|
Beþa Kurdistan
Kurdistana azad bi Xwepêþandanan Dihêje
10
Tebax, 2006
weþandin:11:23:41
(GDK)
HAWARDENGÛBAS,SILÊMANÎ,Kurdistan--
Bi giþtî li navçeyên Silêmanî Derbendixan û Çemçemalê, ji ber pirsgirêka av,
elektrîk û sotemeniyê ev 3 rojin xwepêþandan tên lidarxistin û di êriþên li
hemberî xwepêþandêran de zêdeyî 100 kes hatin binçavkirin û gelek kes jî
birîndar bûn.
Kurdistana azad ev çend roje ku bi xwepêþandanên hemwelatîyan ji ber
kêmasîyên xizmetên giþtî ya hikumeta Kurdistanê dihêje.
Hemwelatiyên
Derbendîxanê û Çemçemal ji ber kêmbûna sûtemenî û karebayê(elektrîk) roja
duþemê
li ber
mizgefta mezin ya bajêr bi xwepêþandanekê berê xwe dan cihê avahiya
parêzgeha Kerkûkê li derbendîxanê.
Di vê xwepêþandê debi sedan kes beþdar bûbûn.Di vê xwepêþandana yekemîn de
di navbera asayîþa Kurdistan û xwpêþandêran de pêvçûnên dijwar derket û bi
dehan polîs û hemwelatî brîndar bûn.
Roja sêþemê
jî careke din li Derbendîxanênê xwepêþandanke girsekî pêl
hat û derdora 300 kes kom bûn û
daxwazên xwe yên
serbest berdana çend kesên ku roja duþemê bi tawana handana xelkê bi
pêkanîna xwepêþandanê ji aliyê polîsan ve hatibûn binçav kirin,çareserkirina
pirsgirêka nebûna karebê,çareserkirina pirsgirêka sûtemeniyê,çareserkirina
pirsgirêka avê,çend kesên gûncaw bo cihên gûncaw bêne destnîþan kirin û
kesên ku gendeliyê di dezgeh û fermangehên hikûmetê de dikin bêne rakirin
pêþkeþî rayedaran kirin.
Roja çarþemê jî (9ê Tebaxê) li Kelarê bi qasî hezar kesî, bo daxwazên wan a
sereke were bi cîh anîn û kesên ji alîyê asayîþê ve hatine girtin bêne azad
kirin, daketin kolanên bajêr û di nabera wan û polisan de dîsa pevçûn
derket.Hate ragihandin ku polis çek bi kar anîye û di navbera polis û
xwpêþanderan de bi keviran pevçûn çêbûye.
Her wiha di
xwepêþandana li Zerayen'ê de, xwepêþandêran rê li trafîkê girtin û bi hêzên
hukûmetê re pevçûn. Bi giþtî li navçeyên Silêmanî Derbendixan û Çemçemalê,
ji ber pirsgirêka av, elektrîk û sotemeniyê ev 3 rojin xwepêþandan tên
lidarxistin û di êriþên li hemberî xwepêþandêran de zêdeyî 100 kes hatin
binçavkirin,kesek jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.Li hin
deveran hin jî alozî didome.
Hemwelatî bi taybetî ji rêveberîya
YNK nerazîne.
Asayîþa
Kurdistanê bi avayekî çewt tevgerîya
Asayîþa
Kurdistanê jî çewtîyet mezin kir û êrîþî ser ser gel kir heta çek jî bi kar
anî û di encamê de dehan kes brîndar bû.Her çiqas di nava xwepêþandaran de
hin provakator hebin jî divîya ku êrîþî ser gel nehata kirin.Êrîþ kirin
nîþan xwenebawerîye.Hate ragihandin ku ku bi fermana wezîrê hundur ya
Kurdistanê 26 polis ji ber êrîþ kirina ser gel girtine binçavan.
Serokê
Kurdistanê ser rûdanên van çend rojên dawiyê yên Kurdistana azad, serokatiya
civîna hevbeþ a herdu buroyên siyasî yên PDK û YNKê
Mesûd Barzanî
serokê Kurdistanê li ser rûdanên van çend rojên dawiyê yên Kurdistana azad,
serokatiya civîna hevbeþ a herdu buroyên siyasî yên PDK û YNKê kir.
Di civînê de serokê Kurdistanê þeþ xal ragihand ji bo çareserkirina
pirsgirêkên sûtemenî, elektrîk(kahreba) û giraniyê. Ew þeþ xetên ku Barzanî
pêþkêþ kirin ev in:
-Hewl bê dayin ew para sûtemeniyê (lazimiyên þewitandinê, benzîn û gaz û
hwd) bi rêkûpêkî bigihîje Kurdistanê, çavdêriya awayê belavkirina wê bê
kirin, bi adilane bê dabeþkirin û beþê daybetî ji bo kesî tunebe.
-Ew beþê kahrebayê yê ku ji merkezê tê bi rêkûpêkî bigihîje Kurdistanê
- Kurdistan amade ye hevkariya hukumeta merkezî ya Iraqê bike ji bo
ewlekirina riya Bêcî-Kerkûkê ji bo wê ku palawgehrefîneriya petrolê) û xetên
sûtemeniyê (petrolê) bên parastin.
- Komîteyeka taytbetî bê danîn ji bo çareseriya giraniya nav bazarê û
kirêyên xaniyan.
- Heyeta hukumetê û yên parlamnetoyê serdana herêman bike li kêmûkuriyên wan
bikole çareseriyên lirê ji bo wan kêmûkuriyan bên dîtin.
-Handana sermiyandaran ji bo anîna sûtemenî, hukumet j iwan bikire û li
hemwelatiyan belav bike.
Her wiha li
avahîyê wezareta navxwe civîneke hevbeþ ser bûyerên xwepêþandanên Çemçemal û
Þoreþ û Kifrî û Derbendîxan û Kelar di navbera hizbên beþdar,di
hikumeta Kurdistanê û wezareta navxwe hate sazkirin.
Polîtburya
YNKyê jî ser bûyeran civînek li dar xist û bo çareser kirina kêþeyên xelkê
bernameyek pêk anîn.
Nereazîbûn û
kêmasî ji astekî bilind de ye
Heta niha yeknebûyîna hikumetan rê
li ber yekîtîya neteweyî,pêkhatina aborîyeke xurt,baþtir xizmet dayîna bo
Kurdistanîyan,pêþketina dîplomasîya Kurdî,zêdebûna lezahîya
sîyaset,çand,medya û hwd… û gelek tiþtên din girt.Kurd li ber raya Cîhanê jî
kete rewþekê xirab.Dijminên Kurd ji ber yeknexistina hêza Kurd kêfxweþ
bûn.Lê mixabin ku bandorên rojên tarî niha li Kurdistana Azad bi pirsgirêken
curbicur derdikeve holê.
Her çiqas dawî li brakûjî hatibe jî hin jî hizbeyatî û sîyasetên teng tê
meþandin û bi bandora konjoktura herêmê jî li Kurdistana azad rêvberîyek tam
profesyonel nehatîye afirandin.
Gelek caran gilî û gazîndeyên gel ji dezgehên hukmî te rojevê.Meseleyên
ruþvet û hwd. Pirsgirêkin cidî ne.Her wiha daîreyên fermî kêm kar
dikin.Dereng vedibin û zû tên girtin.Heman kêmasî di tevahîya jiyana kar û
xebatan de heye.Li Kurdistana azad tatîl gelek zêde ne.Saetên karkirinê kêm
e.
Pirsgirêkeke din ya girîng a li Kurdistana azad bêretî û ruþwet e.Gellek
ciwanên jîr û þareza ku bi salan û dixwînin û dixebitin û hinek wan bê kar
dimînin di layêkî din de jî dezgeh û sazîyan gendelîyê dibînin û bi avayekî
xwezayî jî naxwazin di nav vî bê edeletîyê de bimînin.
Dezgeh û sazîyên hikumeta Kurdistanê temamî bi rêkûpêkî kar nakin.Hikumeta
bandora xwe û hêza nikare bi temamî dezgêh û sazîyên xwe nîþan bide.Li ser
parlementerên Kurd jî hin nêzîkahîyên bi guman heye.Li gelek cîhan tê gotin
ku hin lawên axayan an jî kesên bi îmtîyaz bi torpîlê bûne endema parlemena
Kurdistanê an jî memûreke di dezgehên hikumetê de.
Ger
rêveberîya Kurdistan rê li wan neyênîyan negre wê him ev delfeta dîroka li
Kurdistana azad ji dest biçe û bo vê yekê jî divê hikumeta Kurdistanê
kontrola xwe ser dezgehên xwe xurttir bike û rêveberîyek neteweyî û pêþketî
were cêbece kirin.
© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê
Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.
|