|
Beþa Kurdistan
Tirkmenên Maþeyên Dewleta Tirk bo Kerkûk nekeve nava sînorê Kurdistanê di
nava hewldanê de ne
31
Tebax, 2006 weþandin:06:32:22 (GDK)
KERKÛK (HAWAEDENGÛBAS) - Di rojên dawî li Kurdistana azad bajarê
Kerkûkê Tirkmenên girêdayî enîya Tirkmenan ku di bin kontrola dewleta Tirk
de ne li pêy alozî û tevdanê de ne.
Wek tê zanîn di
sala 2007ê de bo çareserkirina meselya Kerkûkê dê referandûmeke bêne
çêkirin.Dewleta Tirk û Tirkmenan dixwazn rê li ber vê referrandûmê bigrin.Ji
ber ku ev dizanin ku bi vê referandûmê hemû derew û dêk û dolabên wan
derkevin holê û Kerkûk wê bikeve sînora Kurdistana azad.
Kerkûk bajareke
girîng ya Kurdistanê ye û ji ber yekê dijminên Kurdan ditirsin ku kerkûk
bikeve destê Kurdan û bi vî avahî hêza Kurdan hin zêdetir be.Her wiha
girêdana bajara Kerkûkê bo îdareya hikumeta Kurdistanê wekî pengavekî dawîn
ya serxwebûna Kurdistanê tê dîtin û ditirsin ku bi Kerkûkê Kurdistan
welateke pirr pêþketî be.
Enîya Tirkmenan
li dû tevlîhevîye
Endamên enîya
Tirkmenan ku di rêvebirya parêzgeha Kerkûkê de ne çend rojin ku bo
pêknehatina xala 140ê hewl didin.Serokê enîyaa Tirkmenên Iraqê Sadettin
Ergeç çend roj berê got ku emÊ rê nedin referendûmê.Her wiha dîyar kiribû ku
"Ger Emerika kontrola ewleyiya Kerkûkê bixe destê Pêþmergên Kurdistanê, wê
xeletî bike û herweha, wê ji gelên Kerkûkê re xeteriyek mezin çêbike. Lewra,
wê Peþmerge di pêvajoya referandûmê de zext û bandorek tund li ser gelê
Kerkûkê daynin û wan li gor berjewendiyên xwe, birêkbixin. Em bixwe Iraqeke
hevgirtî dixwazin.” "
Kurdistanî bûna
Kerkûkê di hilbijartinên 2005 an de dîyar bû bû
Di
Hilbijartinên 15ê Berfanbara 2005ê ya Iraqê de ku Kurd bi lîsta Hevpeymanî
Kurdistanê tevlî vê hilbijartinê bûn.Bajarê Kurdistana azad ku dewleta Tirk
“Kurd ne bûna” vê bajarî îdda dike.,wekî hilbijartinên berê di vê
hilbijartinê de jî dûpat bû ku Kerkûk bajarekê Kurdistanîye..
Hemû mafên nûçe û nivîsên
ku destnîþana HAWARDENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.
|