|
'Miletek ji 40 milyonan pêk tê êdî bê nasname û bê statu nabe'
27
Berfanbar (Kanûn), 2007 weþandin: 16:43:33 (GDK)
MÊRDÎN,
bakurê Kurdistanê -- Serokê Koma Meclîsê ya DTP'ê Ahmet
Turk, diyar kir ku ew li dijî feraseta ku daxwazên mafdar ên ê
gel li ber çavan nagire û înkar dike, tu caran tavîzan nadin û
wiha got: "Em tenê ji bo aþtî biratiyê dikarin tavîz bidin. Ji
bilî wê bila tu kes li bendê nebe ku ji tavîzan bigire."
Serokê Koma Meclîsê ya DTP'ê û Parlamenterê Mêrdînê Ahmet Turk
ku li Mêrdînê hevdîtin pêk anîn, li avahiya Rêxistina DTP'ê ya
Bajêr li gel re hate cem hev. Turk, di axaftina xwe ya li vir de
wiha got: "Em di jî feraseta ku daxwazên mafdar ên gelê me li
ber çavan nagirin, tu caran tavîz nadin.
Li dijî feraseta ku me
fêm nake, em ji rastiya xwe tavîzê nadin. Daxwazên mafdar ên
gelê me hene, daxwazên wan ên têkildarî pêþerojên azad hene.
Heta ku ev daxwazên gelê me neyên bicîhanîn, bila tu kes li
bendê nebe ku em tavîzan bidin. Em tenê ji bo aþtî û biratiyê
dikarin tavîzan bidin. Nexwe em ê li dijî feraseta ku hewl dide
gelê me bêdeng bike, daxwazên gelê me piþtguh dike, li berxwe
bidin."
'Miletek ji 40 milyonan pêk tê êdî bê nasname û bê statu nabe'
Turk, destnîþan kir ku gelê kurd bi 40 milyon nufusa xwe, yek ji
miletên herî girîng ên Rojhilata Navîn e û wiha dirêjî da
axaftina xwe: "Gelê kurd êdî bênasname û bêstatu nayê hiþtin.
Cîhanek ku diguhere heye. Bi nedîtina miletek ji 40 milyonan pêk
tê û tune hesibandina daxwazên wan, hûn nikarin Rojhilata Navîn
birêve bibin. Mirovên me êdî qebûl nakin ku bênasname bijîn."
Turk, anî ziman ku bersiva hewldanên aþtiyê bi lînca siyasî tê
dayîn û ev tiþt gotin: "Gelek pirsgirêkên girîng ên Tirkiyeyê
hene. Ji vana ya herî girîng jî pirsgirêka kurd e û ev bi salan
e li benda çareseriyê ye. Þansê ku pirsgirêka kurd bi rêbazên
demokratîk û aþtiyane bê çareserkirin heye, lê em bi mantiqek ku
pirsgirêkê bi nêrînek nîjadî û þoven þîrove dike û li ser înkara
gelan polîtîkayê dimeþîne re rû bi rû ne. Me di her firsendê de
diyar kir ku em amadene ji bo aþtiyê her cure fedakariyê bikin.
Lê li hemberî van hewldanên me, em bi lincek siyasî ku bi
pêþengiya serokwezîr tê meþandin re rû bi rû man."
'Kurd tên înkarkirin'
Turk, derbirî ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê ji tirkên
Trakyaya Rojava re dibêje, "Ji bo mafên xwe têbikoþin", lê
kurdên xwe înkar dike û wiha pê de çû: "Wezîrê Karên Derve yê
Tirkiyeyê li Trakyaya Rojava derdikeve gerekê û li wir bang li
tirkan dike ku ji bo mafên xwe têbikoþin. Lê li Tirkiyeyê
daxwazên nasname û çandê yên gelê kurd ku yek ji 2 gelên
bingehîn ên Tirkiyeyê ye, piþtguh dike. Ev ferasetek ucube ye,
ev tê wê wateyê ku henekên xwe bi mirovan dikin. Tû dê li wir ji
bo tirkên Trakyaya Rojava bêjî 'Têbikoþin', li vir jî dê kurdan
înkar bikî."
Turk û kesên pê re, piþtî civînê nûneriya KESK'ê ya Mêrdînê û
rêxistinên civakî yên sivîl ziyaret kirin û danustandin kirin.
Turk, piþtre jî Waliyê Mêrdînê Mehmet Kiliçlar li meqama wî
ziyaret kir.
(Dîha)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|