|
Kurdistan
Peyama YNK'yê ya bo salvegera Raperînê
06 Adar,2007 weþandin:08:07:17
(GDK)
"Welatiyên tekoþerên Kurdistanê,
Îro 16emîn salvegera raperîna pîroza xelkê Kurdistanêye ku di 5 adarê 1991an
de li Ranyayê deryaya raperînê yekemîn çîrîskê xwe da û kemtir ji di 3 hefte
de hemû Kurdistanî wergirt û 21/3/1991ê Kerkûka azîz jî ku yekem car di
dîrokeke nû destpê kir li jêr destê dîktatôrî rizgar bû her çend demeke kêm
jî bibe.
Raperîn ku þêwazeke nû bû di têkoþîna gelê me de bandoreke wiha li ser
xebata þoreþgêrên gelê me kir ku deriyek di pêþ gorîneke mezin di xebata
siyasî a þoreþgêrane a gelê me de kiriye.
Gelê me jî bi piþtrastiya xwe û bi serkirdeyatiya siyasiya xwe eniya
Kurdistanî ve û li gel dostên dûr û nêzîkê xwe ve ew werçerxane dîrokiye
weke derfeteke taybet îstifade jê kire ku li jêr siha wê de bi
hilbijardineke azad parlemento pêk anî û Hikumeta Herêma Kurdistanê wekî
ezmûneke nû di têkoþana siyasiya xwe damezirand ku bêgûman ew destket û
destketên piþtî wê jî ku li Kurdistanê de hatîne bidestve anîn bo
damezirandina civateke demokratîk û pêþkeftî mînakên herî diyar yên
destkeftên raperînin ku bûne zemînekî siyasî û civakî û aborî yên helkeftî
bo goranên paþîtir.
Hemî ew destkefte berê xizmet û mandîbûn û qûrbanîdanên civaka xelkê
Kurdistanê û têkoþîna partî û aliyên siyasî û xwîna wan þehîdên nemir ên
bergiriya qehremaniya pêþmerge û girtiyên siyasî û têkoþerên bajar û gundên
Kurdistanê ne.
Di vê salvegera pîroz de eger bi çavekî dilsozane mêzey wan 16 salên borî
bidin, dibînîn ku hemî ew destkefte di siha raperînê ve bo gelê me hetine
bidestve anîn.
Bo hemî aliyan dê ev rastiye derkeve ku di hemî waran de raperîn destkeftên
mezin bo gelê me dabîn kiriye.
Bilî wana azadiya bîrûhizir û xwerêxistin û Hikumeteke hilbijartî ku bûye
navendek bo pêngav ber bi azadî û demokratî û aborî û avedanî û civakî û
siyasî û çandî, Kurdistan di wê deverê de bi giþtî û Iraq bi taybet bû cihê
balkêþa raya giþtî di cîhanê de,bi taybet di varê ewlehî û aramî û
avedankirin û parastina demekrasî û azadiyên giþtî û taybetî û rêzgirtin li
mafên merivan û vebûn bi ser cîhana derve de,ev yek jî wekiriye ku civaka
kurdî bi þêweyekî bilez ber bi civakake modern gava bavêje.
Di warê siyasî de raperîn zemîneyeke bingehî dana bo pêþveçûna jiyana pir
partî û dabînkirina azadiyeke siyasî û demokratîk.
Her di van çend salane de Kurdistanê piroseseke hemû alî a avedankirinê pêk
hatiye ku warê stratejiyên wekî petrol û safgeh û pêþesaziya çîmento û
balafirwanî jî hatiye pêk anîn.
Bilî van jî pêwîste vê rastiyê bibêjîn ku hêþta gelek alî mane ku hewceyî bi
reform û nûkirin pêþxistinê hene bi taybet di warê xizmetkirina giþtî û bi
cih anîna çendîn projeyên din.
Welatiyên têkoþer…
Sala 2007 li gur hemî lêkvedanekê bi giþtî bo xelkê Iraqê û bi taybet bo
xelkê Kurdistanê saleke pire ji bûyerên çaverênekirî.
Gef û metirsî heta niha jî pirin û ayîndeya wan li ber gefên nehaz û
terorîstan û paþmayiyên rejîma Baas daye.
Tengasi û hejmara dûjminên û nehazên gelê me dij bi federalî maddaya 140 a
destûra Iraqê pirin.
Îsal hemî ev mesele dikevin ber ezmûneke nû, bi taybet maddaya 140 a destûra
Iraqê ku dahatiya Kerkûk û hemî ew deverên veqetiyay yên Kurdistanê yê bi
Kerkûkê ve girê dayîne yên ku hêþta yekalî nebûne, ev jî pêwîstî bi yekdengî
û yekrêziya gelê me dixe berî hemî erkan .
Yekbûna gelê me û hêzên siyasî di war û astê Iraq û Kurdistan û deveran de
mercên bingehî yên serkeftinê ne ku ev yek jî bo yekdengî û yekbûn a hemî
aliyan dilsoz û hoþyar pêk nayê.
Li ser ew destkeftane,li wê ku salane di warê avedankirin û xizmetkirinê de
bi sedan milyon dolar tê mesrefkirin, li ser wê ku Kurdistanê pêþveçûneke
aborî û merivî bi xwe ve ditiye, hêþtan kêmasî tê dîtin ku bêzariyeke berçav
bo welatiyan û jiyana wan çêkiriye.
Bêgûma nehêlana wan kêmûkasiyane demeke din dixwaze da ku bigihîn armancê
herçende hinek ji wan di qonaxa bi cih anînê de ne .
Di wî warî de hevkarî û hevdengiya hemî aliyekî pêwîste,em jî dilniya ne ku
gelê me di wan pirosesane de jî beþdarin, beþek ji wan beþdariyane ew
çavdêrî û rexnegirtine û bi dîfdaçûneye ku beramber bi Hikumet û parlemento
û partiyan de dikin ku ev yek beþeke ji erk û mafên qebûlkirî yên akinciyan
û em jî rêz li wan digrîn.
Welatiyên biþeref,
Di vê heyvê de bîranîna bixemtirîn bûyerê dikin ku 19 saliya kîmyabarana
Helebce ye ku bi kêfxweþî ve rewþa ew bîranînê dikin ku gelek ji encamder û
tawanbarên wê bûyerê gihiþtin sizayên xwe û beþekê din jî li ber rûbirûbûna
sizayên tawanên xwe bi serþorî mane.
Ev yek bo hemî aliyan ciyê dilxweþiyê ye,li ber vê yekê jî dengê xwe têkil
bi dengê welatiyên Helabce dikîn û daxwaz ji Hikumeta Herêma Kurdistanê
dikin bi bernameyên xurttir û baþtir xizmeta pitir pêþkêþ bi Helebceya Þehîd
bikin.
Di dawiyê de salvegera Raperîn û kîmyabarana Helebce û Newroza dîrokî de
silavên germ yê me bo þehîd û kesûkarên serbilind yên þehîdan û bo hemî
civakên xelkê Kurdistanê diþînin û wan dilniya dikin ku heer li ser têkoþana
xwe di riya baþî û berjewendî ya gel niþtîman û parastina destkeftên raperîn
û pêþvebirinê berdevam dibin.
Her bijî û serkeftî bin.
Polîtburoya YNKê
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|