|
Beþa Kurdistan
Li Kurdistanê Kêþeya Xwekuþtin an jî "Kuþtin" a Jinan
09
Tîrmeh, 2006 08:27:26 (GDK)
Rêxistinênparastina
mafên jinan û pispor bi guman li van bûyerên “xweþewitandinê” jî dinerin û
didin zanîn ku destê malbatan di þewatê de heye û þewitandin yek ji þêweyên
wiha ye ku tu þopên ku wan bide dest li pey xwe nahêle.Bi tenê çend
“xwekuþtinên” ku bi awayê xwedalqandin û hebvexwarinê pêk hatibûn, hebûn.
Tûnd û
tûjiya ku di jiyana giþtî û taybetî de, ziyaneke derûnî an jî bedenî
digihîne jinan û maf û azadiyên wan yên mirovî binpê dike, ne pirsgirêkeke
çînayetî yan jî olî ye. Ev pirsgirêk, ne ya civakekê yan jî komekê ye jî.
Dema ku mirov berê xwe bide lêkolînên ku di vê derbarê de belav dibin,
wê mirov bibîneku li
her
devera dinyayê, jinên ji her reng, netewe û olan rastî heman pirsgirêkan
dibin. Hinek cudabûnên çandî hene ku awayê tûnd û tûjiyê yan jî sedema
pêkanîna dijwariyê diguherin, lê qurbanî her heman
qurbanî ne.
Ji bo diyarkirina radeya tûnd û tûjiya ku li beramberî jinan dibe,
rêxistinên parastina mafên jinan dem bi dem
hinek îstadîstîkan belav dikin û bala raya giþtî dikþînin ser girîngiya
pirsgirêkê.Yek ji van xuyaniyan
ji aliyê Navenda Þêwirmendî û Pêkanîna Mafên Jinan ya Baroya Amedê ve hat
kirin. Navend dide zanîn ku di
nava pênc salan de, li bajarê Amedê û derdorê 50 kes bi sedema “namûsê”
hatine kuþtin. Nêvî ji kesên ku
hatine kuþtin, jin in. Li Batmanê di 5 mehên dawî de 36 jinan dawî li jiyana
xwe anîne.
Ev
hejmara ku hatiye dayîn, hejmara temamê jinên ku di sala 2005an de xwe
kuþtine derbas dike. Temenê
piraniya van jinan kêmî 15 sala ye. Gelek ji wan yan nexwende ne, yan jî bi
tenê dibistana seretayî
xwendine. Lê belê di nava wan de yên ku lîse û zanîngeh xwendine jî hene û
ev jî diyar dike ku
radeya zanebûnê di van bûyeran de ne diyardeyeke berbiçav e. Li gora
lêkolînên bi sînor yên ku ji aliyê
rêxistinên parastina mafên jinan ve tên kirin, sedema xwekuþtinê pirsgirêkên
civakî ne. Piraniya
keç û jinên ku dawiyê li jiyana xwe tînin ew in yên ku bi zorê hatine
zewicandin, li ber zewicandineke
bi zorê ne, di nava malbatên pir girtî de dijîn û di bin çewisandineke
malbatî de ne. Ji ber vê yekê jî
berpirsyarên rêxistinên weke KA-MER, Selîs û navendên din gumanê dikin ku ev
keç û jin ji aliyê malbatan
ve ji bo “pakkirina namûsa malbatê” tên kuþtin.
Sedema
ku malbat þiklê “xwekuþtinê”didin van cînayetan jî Zagona Ceze ya Tirkiyê ye
ku di dema dawî de hat guhertin û cezeyekî giran dide kirdarên cînayetên ji
ber namûsê. Parêzera mafên jinan Canan Arin di vê derbarê de dibêje, “Ji bo
ku bav, bira û pismam dernekevin beramberî dadgehan û cezeyekî giran nexwin,
ew li beramberî zagonan serî li hîleyan didin û bûyerê weke bûyereke
“xwekuþtinê” didin nîþandan”.
Þêweya
xwekuþtinê” li her herêmê bi awayekî ye
Rojhilatê Kurdistanê di demên dawî de, ji temamê beþên Kurdistanê bêhtir, bi
“xwekuþtina jinan” kete rojevê. Li derdora Mehabadê di hundirê mehekê de 150
jinan dawî li jiyana xwe anîn ku piraniya wan jî bi awayê “xweþewitandinê”
bû.
Rêxistinênparastina mafên jinan û pispor bi guman li van bûyerên
“xweþewitandinê” jî dinerin û didin zanîn ku destê malbatan di þewatê de
heye û þewitandin yek ji þêweyên wiha ye ku tu þopên ku wan bide dest li pey
xwe nahêle.Bi tenê çend “xwekuþtinên” ku bi awayê xwedalqandin û
hebvexwarinê pêk hatibûn, hebûn.
Dema ku
mirov li lêkolînên li ser “xwekuþtinên” li Batman,Amed û deverên din yên
bakurê Kurdistanê dinere, mirov dibîne ku bêhtirî wan bi awayê
“xwedalqandin” û “hebvexwarinê” pêk tên.Çend nimûneyên “jehrvexwarinê” jî di
nava van bûyeran de têne dîtin. Balkêþiya van bûyeranewe ku ne dewlet û ne
jî saziyên din tu lêkolînên zanistî û kûr di derbarê wan de nakin û di van
“xwekuþtinan” de li þopên “kuþtinê” nagerin. Ji ber vê yekê jî di demên dawî
de, li seranserê Kurdistanê cînayetên li ser navê “namûsê” kêm dibin û
“xwekuþtin” zêde dibe.
Þahidên
bûyeran tune ne
Dema ku
di çapemeniyê de nûçeyên bûyerên “xwekuþtinê” belav dibin, bi piranî weke
sedem pirsgirêkên derûnî, aborî û civakî tên nîþandan.
Parêzvanên mafên jinan vê yekê jî weke xaleke balkêþ dibînin û didinzanîn ku
li bajarekî weke Batmanê jixwe Derûnnas (psikolog) tune ne ku pirsgirêkên
van keç û jinan biþopînin û heger hebin jî xelkê deverê ne xwediyê wê çandê
ye ku pirsgirêkên xwe bibe ber destê derûnnasan. Her wiha balkêþiyeke din jî
ewe ku bi tenê jin “xwe dikujin”. Yan jî bi piranî jin in. Li gora pisporan,
heger sedema “xwekuþtina” jinan, pirsgirêkên derûnî, aborî û civakî bin,
pêwîste ev yek bandorê li mêran jî bike. Li herêmên ku “xwekuþtina” jinan lê
zêde ye,barê malbatê di aliyê aborî de li ser milê zilama ye. Di vê rewþê de
divê aloziya aborî berî jinan bandorê li mêran bike û wan tûþî pirsgirêkên
derûnî bike, lê belê îstadîstîk diyar dikin ku hejmara jinên ku “xwe
dikujin” sê caran ji hejmara mêrên ku dawiyê li jiyana xwe tînin zêdetir e û
ev jî iddîaya ku dibêje sedema “xwekuþtinê” derûnî û aborî ye piþtrast nake.
Zagon
çiqasî bandorê li kêmbûna van bûyeran dikin
Weke ku
li jor jî hatiye diyarkirin, mirov ji îstadîstîkên dema dawî tê derdixe ku
li Tirkiyê guhertina zagona cezekirinê,cînayetên li ser namûsê kêm kirine,
lê belê zêdebûna bûyerên “xwekuþtinê” vê yekê dixe nava gumanê. Weke ku
piraniya rêxistinên mafên jinan jî diyar dikin, pirsa “xwe dikujin, yan têne
kuþtin?” dixe serê mirov. Heta ku saziyên pêwendîdar vê perdeya tarî ji ser
van bûyerên “xwekuþtinê” hilneynin, wê ev
pirs di serê her jinekê de bê bersiv bimîne.
Li
Kurdistana azad jî rewþ bi heman rengî ye.
Tê gotin
ku guhertina zagonan li wir jî di destpêkê de bandoreke erênî li ser kêmbûna
kuþtina jinan kiriye, lê belê ji ber ku civak van bûyeran di nava xwe de
vediþêre, bi dehan bûyerên ku li cem saziyên dewletî nayên tomarkirin hene
.Li gora daxuyaniyeke Sekretera Yekîtiya Afretên Kurdistanê Þêrîn Amedî, di
nava du mehan de bi tenê li devera Duhokê 7 keç ji ber namûsê hatine kuþtin
û dido jî ji ber tirsa kuþtinê ji malê reviya ne. Bêguman hiþkbûna zagonan û
dayina cezeyên giran dikare ji bo demekê bi bandor be, lê heger mêjiyê
civakê li beramberî jinan neyê guhertin, wê ev hejmarên ku di îstadîstîkan
de belav dibin, zêdetir bibin û kêm
nabin. Guhertina zagonan bi tenê tiþtek guhertiye û ew jî ev e: Berê jin bi
destê zilaman dihatin
kuþtin, niha dihêlin ku ew bi destê xwe, xwe bikujin. Xwe dikujin yan
tên kufltin?.
Hemû mafên vê nivîsê ya Peyama KURD e. Beyî destûra
Peyama KURD naye bikaranîn.
|