|
Talabanî Di Meseleya Kerkûkê De Bi Avayekî Sergirtî Tirkan Xiste Tengasîyê
NÛÇE-ÞÎROVE:HESEN DILGEÞ / HAWAR DENGÛBAS
30
Adar,2007
weþandin:14:32:11 (GDK)
HAWAR DENGÛBAS,AMED,Kurdistan-- Talabanî bi pêþnîryara xwe Tirkan di
warê dîplomatîk de bi avayekî sergirtî xiste tengasîyê.Wek tê zanîn tirkan
îdda dikin ku Kurd bi nifusa Kerkûkê dileyzin û bi avayekî nerewa Kurdan li
Kerkûkê bi cîh dikin.
Serkomarê Iraqê û serokê Yekîtîya
Niþtimanî Kurdistanê Celal Talabanî li Riyadê hatin cem hev.Talabanî
Di hevdîtina bi serokwezîrê Tirk Recep Teyyîp Erdogan de pêþnîyereke suprîz
li Tirkan kir û got "ger hûn dixwazin dikarin heyetek biþînin tapuya
Kerkûkê".
Talabanî dixwaze argûmanên destê
Tirkan bi avayekî nerm û sergirtî pûç bike
Talabanî bi vê pêþnîryara xwe
Tirkan di warê dîplomatîk de bi avayekî sergirtî xiste tengasîyê.Wek tê
zanîn tirkan îdda dikin ku Kurd bi nifusa kerkûkê dileyzin û bi avayekî
nerewa Kurdan li Kerkûkê bi cîh dikin.
Celal Talabanî bi pêþnîyara xwe
xwebawerîya Kurdan ji Kurdistanî bûna Kerkûkê nîþan da. Erdogan bo pêþnîyara
Talabanî gor "emê bifikirin û biryara xwe bo we ragihînin".Pêþnîyara
Talabanî di medyaya Tirkan de jî deng veda.
Ji ber ku Celal Talabanî di
hin meseleyan de polîtîkayeke hevgirtî meþandîye ev pêþnîyara Talabanî jî ji
hinek derdorên Kurd wek tewîz dayîn hate têgihêþtin.Lê divê manîpulasyona
medyaya Tirkan cidî neyê girtin.Tirkan her tim meseleyan li gor xwestekên
xwe þîrove dikin.
Tirk nizanin çi bersivê bidin
Wisa xuyaye ku tirkan hember vê
gava Talabanî hê nizanin bersiveke çawa bidin û bi îxtîmalke mezin jî dê
heyetek jî neþînin.Qiyemet rakirin û piþtre jî rûniþtin bo Tirkan ne
helwesteke nû ye.
Ger biþînin jî tiþtek
naguhere.Mesleye Kerkûk lingê herî girîng ya stratejîya dema dirêj ya
kurdistanê û xebata sîyasîye û wê Kurd referandûma Kerkûkê pêk bînin.
Dewleta Tirk dixwaze
rewþa Kerkûkê aloztir bike xwe mafdar îlan bike
Dewleta Tirk îdda dike ku bi çêkirina referandûmê wê li Iraqê tundî gurtir
be.Lê dewleta Tirk ev yekê eþkere nake ku wê tundkarîyê bixwe derxîne
holê.Her wiha dîsa lawaz kirina desthilatdarîya Kurdistana azad daxwazîya
hemû dijberên Kurdan e.
Dewleta Tirk û hemû dijberên
Kurdan naxwazin ku referandûmek bê saz kirin.Ji ber ku ew jî dizanin ger
referandûm were kirin wê Kurdan biserkevin.Her wiha ji heman sedeman dijî
pêkanîna madeya 140 ê ne ku bi vê madeyê Kurdên ku ji Kerkûkê hatine
derxistin paþ ve bê vergerandin.
Kerkûk bajareke girîng ya
Kurdistanê ye û ji ber yekê dijminên Kurdan ditirsin ku Kerkûk bikeve destê
Kurdan û bi vî avahî hêza Kurdan hin zêdetir be.Her wiha girêdana bajara
Kerkûkê bo îdareya hikumeta Kurdistanê wekî pengavekî dawîn ya serxwebûna
Kurdistanê tê dîtin û ditirsin ku bi Kerkûkê Kurdistan welateke pêþketî be û
bandora xwe li perçeyên din a Kurdistanê jî bike..(HAWAR
DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|