HAWARDENGÛBAS,BEXDA--
Her çiqas wê demê de piþta Seddam de rojava gellek hêzên din û hebin jî Kurd
dixwazin sembola hemû bêedeletî û qetlîamên dijî neteweya Kurd ango Sedam
Huseyîn cezaya herî giran bigre.Heta kiryarên Seddam, pirsa "miroveke wisa
layiqê darizandinê ye" tîne mirov..Seddam Huseyîn ji ber tawanên xwe yên dijî
mirovahî yên li baþûrê Kurdistanê ku bi navê komkujîya “Enfal” tê zanîn tê
dadgeh kirin.
Seddam tê dadgeh kirin.Tawanên wî
belkî bi reqem û hevokan nayê tarîf kirin.Lê ev îcar ji ber tawanên xwe yên li
Kurdistanê, ji ber Helebce û Enfalê tê darizandin.Her çiqas wê demê de piþta
Seddam de rojava gellek hêzên din û hebin jî Kurd dixwazin sembola hemû
bêedeletî û qetlîamên dijî neteweya Kurd ango Sedam Huseyîn cezaya herî giran
bigre.Heta kiryarên Seddam,pirsa "miroveke wisa layiqê darizandinê ye" tîne
mirov..
Seddam Huseyîn ji ber tawanên xwe yên dijî mirovahî yên li baþûrê Kurdistanê ku
bi navê komkujîya “Enfal” tê zanîn tê dadgeh kirin.
Komkujîya Enfalê
Enfalkirina Kurdan a 1987, 1988ê ye ku navenda wê Germiyan bû lê ji Mendelî
heta bi Behdînan seranserî Kurdistanê girt ber xwe û 182 hezar kurdên sivîl,
zarok, pîr, jin û mêr, hatin kuþtin, 4500 gund hatin rûxandin.
Navê Enfalê ji eyetekê Quranê tê. Di vê eyetê de behsa "helal bûna di dema þerê
li hemberî ne-musliman de talankirina mal û milkên wan, destbiserkirina jin û
zarokên wan" dike.
Sadam rejima dîktatorî ya rûxandî ya Iraqê gava dest bi komkujiya Kurdan kir,
îlhama xwe ji vê ayeta Quranê girt, tevî ku kurdên ku hatin enfalkirin musulman
bûn û di demeka wiha ya dinyaya me de ku komkujî,çekên kîmyayî û kuþtina
sivîlan bi peymanên navneteweyî tawanên mezin tên qebûlkirin jî wan can, mal,
milk, jin û zarokên kurdan li erebên þerkir helal kir. Ereb hatin serbestkirin
ku di dema qirkirina kurdan de çi bixwazin talan bikin.
Di Enfalan de nêzîkî 182 hezar kurd hatin windakirin û bêtir ji 4 hezar gundan
hatin kavil û wêran kirin. Kartêkirina çekên kîmyewî
yên Îraqê di Enfalan de, ko wê li Helebçeyê û cihên din li Kurdistanê bikaranîn
hêj heta niha jî li ser mirov û jîngehê maye.
16 Adara sala 1988an de rejîma Iraqê bombeyên kîmtewî avêt ser Helebçeyê.Encamê
de 5000 Kurd hate kuþtin.Lê raya giþtîyê Cihanê vê bûyare mezin netîdin.
Heta di Medyaya Cihanê de piþtî 3-4 rojan ev nûçe derket.Ji ber ku Sedam
Hiseyîn bi saya wan gihîþtibû vê hêzê.Piþtî vê êrîþê bi sedhezaran Kurd ji
tirsa çekên kimyewî ji baþurê Kurdistanê rewiyan.
Bi hezeran Kurd ber bi bakurê Kurdistanê û bi hezeran Kurd jî ber bi rojhilatê
Kurdistanê çûn.Di vê demê de jî piþtî vê demê jî Neteweyên Yekbûyî meseleya
Kurdistan neanîn rojeve.
Ji ber ku patronên NY Amerîka,Britanya û Rûsya tiþtekî wisa nedixwestin.
Piþtî dagirikirina Kuweytê ji aliyê Iraqê ve Emerika êrîþ bir ser Iraqê û Kurd
jî vê demê de piþtgirî dan Emerîkayê lê piþtî vekiþîna Emerîkaye li Iraqê Kurd
û Sedam disa hember hew man.Kujerê bi sedhezaran Kurdan Seddam Hiseyîn û
tawanbarê komkujîya Helebceyê Elî “Kîmyewî” hatin girtin.
Malbatên þehîdên enfal û kîmyabaranên û cemawerê Kurdistanê jî bo Sedam Hûseyîn
cezaya herî giran dixwazin.Ji ber ku Seddam bi sedhezaran Kurd zarok,jin,kal û
pîr,mêr û ciwan tevde bi çekên kîmyewî qetl kir.
Gelek wan qetlîaman ji alîye
raya giþtî ya Cîhanê ve nehate dîtin.Lê yekem car komkûjîya Helebce bi dîmanên
vidoye hat tomar kirin û hemû Cîhan wehþeta li Kurdistanê agahdar bû.
Sedam
bû sedem ku nifþekî ji holê rabe.Her wiha ji alîyê rejîma Iraqê ve
dewlemendîyên siruþta Kurdistanê hat talan kirin aborîya Kurdistan ji bingehê
ve hat rûxandin.Ji ber qeliam û zordestiyên Seddam Kurdistan bi dehan salê xwe
winda kir û ji pêþketin û dewlemnd bûyîne bêpar ma.
Cemawerê Kurdistanê û malbatên bi sedhezaran þehîdên Kurd wan rojan ji bîr
nekirin û bo rûmetên xwe yên neteweyî dixwazin zordestîya bidehan salan di
þexsa Seddamê dîktator de bi sizaya herî giran bersiva xwe bibîne.
Di roja yekem ya darizandinê de li Kurdistana azad jiyan rawestîya
Bi mebesta rêzgirtina li canê 182 hezar pakrewan û þehîdên kurd ên bûbûn
qurbaniyên oprasyona Enfalan ku ji aliyê rêjîma dîktatorê serdemê Seddam Husên
pêkhatibû, vê sibê demjimêr 10 jiyan di kolan û bajarên Kurdistanê de rawestiya
û hemû xelk deqeyekê bêdeng rawestiyan.
Di heman mijarê de, biryar ewe îro komcivîna yekemîn ya dadgehkirina Seddam
Husên û alîgirên wî derbarê komkujiya Enfalan ku di derheqê 182 hezar kurd de
pêkhatibû, bê lidarxistin.
Çavê Kurdan li dozê de ye
Roja destpêkirna doza Enfalê de, kurd li paytext ü metropolên cuda yên Ewropayê
meþiyan, piþtgiriya xwe nîþanî berdadkirina Sadam Husên û 6 hevalên wî a di
doza Enfalê de dan.
Beþek kurdên rûniþtiyên Swêdê duh li ser banga rêxistina ÇAKê li Stockholmê
meþiyan ber balyozxaneya Iraqê û piþtgiriya xwe nîþan dan jib o berdadkirina
Sadam û hevalên wî. Partiyên Swêdî jî beþdarî meþê bûn û piþtgiriya gelê kurd
kirin.
Li Almanyayê li Berlînê jî kurd her bi eynî mebestê li meþiyan heta ber
balyozxaneya Iraqê. Balyozxaneya Iraqê bi germî pêþwaziya xwepêþanderan kir û
soz da ku daxwaên wan ragihîne hukumeta Iraqa fedral.
Li Danîmarka Kopenhag, Norveç Oslo û Hollanda Amsterdamê jî xwepêþandan hatin
kirin.
|

Jineke Kurd
ku yek ji þahîdên doza Enfalê |
Doz berdewam kir
Roja çarþemê rûniþtina sêyem ya dadgeha Sedam Husên diktatorê Îraqê û þeþ ji
alîkarên wî li ser duseya Enfala destpêkir.
Di vê rûniþtinê de 2 þehîdên din ya Enfalê hate guhdarî kirin û wan þahîdan jî
rastî û wahþeta enfalê anîn zimên.
Jineke Kurd a mexdûr kuþahidî kir, mîna þahidê berê, anî ziman, ku gaza kîmyewî
hatiye bikaranîn. Elî Mistefa Heme yê ji gundê Belisandê roja sêþemê þahidê
kiribû.
Her wiha du þahidên din, Bedriye Saîd Hayder û Bahiya Mistefa Mehmûd-jî
daxuyaniyên nêzîkî hev dan.
Di vê navberê de, piþtî doh serokkomarê Iraqê Celal Talabanî, îro jî Hoþyar
Zebarî da xuyakirin, ew ji bo þahidîtiyê amade ye.
Wezîrê derve yê Kurdistanê Dr. Mihemed Îhsan jî dîyar kir ku 3 ton ji
dokumentan ji dadgeha Enfal re hatine pêþkêþkirin.
Di vekirina dozê de, Saddam û alîkarên wî ne xwestibûn parastinê bikin. Tê
payîn, ku ji bo qetlîama Helepçeyê jî dozeke din were vekirin.
Dîmenên dozê yekem rûniþtine de ji alîyê kenelên Ereb û cîhanî ve hate dayîn lê
2 rûniþtinên din de bi taybetî televîzyonên erebî dozê sansor kirin.Doz bo
11 Eylulê hate paþvexistin.(hawardengûbas)
Pêywendîdar
f
•
Kurdi dixwazin bila Seddam
li Kurdistanê bê darizandin
Temaþe Bike
•
Dîmenên Enfalê 1
•
Dîmenên Enfalê 2
•
Dîmenên Komkujîya Helebceyê
© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya
HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.