|
Kurdistan
Dewleta Tirk Nehiþt Ku Diyarbekîrîyan
Piþtgirîya Kerkûkê Bikin
NÛÇE-ÞÎROVE;HESEN DILGEÞ / HAWAR DENGÛBAS
05 Adar,2007 weþandin:09:32:50
(GDK)
HAWAR DENGÛBAS,AMED,Kurdistan --Dewleta Tirk dîsaji hewldaneke Kurdan eciz
bû. Konferansa Kerkûkê ku li Amedê dê bihata lidar xistin, ji hêla walîtiya
Amedê ve hate qedexekirin.
Grûba Xebata ya Demokratîk û
Neteweyî ya Kurd ji bo deþifrekirina siyaseta Tirkiyeyê li hemberi Kurd û
Kurdistanê, li Amedê Konferansa Kerkûkê dê doh bihata ba li dar xistin.
Konferans wê li Amedê li 'Demîrok Tesîslerî' ya li taxa Îstasyonê de pêk
hata ba.
Dewleta Tirk dîsa ji vê hewldanê Kurdan tirsîya û eciz bû.Konferansa Kerkûkê
ku li Amedê dê bihata lidar xistin, ji hêla walîtiya Amedê ve hate
qedexekirin.
Birêvebiriya Konferansê, ku ji Grûba Xebatê ya Demokratîk a Neteweyî ya Kurd
ve ku ji aliyê Komîteya Amadekar Arîf Sevînç, Îbrahîm Guçlu, Sabahatîn
Korkmaz, Bayram Bozyel, Osman Karavîl û Sitki Zîlan pêk tên li ber salona ku
wê konferans lê bihata lidarxistin, civinek çapemeniyê lidar xist û vê
biryara hovane, bi tundî þermezar kir.
Daxuyaniya þermezarkirinê, bi beþdarbûna birêvebirên Partî, Komel û Saziyên
Kurd yen wek Serokê Giþtî yê Hak-Parê Sertaç Bûcak, Serokê Baroya Amedê
Sezgîn Tanrikûlû, Serokê Kurd-Kavê M. Celal Baykara, Însiyatîfa Partiya
Kurdistanî, Komeleya ÇIRA, Komeleya Ehmedê Xanî, Komeleya Ciwanên Kurd,
Komeleya Mazlûman, Komeleya Azad, Komeleya Civakî, Komeleya Forma Demokratîk
ya Kurd û hêjmarek mezin siyasetmedar, rewþenbîr li ber avahiyên Demîrokê bi
civîneke çapemeniyê hat
belavkirin.
Mazlumder,
Toplum-Der, Baroya Amedê û Ozgur-Der’ helwesta dewleta Tirk þermezar kirin
Mazlumder, Toplum-Der, Baroya
Amedê û Ozgur-Der’ê li dijî qedexekirinê nerazîbûn nîþan dan. Li ser navê
komê Parêzer Sabahattîn Korkmaz daxuyanî da û diyar kir ku konferans li dijî
qanûnê, bi awayekî kêfî hatiye qedexekirin. Her wiha Prz.Korkmaz girtina
Serokê DTP’a Amedê Hîlmî Aydogdu jî þermezar kir.
Dewleta Tirk û
dijberên Kurdan ji ber helwesta yekgirtî ya Kurdan eciz dibin
Dewleta Tirk û faþîstên Tirk tu
carî tehemmullî pêkhatina yekîtîya Kurdan nakin û qeyîl nabin ku Kurd
bigêhêjîn mafên xwe yên rewa.
Bi dest xistina hin mafên biçûk li Tirkîye bi giþtî li bakûrê Kurdistanê bi
taybetî hêzên nijadperest , arteþa Tirk,dijminên Kurdan,kemalîstên faþîtst,
çeteyên tarî,derdorên mîlîtarîst û hemû hêzên ku ji berjewendîyên xwe winda
dikin dixe nava tirsê û êrîþên bi vî rengî derdikevin holê.
Dijberên Kurdan ditirsin ku gelê Kurd nêzî hev bibe û naxwazin ku gelê
bakûrê Kurdistanê jî piþtgirîya Kurdistana Azad û meseleya Kerkûkê bikin û
Kurdistana azad jî piþtgirîya bakûrê Kurdistanê bike bi vê avahî hêza Kurdan
zêdetir be û polîtîkayên dewleta Tirk bi her avahî têk biçe û hemû angaþtên
dijberên Kurdan bi tetmamî pûç bê derxistin.
Ji ber wan sedeman jî ji alîyekî heqeratan li dijý serokên Kurdan
dikin,tehdîdan li dijî Kurdistana azad dikin û li alîyekî din jî tirsa têk
çûna polîtîkayên 85 salî yê ku ser bingeha "Kurd û Kurdistan nîne"an jî Kurd
nikarin tiþtek bikin" hatiye damzirandin û niha jî bi eþkere bûna nerast
bûna wan polîtÎkan di dilê dijberên kurdan de peyda bûye.
Ev yek jî nîþan dide ku bi yek
dengî û yekrezî hereket kirina kurdan hêza giþtî ya kurdan zêdetir dike û li
baþûr pêvajoya pêþketin û serxwebûnê li bakûr jî ji nû ve bi lêz bûna
têkoþîna rizgarêyê,bi dest xistina mafên rewa yên neteweya Kurd û têkdana
polîtîkayên dagirkerên Kurdistanê hêsantir dibe.(HAWAR
DENGÛBAS)
Daxûyanî;Daxûyanîya
Grûba Xebata ya Demokratîk û Neteweyî ya Kurd
"Geli Mêvanan, Xwiþk û Birayan,
Geli Rojnamevanên Hêja,
Hûn hemî bi xêr hatýne prens konferansa me.
Wek ku tê zanin dýviyabû me iro li vêderê “Konferansa Kerkûkê” pékbihanîya.
Belê Parézgarîya Dîyarbekir, konferansa me qedexekir. Bêþik ev biryareke
antîdemokratîk, nehiqûqî û keyfî ye. Belê ya herî balkêþ jî ew bû ku, hêzên
ewleyî berî biryara Parêzgar, çend caran bi ser xwedanê salonê de girtine û
ji bo ko ew salona xwe bi me nede hatîye tehdîtkirin. Em bala hemû sazîyên
sivîl, maf parêz û raya giþtî a demokratîk dikþîn in ser evê keyfiyetê û bi
tundî þermezar dikin.
Wek ko em hemû ji nêz ve dibîn in û bi îbret di þopîn in; ev demeke ko di
serî de fermandarên leþkerîya Tirk, rayedarên hukûmetê û qismek ji nûnerên
sîyaset û medyayê bi behana “Pirsa Kerkûkê” û ‘xwedê negiravî’ parastina
‘heqê turkmanan’ li dýjî statuya Kurdîstana Iraqê a Federeyî kampanyayekî
bêperwa dane destpêkirin. Li ber çavê dunyayê bahsa dagirkirina “Bakûrê
Iraqê”, yanî Kurdîstana Baþûr dikin. Li Kurdan heqaret, gef û tehdîtan
dibarîn in. Li hamberê vê yekê kes nikare tiþtekî bêje; gilî, gazinc û
rexneyekî bike. Derhal têne girtin, cezakirin û tehdîtkirin. Bêterefî û
objektîfîya dadgehan nemaye. Hîqûq berevajî pêktê û bûye payanda hêzên
þovenîst. Hemû cure heqaret, çêr, gef û çewsandina Kurda serbest e. Belê
kesek nikare bêje hun çima êrîþî Kurdan dikin, li Kurdan, rêvebirên wan
heqaret û heqsizîyê dikin. Derhal têne girtin û cezakirin. Mînaka dawî
girtina Brêz Hîlmî AYDOGDU ye. Bi vê wesîlê em girtina Hilmi AYDOGDU ne
hýqûqi dýbinin û þermezar dikin.
Em dý wê nêrinê de ne ku,êriþ ali hamberi Kerkukê di êslê xwe de li hamberi
Baskûrê Kurdistane ye. Jý ber ko heger pýrsa Kurd lý Týrkiyê tunebaya mumkûn
bû ko jý herkesi zêdetýr Týrkiyê pýþtgýriya Kurdýstana Federe býkýra.
Mesela “Heqê Turkumanan” behanekî pûç û vala ye. Dunya hemî pê dizane ko di
navbera Kurd û Turkumanan de tu nexweþî çênebû ye û tune ye. Wexta ko
hukumeta Sedam Kurd û Turkuman bi hev re qetil dikirin, Tirkîye dost û
mutefîkê Sedam bû. Ýro li herêma Kurdîstanê Turkuman xwedî hemû mafên xwe
yên însanî, kulturî û kêmneteweyî ne. ...
Di dewra Romayê de ji koleyan re digotin “haletên bi ziman.” Rast e,
însanekî nexwedan maf, wek pergalekî ye. Ne þeref û îiyaneta xwe û ne ji
qedr-qimeta xwe heye. Ji wê bonê, însan bi mafên xwe însan e û meqbûl e. Di
hemû olan de însan wekhev e, çavkanîya mafa ye û muqedes e. Herweha di
navbera qewm û miletan de jî tu cudatî newekhevî nîn e. Hemû milet wek hev
xwedan heq ýn û dývê býrabýn.
Miletê Kurd, yek ji wan niþtecîyê Mezopotamyayê yê herî kevn e. Xwedan
tarîx, kultur, edebiyat û zimanekî dewlemend e. Miletekî nîþtecî, kedkar û
azadîparêz e. Ji xeynî biratî, dostani û alîkarîyÊ tu xerabi bi miletên
cînar; Ereb, Faris û Tirk re nekir ye. Balam îro li seranserê dunyayê û
rohilata naverast yek ji wan miletên herî mazlûm û bindest e. Ji hemû mafên
xwe yên neteweyi/kolektifi û pêve grêdayî îinsanî/kesayetî bêpar e. Di bin
zýlm û neheqîyekî gran de ye. Di heman demê de bi komkujî, koçberî û
qirkirinan re rû bi rû ye.
Bi vê wesilê em bang li her kesî dikin û dibêjin ku; wek her miletekî medenî
û hemdem qedera xwe bî xwe tayîn kirin mafê miletê Kurd ê rewa ye. Ýro
birayên me Kurdên Baþûrî di çerçewa Iraqa Federal de gihîþtine azadîya xwe.
Mesela Kerkûkê, -tevî ko ne bi dilê Kurda bû jî-, li gor Destûra Iraqa
Federal xala 140-î dê bi referandûmê çareser bibe. Pirsa referandûma
Kerkûkê, pirsa Iraqîyan a navxwe ye. Bi tu hawayî mafên mudaxeleya dewletên
cînar tune ye. Di vê derbarê de divê bê zanîn ku; Kurdên Iraqê birayên me
ne. Zimanê me, kultura me, hestên me û qedera me yek e. derdê wan derdê me,
azadîya wan azadîya me ye. Em dest-dev dirêjiya li hamberê wan li hamberê
xwe dizan in û bi tu awayî qebûl nakin. "
Dîyarbekir 04.03.2007
GRÛBA XEBATA KURD A NETEWEYÎ Û DEMOKRATÎK
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|