxuyaniyek didin çapemeniyê. (12.00) Heman rojê li Mêrdînê qurnefîlên sipî
li dikandaran û pifikên sipî jî li zarokan têne belavkirin. (17.00)
2'yê îlonê: Li navçeya Derîkê panelek bi mijara 'Aþtî' ku dê Selîm Sadak û
Mihdî Perînçek tevlî bibin, li avahiya Rêxistina DTP'ê ya Derîkê tê li
darxistin. (10.00) Heman roj, DTP li hemû navçeyên Mêrdînê belavokên ji bo
tevlîbûna bernameyên 1'ê îlonê belavokan belav bike. (17.00)
3'yê îlonê: Ji bo tevlîbûna li mitînga li Amedê tê lidarxistin, ji Mêrdîn û
navçeyên wê DTP'yî bi awayek girseyî ber bi Amedê ve bi rê dikevin. (13.00)
4'ê îlonê: Ji bo bîranîna Parlementer Mehmet Sîncar bi tevlîbûna Serokê
Giþtiyê DTP'ê Ahmet Turk, gora Sîncar dê bê ziyaretkirin û dê bernameyek
bîranînê bê amadekirin. (11.00) Heman rojê, bi tevlîbûna Selîm Sadak û Aydin
Bolkan li Salona Navenda Tenduristiya Dê û Zarok a Qoserê bernameyek tê
lidarxistin. (17.00)
6'ê îlonê: Ji bo tevlîbûna resepsiyona ku dê li Mêrdînê bê li darxistin, li
Qoser, Mêrdîn, Nisêbîn, Derîk, Þemrex û Kerboranê saziyên sivîl û komeleyên
demokratîk dê bêne ziyaretkirin û dê ji bo resepsiyonê bêne vexwendin.
(11.00)
7'ê îlonê: Li Otela Erdoba ya Mêrdînê bi tevlîbûna Nivîskar Perîhan Magden,
Serokê Giþtî yê Mazlum-Der'ê Ayhan Bîlgen, nivîskar Orhan Mîroglu û niviskar
Hrank Dînk panelek bi mijara 'Li Mezotopamyayê aþitî û çanditiya zêdetir',
li Otela Erdobayê tê lidarxistin. (16.30) Heman roj li Otela Erdoba
resepsiyonek girseyî tê lidarxistin.(dîha)
Hemû mafên nûçe û nivîsên
ku destnîþana HAWARDENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.
|