|
Piraniya Weþanên
Kurdî Terora Dewleta Tirk ya Sala Par Ji Bîr Kirin
NÛÇE-ÞÎROVE:SERHAD B.RÊNAS / HAWAR DENGÛBAS
29
Adar,2007
weþandin:19:55:39 (GDK)
HAWAR DENGÛBAS,AMED,Kurdistan-- Di yekemîn salvegera bûyerên Amedê de zextên
dewleta Tirk ber bi zêde bûnê ve diçe û lawaziya rexistin û partîyên Kurdan
birexistin bûyîn û pêkanîna yekîtîya neteweyî de hê jî didome..
28ê adar salvegera yekemîn ya
bûyerên li Amedê û bakûrê Kurdistanê ye.Di 28ê adara 2006'an de li
Amedê Polîs ser meþa ku bo protesto kirina qetl kirina gerîllayên PKKyî di
hat li dar xistin êrîþ kir û piþtre tevahî Amed û gelek bajarên Kurdistanê
de bi rojan navbera gel û hêzên dewleta Tirk ve alozî û pevçûnên dijwar
derket.
Di encama êrîþên û terora dewleta
Tirk de kir nêzî 20 Kurd bi avahekî hovane hatin kuþtin û bi sedan kes
birîndar bûn.Li Amedê serhildenek mezin destpêkir û 8 rojan berdewam kir.
Piranîya weþanên medyaya kurdî
cîh nedan salvegerê
Balkêþe ku piranîya weþanên
medyaya Kurdî salvegera bûyerên Amede ku nêzî 20 Kurd ku ji layê dewleta
Tirk hatibû qetl kirin û li Kurdistanê bi rojan tundî û pevçûn û zextan
gihêþti bû asta herî bilind, ji bîr kirin.
Wek tê zanîn di dîroka milletan de
girîngîya bibîranin û helsengandin û encam vergirtina bûyerên wisa û ji bîr
nekirina kiryarên dewleta Tirk ji layê xelkê Kurdistanê ve pirr girînge.
Jixwe dewleta Tirk herî zêde bo ji
bîr bûn an jî berevajî kirina rastîyan hewl dide.
Lawazîya rexistinên Kurd berdewam
dike
Di yekemîn salvegera bûyerên Amedê
de zextên dewleta Tirk ber bi zêde bûnê ve diçe û lawaziya rexistin û
partîyên Kurdan birexistin bûyîn û pêkanîna yekîtîya neteweyî de hê jî
didome.
Dewleta Tirk di meþandina teror û
polîtîkayên asîmîlasyonê bê navber didomîne û li bakûrê Kurdistanê ji xeynî
hêza polîtîk di warên qels bûna bikaranîna zimanê kurdî û hilberîna di warê
çandî de jî xetimîneke cidî heye.
Di xebatên rexistinên kurd yên dervey xeta îmrali de çalaktir bûneke ber bi çav hebe
jî lê hê jî piranî ji weþandina daxûyanîyan pêþtir naçin.
Ger li bakûrê Kurdistanê rexistin,komale,dezgehên perwerdeyî û sazîyên
Kurdan çiqas zêde be û wan rexistin,komale û sazî bi gel re bikevin
dîyalogekî xurt û medyaya Kurdî jî di nava wan gel û wan rexistinan de
navbenkarîyek baþ pêk bînê dê bi avayekî xwezayî hewldanên dewleta Tirk bên
pûç kirin.
Di dema
bûyerên Amedê de jî hin rexistinên Kurd li þûna ku terora dewleta Tirk bi
tundî þermezar bikin û cîh li Tirkan teng bikin,nesîhetan li Kurdan da bûn
Di dema
bûyerên Amedê de hin rexistin
þûna ku terora dewletê þermezar bikin nasîhan dan gel.Bi avayekî çewt banga
aqlê selîm hate kirin.Helwestên wan rexistin an û fam nekirina helwesta gel
û bi tundî þermezar nekirina terora dewleta Tirk wek berê îro jî dibe sedema
bi hêz bûna pêvajoya îmralî û berfireh bûna lîstik û planên arteþa Tirk û
berjewendîxwazan.
Li
bakurê Kurdistanê kêþeyên neteweyî û civakî gihîþtîye asta herîbilind û
hêrsa gel bilind bûye,her çiqas alozîya sala par wek girêdayî PKK xuya bû bû
û gelek derdor bo berjewendîyên xwe bûyeran þîrove kiribûn jî gel bi
giþtî ji zextên dewleta Tirk nebûn û hê jî wisa ye.PKK pesna xwe ji wan xwepêþandan
da bûn
jî bûyerên li bakurê Kurdistanê ber raya giþtîyê Cîhanê de kêþeya neteweyîya bakurê Kurdistanê
eþkere bû bû.
Ji ber
vê yekê jî diviya bû ku rexistinên Kurd ji ber PKK li þûna ku ber wan bûyeran çavên
xwe bigrin, xwe nêzîkî gel bikiranai
Tevgerîna
bi helwestên wisa nêzîk bûna li gel dijwartir dike,gel beyî xebat kirinê rast
bin jî ji rexneyan bi avayekî xwezayî eciz dibe û divê hestên gel bê fam
kirin û hêdî hêdî li gel bernameyeke xebat kirinê hin rastîyan werin eþkere
kirin.
Panoramaya Bûyerên li Bakûrê Kurdistanê
28 Adar
Li Amedê
Polîs ser meþa ku bo protesto kirina qetl kirina gerîllayên PKKyê di hat li
dar xistin êrîþ kir.
Cenazeyên
4 gerîllayên PKKê ku di operesyoneke de jiyana xwe ji dest da bûn serê
sibê li Amedê ji alîyê girseyeke
mezin ve hate pêþvazî kirin.Piþtî veþartina cenazeyan li goristana Yenikoy,
girse dest bi meþê kirin.Piþtî demeþê navbera polîs û xwepêþanderan de pevçûn
derket.Ciwanan bombeyen molotolf avêtin polîsan. Polîs jî bi tundî êrîþî
ser girse kir. Piþtre jî alozî li seranserî Amedê belav bû.Dema êrîþên
polîsan de gelek kes brîndar bûn.Polîs gule barand ser gel.Li Amedê
dikkanan hatin girtin.Li Amedê timên Taybet û leþkerên tirk ji bo pêþiya
bûyeran bigirin daketin nava bajêr.Li Edeneyê jî piþtî veþatina termên
gerîllayan de alozî derket , bûyerên tundîyê rûda polîs êrîþî ser
xwepêþandaran kir.Li Ofîsê ser avahîya MHPyê bi keviran hate êrîþkirin. Her
wiha li Êlîh û Sêrtê jî bûyerên heman rengî rû da.
29 Adar
150
zêdetir brîndar bû û 3 kes jî jiyana xwe ji dest da.Seranserê Amedê ji
aliyê polîsan, hêzên çevîk, tîmên taybet û leþkeran ve hatin e
dagirkirin.Dikkan û kargehan jî îro nehate vekirin.Li gelek deverên bajêr
jî tanq hatin bicihkirin.Ji ber ku hêzên polîsan têrî pêþî girtina
çalakiyan nekir, ji bajarên wekî Mêrdîn, Êlih, Elezîz, Riha û Meletiyê
ekîbên girêdayî miduriyetên ewlehiyê þandin Amedê. Hate hînbûn ku ji
16'emîn Tugaya Bizirx a li navçeya Erxena Amedê gelek personel û tanqên bi
zirx, di demên serê sibehê de li 7'emîn Fermandariya Kolorduyê hatine
bicihkirin.Çalakvanan bi taybetî êrîþî dezgehên dewleta Tirk dikin.Her
polîs jî wan bûyeran firsend dibîne û êrîþî ser gel dike.Hêzên dewleta Tirk
ku daketin kolanan û êrîþî gel û mal û dikanên kirin. Camên deriyên gelek
mal û kargehan jî þikestin. Çend hemwelatiyên ku ji derve bûn jî rastî
tehdîtên hêzên ewlehiyê hatin. Di çalakiyê de zarokên biçûk rastî lêdanê
hatin, jin jî bi copan hatin tehdîtkirin.
30 Adar
Li
Amedê hemû dikkan hatin girtî û
xwendekarên zankoya Dîcleyê jî neçûn dersan û zanko boykot kirin.Li
dersxaneyan de jî ders nehate kirin. 3 kesên di encama gulebarana polîsan
de jiyana xwe ji dest dan a li Goristana Yenîkoy de bi merasîmeke mezin
hatin veþartin.Hejmara girseya ku cenazeyê gihîþt 100 hezarî. Piþtî
merasîmê nêzî 100 kesên beþdarî merasîmê bûn, ber bi mala taziyeyê ve dest
bi meþê kir. merasîmê jî alozîyên mezin derket û hêzên dewletên Tirk
ciwanek din jî kuþt.Li Batmanê li gelek cihên bajêr leþker hatin
bicihkirin. Hate ragihandin ku polîsan çalakvanek ji qata 4'an a avahiyekê
avêtiye xwarê.Çalakvanên ku polîsan avêt xwarê û lingê wî þikest, hate
binçavkirin.Birîndarên din jî rakirin Nexweþxaneya Dewletê ya Êlihê.Avahiya
MHP'ê,avahiya Finans Bankê û gelek
sazîyên dewletê jî hate þewitandin.Li Wan,Riha,Sêrt,Mêrsîn,Mêrdîn, Qoser û
Stenbolê jî zextên dewleta Tirk bi xwepêþandanan hate þermezar kirin.
31 Adar
bi sedan tîmên taybet li Amed,Sêrt û li hin bajarên din
avêtinser malan û bi sedan kes bilêdan û heqeretan girtin bin çavan.Bi taybetî
li Amedê taciz û êrîþên ser berdewam dike.Polîs zextê ser gel dikin.Tê
dîyar kirin ku ser kesên binçav kirî êþkence tê kirin.Hersa gel ji ber
bikaranîna çekên rast û kuþtina mirovên sivîl û bê tawan zêde dibe.Kurd bi
fikarin ku êrîþên hovane zêdetir bibin. Wezîrê nevxwe ya Dewleta Tirk
Abdulkadîr Aksu hate Amedê.Wekî tê
zanîn Abdulkadî Aksu yek ji dijmînê gelê Kurd e û ligor wî pirsgirêka
Kurdistan nîne û divê çareserkirina bûyerên li Amedê jî zêdekirina hêzên
lêþkerî pêwîst e.li Batmanî alozî berdewam kir.Li navçeya Geverê ya
Culemêrgê ji bo piþtgiriyê bidin çalakiyên li Amedê, komeke qelebalix bi
agir barîkat çêkirine, polîsan jî bi panzeran li nêzî barîkatê cihê xwe
girtin e.Li Geverê hemû esnafên navçeyê derabeyên dikanan girtine.Li Geverê
alozî didome.Li Dêrsîmê jî bi sedan kes li Kuçeya Hûnerê li hev civîyan û
bi dirûþmeyên wekî, "Gelê Amedê bi tenê nîne", "Gelê me dê
hesabê bipirse" heta Suka Binerdê meþiyan. Di dema meþê de polîs bi
panzer û robokopan tedbîrên berfireh girtin.Endamê komîsyona YE Olli Rehn
got “Em ji bûyeran bi fikar temaþe dikin û em bawerin kêþebi riyên
demokratîk werin çareser kirin”.Ji ber gotinên Serokê Þaredarîya Amedê ku “êþa me 14 bû niha bûye 16” wezareta
hundir a dewleta Tirk derbarê Baydermîr lêpirsîn hate dest pêkirin.
1-2 Nîsan
Li Qoserê di encama êrîþan de kesek hate kuþtin..Li Gever,
Wan,Sêrt,Riha,Þirnex, Mêrdîn, Dêrsîm, Stenbol,Îzmîr û di hin bajarên din de
jî alozî çêbû.Li Amedê 2 kesên din yên brîndar jiyana xweji dest dan. Li
Qoserê polêsan êrîþî ser protestoya Kurdan kirin û di encamê de 2 Kurd hate
kuþtin.Serokê þaxê Batmanê ya partîya Civaka Demokratîk hate girtin.Hejmara
gitîyan gihêþ ser 400ê.
3 Nîsan
Li Wêranþehra Rihayê de jî xwepêþandan çêbû û poîsan êrîþî
çalakîyê kir ser, cerdevanek gêj gule berda ser gel.Cerdevan bi avayekî dîn
bûyî dehan gule reþand ser gelê Wêranþehrê .Lê guleyên wî bû sedema brîndar
bûna polîsekî.
4 Nîsan
Li Bîrecîkê Kurdan xwepêþandanek li dijî zextên Tirkîye li dar
xist.Li Dêrsîmê ber avahîya AKP de protestoya Kurdan hebû.Li Qoserên
dikkan nehatin vekirin.(HAWAR
DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|