|
Kurdistan
Piþtî 16 salan ji Raperînê Kurdistana Azad Hineke Din Nêzî Serxwebûnê ye
NÛÇE-ÞÎROVE;ÞEVÎN ARÎ / HAWAR DENGÛBAS
06 Adar,2007 weþandin:08:01:17
(GDK)
|

Wêneyek Ji Sala 1991
baþûrê
Kurdistanê
|
HAWAR DENGÛBAS,HEWLÊR,Kurdistan -- Ji Raperîn a di sala 1991'an a gelê
Baþûrê Kurdistanê 16 sal derbas bû.Girîngîya wan rojên dîrokî bi deskeftîyên
îro hineke din tê fam kirin û gelê Kurdistanê salvegera 16'emîn a Raperînê
pîroz dikin..
Ji Raperîn a di sala 1991'an a
gelê Baþûrê Kurdistanê 16 sal derbas bû.
Girîngîya wan rojên dîrokî bi
deskeftîyên îro hineke din tê fam kirin û gelê Kurdistanê salvegera 16'emîn
a Raperînê pîroz dikin.
Peyamên pîrozbahîyê
ya salvegera Raperînê
Di vê salvegera girîng de
partî,rexistin û dezgehên Kurdan peyamên pîrozbahîyê pêþkeþî gelê Kurdistanê
kirin.
Serokkomarê Iraqê û serokê
Yekîtîya Niþtimanî Kurdistanê ji Ammanê bi sernivîsa "Ji gelê Kurdistanê a
azadîxwaz re" peyameke pîrozbahîya Raperînê weþand.(Bo
xwendina peyama C.Talabanî bitiqîne)
YNK jî bi minesebeta salvegera
Raperînê peyamake dirêj weþand.(Bo
xwendina peyama YNK bitiqîne)
Partiya Zehmetkêþanî
Kurdistan di salvegera Raperîn de daxwaza bicîhanîna maddeya 140 kir
Bi sedema 16'emîn salvegera
Raperîna pîroz, Partiya Zehmetkêþên Kurdistanê di beyannameyekê de ragehand
ku bîranîna îsal a Raperîn di demekê de ye ku Iraq di çendîn eger û
guhertinên mezin de ye ku ev guhertin jî tesîrên rasterast li ser Kurdistan
û ayindeya gelê me heye.
Di wê beyannmeyê de Partiya Zehmetkêþên Kurdistanê amaje bi vê yekê kir ku
pêwîste YNK û PDK helwêsteke ciddî û hevgirtîtir beramber bi bicîhanîna
maddeya 140 bikin û zexteke zêde bixin ser Hikumeta Nûrî El Malikî çûnku
pitir ji heyv û nîveke ji ber îmzenekirina biryarên lijneya bicîhanîna
maddeya 140 û karên wê lijneyê hatine piþtgûhxistin û dixwaze bi vî awayî di
encamê de, ji ber kêmasiya dem, paþxistina maddeya 140 wekî defaktoyekê bi
ser xelkê Kurdistanê de bide qebûl kirin.(çavkanîyên
peyaman;Pukmedya)
Pêvajoya Raperîna
mezin ya baþûrê Kurdistanê
Wekî tê zanîn 16 Adara sala 1988an
de rejîma Iraqê bombeyên kîmtewî avêt ser Helebçeyê.Encamê de 5000 Kurd hate
kuþtin.Lê raya giþtîyê Cihanê vê bûyare mezin netîdin.
Heta di Medyaya Cihanê de piþtî 3-4 rojan ev nûçe derket.Ji ber ku Sedam
Hiseyîn bi saya wan gihîþtibû vê hêzê.Piþtî vê êrîþê bi sedhezaran Kurd ji
tirsa çekên kimyewî ji baþurê Kurdistanê rewiyan.
Bi hezeran Kurd ber bi bakurê Kurdistanê û bi hezeran Kurd jî ber bi
rojhilatê Kurdistanê çûn.Vê demêde jî piþtî vê demê jî Neteweyên Yekbûyî
meseleya Kurdistan neanîn rojeve.Ji ber ku patronên NY Amerîka,Britanya û
Rûsya tiþtekî wisa nedixwestin.Piþtî dagirikirina Kuweytê ji aliyê Iraqê ve
Emerika êrîþ bir ser Iraqê û Kurd jî vê demê de piþtgirî dan Emerîkayê lê
piþtî vekiþîna Emerîkaye li Iraqê Kurd û Seddam disa hember hew man.
Kurd di vê demê de dest bi serhildaneke mezin kirin û ev sehildana
Raperîn(vejîn)ê bû.
• 5’ê Adarê 1991’an de Raperîna mezin destpêkir
• 7'ê Adarê de bajarê Silêmanî
• 10’ê Adarê de
Rewandiz,Xelîfan,Herîr,Diyana,Dûz,Qoysencax
• 11’ê Adarê de Hewlêr û Xaneqîn
• 12’ê Adarê de Mexmûr û Pirdê
• 13’yê Adarê de Akrê,Zaxo û
Berdareþ
• 14’ê Adarê de jî Dihok û Amêdî
Ji alîya gel ve bi delfetên xwe ji destê rejima Iraqê rizgar kirin.
Lê belê Emerîka xiyanetî kir li Kurdan kir û alîkarîya Kurdan nekir.Lê bi
xêra hin qenalên Medyaya Cihanê rayagiþtîya Cihanê li hemberê hovîtîyên
Seddam û bêbextiya Dewleta Emerîkayê rabûn ser lingan.Li ser vê yekê jî hin
dewletên Ewrûpa –di serî de britanya- mecbûr man ku bo parastina Gelê Kurd
hin çareyan gerîyan.
Heta 15 Nîsanê hejmara Kurdên ku reviyabûn Îranê ji milyonekê zêdetir
bû.Pirsa Kurdistanê bi hefteyan ji rojeva Cihanê derneket.Dawîyê de George
Bush mecbur ma ku Iraqê hiþyar bike.Disa jî Kurd bawerîya xwe bi gotinên
emerîka nedianîn.
Her çiqas George Bush hewl dida ku zextên Ewrûpa,çapamenî û raya giþtîya
Cihanê rizgar bibe jî li hemberê rexne û bêbextiya ku Kurdan kiribû neçar
man ku ji bo bi Britanya,Elmanya,Îtalya,Frensa di 16yê Nîsanê 1991’an de
xeta 36ê û jor de bo gelê Kurd herêma azad îlan kirin.Lê bajarên wek Kerkûkê
ku neft lê hebû nedan Kurdan.Kurd bi demekî kin de vegerîn ser xakên xwe û
demekî kurt de hêzên xwe ji nû ve qezenc kirin û êdî bênavber dixebitîn.
Piþtî demekê Kurd dest bi xebatên avakirina Kurdistanê kirin da ku vê
delfeta dîrokî û bêhempa bikarbînin û 19 Gulana 1992an de Li Baþurê
Kurdistanê yekem hilbirtinên giþtî yên Parlementoya Kurdistanê pêk hat.Ji bo
parlemena Kurdistan 6 lîste beþdarî hilbijartinê bûn:1-Partiya Demokrata
Kurdistanê,2-Yekîtîya Niþtimanê Kurdistan-Partiya Zehmetkêþên
Kurdistan,3-Partî Sosyalistî Kurdistan-Partî Demokratî Serxwebûnî
Kurdistan,4-Partiya Demokratik a Gelê Kurdistan,5-Partiya Kominîs,6-Tevgera
Islamîya Kurdistanê.Ji ber ku hilbijartinan de %7 beraj hebû tenê du
liste;listeya PDK û listeya YNK-PZK ketin parlementoya Kurdistanê.Listeya
PDK ji%45.26,listeya YNK jî ji %43.82 dengan girtibûn.PDK û YNK li hev kirin
ku 100 kursiyan di navbera xwe de 50-50 parve bikin navê vê sistemê re
fiftî-fiftî dihat gotin.Lê ev sistem di pêþerojêde bû lihevnatinên mezin.
Hilbijartin tevî hemû kêmasîyên xwe him hêvîya gelê Kurd zêde kir,him jî
nîþanî hemû Cîhanê dan ku ji bo pêþveçunê zemîneke baþ heye.4ê Hezîranê de
Parlementoya Kurdistanê vebû û parlementaran sond xwarin.Parlemento û
Hikumeta Kurdistanê bi tempoyeke baþ dest bi karên xwe kirin.Pêþveçûnên ku
li baþurê Kurdistanê dibû ne tenê bo Kurdistanîyên Baþur bo hemû
Kurdistanîyan dibûn tovên hêvîyên nû.Di 4ê Cotmeha 1992an de Parlemena
Neteweyîya Kurdistan biryerekê dîrokî vergirt û “Dewleta Federe ya
Kurdistan” îlan kir.Yekem serokê parlemena Kurdistanê Cewher Namiq bû.
Piþtî 16 salan
Kurd îro pîþtî 16 salan ji
Raperînê ne serbixwe be jî û beramberî hemû kêmasî û xeletîyan dewletek
avakirin,bi dehan organên media,Hikumeta Kurdistan,Parlemena
Kurdistan,wezaretên Hikumeta Kurdistan,bi dehan sazî,dezgeh,rêxistinên
neteweyî(çandî,sîyasî,perwerdeyî û fermî) afirandin.Emro beþekî ji xaka
Kurdan azad e û ber bi serbixwe bûyîne we diçe.Parastina Kurdistana Azad
ango Kurdistana hemû Kurdan, bêgûman erka bingehîn û neteweyî ye.
Dijberên Kurdan li
pêy têkdena wan destketîyane
Di serî de dewleta Tirk û dewletên
yên dagirker Iran û Sûrîye û hemû dijberên Kurdan li pêy têkdana serketina
Kurdan a li Kerkûkê û bi giþtî Dewleta Federe ya Kurdistanê ne. Tirkîye di
nav vê 16 salên de her tim xwest ku Dewleta Federe ya Kurdistanê-baþûr têk
bibe.Ji bo pêkanîna vê armancê jî bi taybetî arteþa Tirk û hêzên tarî li pêy
planên qirêj de ne û wek berê jî lîstikên klasîk amade dikin û bi hinceta
PKK û “teror”ê dixwazin êrîþî Kurdistana Azad bikin.Ji bo pêkanîna vê
armancê li bakûrê Kurdistanê jî zexta ser gel tê zêde kirin.
Pêwîste Kurd nêzî hev bibin û stratejîyeke neteweyî,mayînde û pêþketî
pêkbînin.Divê hemû gelê Kurd bi yekrezî tevbigerin da ku planên Tirkan pûç
were derxistin.Di salên dawî de wekî hemû karesat û êrîþên mezin Kurdan nêzî
hevûdin kir.Di vê pêvajoyê de jî Kurd divê nêzîkî hev bibin û hiþmendîya
Kurdeyatî bilind bikin.
Bi xwedî derketina Kerkûkê û Dewleta Federe ya Kurdistanê û bi serkeftî
pêkhatina prosesa serxwebûna vê dewletê,parastina ziman,çand û hunera Kurdî
pêkanîna yekrezîyê di nav rêxistinên Kurd e û bi baþ bikaranîna amûrên
ragihandinên Kurdî ên heyî û bi giþtî pêþxisina Kurdistanê,çanda
Kurdî,dîplomasîya Kurdî û civaka Kurd wê bo dewleta Tirk û hemû dijberên
Kurdan bibe bersiva herî baþ.(HAWAR
DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|