|
Beþa Kurdistan
Serokê Kurdistanê
Mesûd Barzanî;
"Ger Ser Kurdistanê
Êrîþek Bêne Kirin Emê Xwe Biparêzin"
25
Tîrmeh, 2006
weþandin:17:23:42
(GDK)

HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan-- Barzanî;"Dema welatek êrîþê Kurdistanê bike
jî em ê xwe biparêzin" .Çend roj berê jî hate ragihandin ku NATO jî li dije
ku artêþa Tirk li baþûrê Kurdistanê operasyon pêk bîne.Wek tê zanîn bi zêde
bûna kuþtina serbazên Tirkan dîsa pêla nijadperestîyê bilind bû. Wekî meha
nîsanê bi hinceta PKK tê xwestin ku derbasî ser axa Kurdistana azad bê
kirin.Dewleta Tirk di her firsen dê de bo pêk anîna armanca xwe ya qirêj
hewl dide.
Serokê
Kurdistanê di hevdîtinên xwe di serdana xwe ya Silêmanî de didomîne.
Serokê
Kurdistanê di derbarê opresyoneke hevbeþ ya Tikîye de got;" .dê derbasî axa
Kurdistanê bibin eþkere kir ku ew ê midaxeleyek weha weka êrîþeka ser
Kurdistana azad qebûl bikin.
Em gelek caran
dîyar kirin e ku em naxwazin hêzek ji ser Kurdistana azad êrîþan bibe ser
cîranên me. Lê dema welatek êrîþê Kurdistanê bike jî em ê xwe biparêzin.
Serokê
Kurdistanê di daxûyanîya xwe de careke din dîyar kir ku divê Kurdistan bibe
xwediye arteþekî birêkûpêk a ku karibe li hemberê wan çavên ku timayiyê
dikin parêzgariya Kurdistanê bike.
Di 23 Tîrmehê
de jî serokkomarê Iraqê û serokê Yekîtîya Niþtimanî Kurdistanê dîyar kiribû
ku ewê nehêlin Tirkîye derbasî nava axa Kurdistana federal bike.
Berpirsê tayê
PDK li Zaxoyê Elî Ewnî;"Helwesta me wê tund be"
Berpirsê tayê 8ê yê Partîya
Demokrat a Kurdistanê li Zaxoyê ragihand ku eger tenê yek leþkerê Tirkan jî
bikeve nav axa Kurdistanê ew ê helwestekî tund werbigrin.Elî Ewnî wiha got:
Heta niha operasîyonên eskerên Tirkîyeyê li ser sinorê Kurdistanê ti zîyana
canî nedane û tu eskerê tirk ji nehatine nav axa Kurdistanê, em agahdarî vê
rewþê ne. Em ne razî ne û em qebûl nakin tenê yek leþkerê Tirkîyeyê têkeve
nav axa Kurdistanê. Eger ev kar were kirin em ê helwestekî din werbigrin.
NATO;"Nabe ku
dewleta Tirk opresyonek li baþûre Kurdistanê pêk bîne"
Çend roj berê
jî hate ragihandin ku NATO jî li dije ku artêþa Tirk li baþûrê Kurdistanê
operasyon pêk bîne.Li gor nûçeya Yasemîn Çongar a rojnameya Milliyetê,
Sekreterê giþtî yê NATOyê Jaap De Hoop Îeffer, Fermandarê hêzên Ewropa yê
emerîkayê Ceymis Cons û fermandarê hêzên navendî yê emerîkayê Orgeneral Con
Ebuzeyd li paytexta Afganîstan Kabûlê hatin cem hev û plana operasyona
Tirkiyê ya Baþûrê Kurdistanê axivîn.
Civîna mijara gotinê di 20 Tîrmehê de pêk hat û nûnerê NATO û generalên
emerîkî li ser ciddiyeta hewldanên Turkiyê yên ji bo operasyonê guftûgo
kirin û rêbazên pêþîgirtina vê yekê axivîn.
Di nûçeya rojnameyê de tê gotin, li Burukselê jî rayedarekî payebilind ê
NATOyê gotiye, operasyonek bi vî rengî PKK naqedîne û berovacî vê yekê, wê
li herêmê rê li ber pirsgirêkên mezin veke.
Û heman rayedar destnîþan dike, ku weke Emerîka, endamên din ên NATOyê jî
naxwazin Tirkiye bikeve Baþûrê Kurdistanê.
Meseleya
opresyonê ser axa Kurdistana azad çawa ji nû ve hate rojevê?
Wek tê zanîn bi
zêde bûna kuþtina serbazên Tirkan dîsa pêla nijadperestîyê bilind bû
.Dewleta Tirk bi taybetî Tirkperwerên faþîst dest bi heqeret û daxwaza
zêdekirina zordestîyê ser gelê Kurd kirin.Medyaya Tirk ji ragihand ku Artêþa
Tirkeyê amadeyîyên ji bo ketina baþûrê Kurdistanê dike û dîsa destpêkiriye
hêzên xwe li ser sînorê Kurdistana azad bi cîh dike.
Wekî meha
nîsanê bi hinceta PKK tê xwestin ku derbasî ser axa Kurdistana azad bê
kirin.Dewleta Tirk di her firsen dê de bo pêk anîna armanca xwe ya qirêj
hewl dide.Piþtî hewldan û
daxûyanîyên dawî ya Dewleta Tirk Îranê jî piþtgirîya xwe ji têketina hêzên
Tirkan bo Kurdistanê re ragihand.
Feyrûz Dewlet Ebadî balyozê Îranê li Enqerê
ragihand ku welatê wî dê piþtgirîyek temam ji Turkîyê re bike di proseya
leþkerî de li dijî endamên PKK ê li "bakurê Îraqê"(baþûrê Kurdistanê).
Rêveberiya Iraqê, Kurdistana azad û rêveberiya Waþingtinê (Wasington)
jî li dijî operasyoneke muxtemel a li ser Kurdistana azad, nerazîbûna xwe
nîþan da bûn.(çavkanîyên
giþtî:hawardengûbas,dîha,ktv,netkurd,ajansan)
|