|
Li Kerkûkê Eniya
Tirkmenan û grubekî Ereban ji bo dijayeti kirina maddeya 140 konferansek li
dar xist
18 Adar,2007
weþandin:15:04:42 (GDK)
KERKÛK,Kurdistan--
Bi hewlên dewleta Tirk karên xerabkarîyê Tirkmen û Ereban zêdetir dibe.
Doh li salona çalakiyan ya
xwendingehên Kerkûkê , konfiransek bi hevpiþkî ya Eniya Turkumanî ya di bin
kontrola Dewleta Tirk û Civata Þêwirdarên Erebî li Kerkûkê birêve çû , ku tê
de hejmareke endamên Eniya Turkuman û Civatê amadebûn.
Di konfiransê de Þeþ kes hatin helbijartin ji boy ku nûneratiya wan bike di
çalakiyan de li hemmber dijayetî kirina maddeya 140 ê û dirust kirina
problem û astengiyan li hember cîbcî kirina madddeya han.
Têzanîn ji bilî endamên herdu aliyan ,hejmareke rojname nivîsan jî amadeyî
konfiransê bûn.
Eniya Turkman ya Iraqê bi
hevkariya Civata Rawêjkariyê ya Ereb li Kerkûkê konferansek derbarê maddeya
140, di bin slogana Yekîtiya Iraqê ji Iraqbûna Kerkûkê derbas dibe, saz kir.
Tiþtî ku di wê konferansê de derket holê, cewaziya bîr û boçûnan bû di
navbera Eniya Turkman û Civata Rawêjkariyê ya Ereb de li ser maddeya 140 ya
destûra daîmî ya Iraqê. Tê zanîn ku Eniya Turkman di vê demê de daxwaza
betalkirina hemû maddeya 140 dike. Lê Civata Rawêjkariyê ya Ereb li hemberî
wê yekê gotiye pêwîst e kar bo guherîna vê maddeyê bê kirin.
Di derbarê vê mijarê sekreterê giþtî yê civata êþîrên Kerkûkê Ebdulrehman
Asî ragihand ku destûra Iraqê di berjewendiya tebeqeyeke diyarkirî de ye. Ku
ev gotin wekî amajeyek e bo neteweyê kurd.
Her weha got:" Sîstema federal red dikin û daxwaza avakirina artêþa Iraqê
dikin li ser pêkhateyê berê ê xwe û daxwaz dikin ku hêzên pirnetewe axa
Iraqê cih bihêlin."
Beþdarên konferansê ragihandin ku civata rawêjkariyê ya Ereb bi tenê xwe
nûneriya erebên Kerkûkê dike. Mihemed Xelîl ku endamtiya xwe ji lijneya
bilind ya bicihanîna maddeya 140 kiþandiye, di konferansê de daxwaz kir ku
mewkiyên îdarî li Kerkûkê bi vî awayî bên dabeikirin: Ji %32 bo kurd û ji
%32 bo ereb û ji %32 bo turkman û ji %4 bo kild û aþûriyan.(Pukmedya)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|