|
Buyukanit careke din devê xwe yê bi xwîn vekir û ji DTP re got terorîst
12
Berfanbar (Kanûn),
2007 weþandin: 01:23:22 (GDK)
Serfermandarê
artêþa tirk Yaþar Buyukanit dîsa Partiya Civaka Demokratîk DTP
hedef nîþan da.
Buyukanit doh di Sempozyûma Navenda Etud û Lêkolînên Stratejîk
ya artêþê de axivî û careke din berê xwe da DTP'ê.
Buyukanit bi gotina 'PKK ji aliyê siyasî ve ketiya parlemenê û
bi vê yekê legal bûye û niha jî dor hatiye ji aliyê rêxistinî ve
legal bûyinê' DTP hedef nîþan da. Piþte got "yanî terorîst li
palementoyê ne"
Buyukanit di sempozyûmê de got ku, PKK bi xebat û propagandayê
destê dewleta tirk zayif dike û got: 'Dewlet gotinên wekî 'mafên
mirovan', 'demokrasî', 'azadî' û 'aþtî' ji PKK'ê re hiþtine. Ev
þaþiyeke mezin bû. PKK niha van gotinan bikartîne, dewlet wekî
li dijî van gotinên xwedî nirxek mezin nîþan dide û ev yek jî
destê dewletê zayif dike'.
Buyukanit îdîa kir ku, PKK hem li hundur û hem jî li derve,
piþtgirî digire û ev yek jî dewletê bi zehmetiyan re rû bi rû
dihêle.
Serokê Koma DTP'ê
Ahmet Turk nerazîbûna nîþanî Serfermandarê Giþtî Yaþar Buyukanit
da û wiha got: "Partiyek derbarê wê de doza vekirinê hatiye
vekirin, hedef tê nîþandan.
Ev yek li gorî tu
rêbazên demokrasiyê yîne. Rê nîþanî darazê didin û em nirxandina
vê yekê ji gelê xwe re dihêlin" bersiv da.
Serkêþê dijberên Kurdan Yaþar Buyukanit e
Yaþar
Buyukanit him bi kiryarên xwe yên 10 salên dawîn,him bi têkîlîyên xwe yên
tarî û him jî bi daxûyanîyên xwe yên tuj xuyaye ku wê tundiya heyî ya li
dijî gelê Kurd li bakûrê Kurdistanê hê zêde bibe.
Yaþar
Buykanit bo sûcdarên bûyera Þemzînanê jî gotibû "Kurên baþ". Di gelek êrîþên
tarî yên ser gelê kurd de jî destê Buyukanit heye. Niha armanca a wan a
sereke rûxandina Dewleta Federal ya kurdistana baþûr û bi temamî ji
qedandina têkoþîna gelê bakurê Kurdistanê ye û di serî de jî niha dixwazin
DTP pasifize bikin. (HAWAR
DENGÛBAS / ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|